Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şehîd Sara bû pêşengê têkoşîna azadiya tevahî jinan

Edîtor: Nucan Serdoz
14/09/2022 - 2:16
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Herêma Serhedê ya welatparêz, bi xwedîderketina li meşa azadiyê ya gelê me re, ku Rêber Apo ji xweliyên wê ji nû ve afirand, di pêşvebirina têkoşîna me de tevkariyên mezin kir. Herêma Serhedê ku timî dilsozê nirxên Kurdistanî ma û çand û dîroka me timî lê zindî ye, mîsyona xwe ya berxwedêriyê ti carî ji dest neda û bû yek ji qadên destpêkê ku têkoşîna me ya azadiyê ya Kurdistanê lê girseyî bû.

Şehdî Sara jî li Agiriyê ku pêşengiyê ji çanda berxwedanê ya Serhedê re dike, li nava malbateke me ya hêja ya dilsozê çanda Kurdistanî ji dayik bû. Hevrêya me ku li nava malbateke welatparêz a li Giyadînê mezin bû, mîna gelek Kurdên ku ji aliyê dewleta Tirk a mêtinger ve mehkûmî xizaniyê hate kirin û hewl dide bi keda xwe li ser piyan bimîne, kedkarî zû nas kir. Şehîd Sara li hemberî şert û mercên giran û zexta civakî têkoşiya, taybetmendiyên jinê yên kevneşop ên li malê rûniştî ku sîstemê afirandiye, qebûl nekir û her cara ku firsend dît ev yek ji bo pêşvebirina xwe bi kar anî.

Şehîd Sara bi hewldana xwe çû zanîngehê, di beşa elektrîk-elektronîkê de xwend û di dema xwendina zanîngehê de derfet dît ku tevgera Apoyî ji nêz ve nas bike ku timî meraq dikir û dişopand. Şehîd Sara Îdeolojiya Rizgariya Jinê nas kir ku Rêber Apo pêşkêşî jinên bindest hemûyan kiriye, lehengên ku ji aliyê PKK’ê ve hatine afirandin nas kir û tevlî karên ciwanan bû. Di nava sîstemê de ku jin tune tê hesibandin, îdeolojiya Rêber Apo hêz û moraleke mezin da wê. Weke jinekê her ku xwe nas kir, hîn bêhtir bû dilsozê Rêber Apo û têkoşînê. Ji bo bibe milîtaneke rêya rast a Rêber Apo bêsekin ked û hewl da.

Şehîd Sara bi karê ciwanan re hem pêşengî ji ciwanên Kurd re heml jî ji civaka Kurd re kir, hewl da wan zane bike û bi têkoşîneke hîn xurtir bersiv da zextên rejîma Tirk a faşîst. Li dijî zilm û zordariya dagirkeran, hevrêya me Sara bi nasnameya jin a azad li ber dijmin rabû. Dewleta Tirk a mêtinger ku hewl dida serî bi şehîd Sara bide tewandin, îradeya hevalê me bişikîne û wê ji Rêberê me û tevgera me dûr bixîne, ew girt. Şehîd Sara sê salan li Erzîromê li zindanên dewleta mêtinger dîl hate girtin û mîna bi hezaran hevrêyên me pêvajoya zindanê ji xwe re kir dibistaneke pêşvebirinê. Her ku ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir, hîn bû ku weke jinekê ji hêza xwe bawer bike û nasnameya xwe ya jin a azad bêhtir destnîşan kir. Sala 2015’an piştî ku ji zindanê derket, bi daxwaz û enerjiyeke hîn mezintir li Amed, Riha, Stenbol û gelek bajarên Kurdistanê, her wiha li metropolên Tirkiyeyê pêşengî ji karên jin û ciwanan re kir. Şehîd Sara bi felsefeya Rêber Apo jiyana azad û rasteqîn nas kir û qaşo derfetên ku sîstemê pêşkêş dikir, red kir û sala 2016’an tevlî nava refên gerîla bû.

Demekê di nava karên Komalên Ciwan de ma, danhevî û tecrûbeyên xwe gihand hevrêyên xwe yên ciwan, piştre jî ji bo karibe li nava refên Gerîlayên Azad ên Kurdistanê şareza bibe derbasî qada perwerdeyê bû. Şehîd Sara bi perwerdeyê xwe ji nû ve afirand, di şexsê şehîd Sara (Sakîne Cansiz) de ku navê wêl i xwe kir, ji bo hêjayî şehîdan bibe bi her awayî tevlî nava têkoşînê bû. Li her qada ku lê ma, bû milîtaneke mînak a xeta PKK û PAJK’ê, bi hevrêyên xwe re bû yek, pratîkeke xurt nîşan da. Hem ji aliyê îdeolojîk hem jî leşkerî ve zû xwe bi pêş ve bir, danheviyeke mezin kom kir, derbasî herêma Zapê bû û heta şehîd bikeve têkoşîneke bê navber meşand.

Şehîd Sara refên grîla weke ‘warê avakirina jiyana nû’ pênas kir û ji bo her kêliya jiyana gerîla ya pîroz bi wate bike, têkoşiya. Ji xwe re kir esas ku şehîd Zîlan û Sema bişopîne, bi vî rengî bi fedaîtî jiyan û şer kir. 14’ê Nîsanê li hemberî êrîşa dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a faşîst mêtinger li ser Zap, Avaşîn û Metînayê da destpêkirin, tevî hevrêyên xwe derba destpêkê li dagirkera xist. Şehîd Sara li Herêma Berxwedanê ya Kurojahro di çeperan de pêşengî ji berxwedanê re kir û soza da şehîdên pîroz bi cih anî. Heta kêliya şehadetê, bêteredût li dijî dagirkeran şer kir û bû yek ji mînakên herî bedew ên jin a Kurd a bi rûmet. Şehîd Sara bû mînaka şênber a têkoşîna me ya ber bi serketinê ve.

Şehîd Sara di dîmenekê de, dema ku behsa kesayeta xwe dike, di dawiyê wê de bang li tevahî ciwanên Kurd û Kurdistanê dike ku ji bo pêşxistina civakê û têkoşîna yekgirtî, divê ciwan tevlî nava refên gerîla bibin û bi vê rengî bersivên xurt bidin dagirkeriyê.

 

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Konfederalîzma demoqratîk û erkên demê: Meclîsên Eyalet-Herêman -16

Nivîsa Pêş

Flîma ku li ser berxwedana Kobanê hatî çêkirin, wê di 20’ê Îlonê de bê nîşandan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Flîma ku li ser berxwedana Kobanê hatî çêkirin, wê di 20’ê Îlonê de bê nîşandan

Flîma ku li ser berxwedana Kobanê hatî çêkirin, wê di 20'ê Îlonê de bê nîşandan

Ciwanên Kurd û enternasyonal dê meşa xwe di roja çaremîn de jî bi coşeke mezin dewam bikin

Ciwanên Kurd û enternasyonal dê meşa xwe di roja çaremîn de jî bi coşeke mezin dewam bikin

Manşet

  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.