Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 10, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Hevrêyê me Amed bi rengekî fedayî şehîd bû

HPG'ê got: ""Hevrêyê me Rêzan ku yek ji fermandarên pêşeng ê projeya ji nû ve avakirina HPG'ê bû, di 18'ê Gulyana 2022'an de li Herêmên Parastina Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan ku bi rengekî fedaî tevlî Berxwedana Kobanê bû û rê neda çeteyên DAÎŞ'ê, di dilê hevrêyên xwe hemûyan û gelê me de cihekî mezin girtibû."

Edîtor: Nucan Serdoz
01/09/2022 - 11:50
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
HPG: Hevrêyê me Amed bi rengekî fedayî şehîd bû
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – HPG’ê ragihand ku Fermandar Rêzan Amed şehîd bûye û got, “Navê hevrêyê me Rêzan wê timî bê bibîranîn û bi her fîşeka bi profesyonelî li dijmin bê xistin wê tola wî bê hilanîn.”

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de wiha hate gotin;

“Hevrêyê me Rêzan ku yek ji fermandarên pêşeng ê projeya ji nû ve avakirina HPG’ê bû, di 18’ê Gulana 2022’an de li Herêmên Parastina Medyayê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan ku bi rengekî fedaî tevlî Berxwedana Kobanê bû û rê neda çeteyên DAÎŞ’ê, di dilê hevrêyên xwe hemûyan û gelê me de cihekî mezin girtibû. Bi tempoya xwe ya kar û fedakariya xwe, bi serxistina her wezîfeyê di pêşvebirina têkoşîna me de xwedî kedeke girîng bû. Hevrêyê me Rêzan bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir û bû yek ji mîmarên berxwedana heyî ya li Zap, Avaşîn û Metînayê. Weke hevrêyên wî, em soz didin ku ala têkoşînê ya fermandarê xwe yê hêja hevrê Rêzan Amed jê werdigirin, bi têgihiştineke ku hêjayî wî bin, bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Rêzan Amed wiha ne;

 

 

Nasnav: Rêzan Amed
Nav paşnav: Umît Tarhan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Saadet-Abdûllah
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Gulana 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

Hevrêyê me Rêzan li navçeya Hênê ya paytexta Kurdistanê Amedê ji dayik bû. Malbata hevrêyê me Rêzan bi destpêkirina têkoşîna partiya me PKK’ê re welatparêz bû, ji dil tevlî têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê Kurd bû. Ji malbata wî ya welatparêz tevlîbûn li nava refên partiyê çêbû û di vê têkoşînê de berdêl da. Lewma dijmin timî zext û zordarî li malbata hevrêyê me kir, lê ti carî paşve gav neavêt, ji sekna xwe ya welatparêziyê ya bi rûmet tawîz neda. Hevrêyê me Rêzan li Amedê mezin bû, bi nirxên civakî yên qedîm ên Kurdistanê têgihiştî bû. Di ciwantiya xwe de neçar ma koçî Ewropayê bike. Nekarî hînî jiyana li Ewropayê bibe û timî bi hesreta welêt bû.

Hevrêyê me Rêzan li Tirkiye û Ewropayê bi giştî 15 salan xwend, çû heta zanîngehê, di beşa elektrîkê de perwerde dît. Hevrêyê me Rêzan ku ciwanekî jîr û kêrhatî bû, kete nava lêgerînan. Pê hesiya ku navendên modernîteya kapîtalîst ji wateyê bêpar in, jiyana wê dûrî ji manewiyatê ye. Kete bi bandora têkoşîna azadî û hebûnê ya gelê xwe. Tevî ku ji ber welatparêziya malbata xwe partiya me PKK nas kir jî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo hate kirin, di dil û mejiyê hevrêyê me Rêzan de hêrseke mezin afirand ku neyê jibîrkirin. Hêzên cîhanê yên hegemonîk û sîstema netewe dewlet a ku qebûl nekirni ku gelê Kurd yekemcar li dora rêberekî neteweyî civiya ye, di şexsê Rêber Apo de bûye xwedî nasnameyeke neteweyî û bi PKK’ê re gav bi gav ber bi azadiyê ve diçe, komploya navneteweyî amade kir. Hevrêyê me Rêzan jî ku bi vê rastiyê hesiya, hêrsa xwe ya li dijî hêzên modernîteya kapîtalîst mezin bû. Lê belê fêhm kir ku hêrsa bi hestên esîl bi tena serê xwe têrê nake, ji bo têkbirina zexta vê komployê ya ku di şexsê Rêber Apo de li dijî hebûn, azadî û paşeroja gelê Kurd hate kirin, tenê bi têkoşînê dibe.

Li ser vê bingehê di meheke Sibatê de komploya navneteweyî hate kirin, sala 2007’an tevlî nava tevgera azadiyê bû. Hevrêyê me Rêzan ku tevlî nava tevgera ciwanên şoreşger welatparêz bû, bi coş, kelecan û biryardariya xwe pêşengî ji kar re kir. Lê belê dewletên navneteweyî yên ku nikarin xwe li Kurdistana azad rabigirin, nekarî xwe li Kurdekî azad jî rabigirin û hevrêyê me Rêzan gelek caran destgîr kir û salekê li zindanê dîl girt. Lê belê van zext û zordariyan nekarî bi hevrêyê me Rêzan û dît ku sîstema hiqûqê ya Ewropayê ya ku timî qala mafên mirovan dike ji bo Kurdan derbas nabe, lewma jî daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê mezintir kir.

Hevrêyê me Rêzan di meheke bi wate de tevlî nava tevgera azadiyê bû, her wiha hatina xwe ya li çiyê jî li meheke Mijdarê ya damezrandina PKK’ê rast anî, di sala 2009’an de beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Rêzan ku timî destpêkên bi wate dikir, dianî ziman ku dema mirov Rêber Apo nas dike hingî azadiyê fêhm dike, wijdanê mirovan xurt dibe, jiyanê nas dike, modernîteya kapîtalîst analîz dike û dibîne ku tiştekî nade mirovan. Lewma jî berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Rêzan li Qendîlê dest bi gerîlatiyê kir, li vê derê pratîk kir. Mîna ku heyfa salên dûrî ji welat hilîne her kêlî bi têr û tijî jiya. Bi kesayetiya xwe ya bi xwestek, bi tevlîbûna xwe ya bi îstiqrar, bi sekna xwe ya bi biryar û bi meraqa xwe ya bê dawî zû bû xwedî tecrûbe.

Ji dil bawer kir ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê divê li ser bingeha gerîlatiya 24 saetan şer bikin, ji bo vê jî timî hişyar bin û pispor bin. Li ser vê bingehê ji bo bibe gerîlayekî hêjayî Rêber Apo li akademiya leşkerî perwerde dît û kete nava hewldaneke mezin. Di heman demê de hevalên xwe yên perwerde didît perwerde dikir, asta perwerde û pisporiyê kûr kir. Gava ku paşverûtiya DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kir û dest bi qirkirina gelê me kir, hevrêyê me Rêzan jî mîna gelek fedaiyên Apoyî tevlî berxwedana destanî ya li Kobanê bû. Li Kobanê bi wêrekiyeke mezin, bi baweriya bi serketinê, bi aqilane û afirîneriya taktîkî li dijî DAÎŞ’ê şer kir. Tevî ku di vî şerî de bi giranî birîndar bû, bi îradeyeke mezin têkoşîn hîn mezintir kir. Hevrêyê me Rêzan weke yek ji lehengên bênav ên azadkirina Kobanê gelek çalakiyên serketî kir. Ne tenê bi şervaniya xwe, her wiha bi sekna xwe ya li nava jiyanê di nava hevrêyên xwe û gel de bû hevrêyekî me yê cihê hurmetê.

Piştî ku erka xwe ya dîrokî ya li hember gelê xwe bi cih anî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û biryar da ku ezmûna bi dest xistiye, ji bo bilindkirina asta pisporiya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi kar bîne. Li ser vê bingehê bi lêhurbûnek mezin di pisporiyê de kûr bû, li ser bikaranîna bi bandor a teknîka şer a gerîla rawestiya û ji bo berfirehkirina taktîkî ya nû gelek cerbandin kir. Hevrêyê me Rêzan weke fermandarekî Apoyî ku ji dil û can bawer dike ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê wê bibe profesyonel û li ser vê bingehê wê serketin pêk were, kedeke mezin da. Di xwendin û jiyana xwe de ji bilî serketina bêsînor ti pîvanek qebûl nedikir. Li ser vê bingehê bi hêza xwe ya bêsînor bi sedan hevrêyên xwe perwerde kir, ji bo bibin pispor kedeke mezin da û hemû tecrûbeyên xwe bi awayekî zane parve kir. Ji bo ku hevrêyên xwe baştir perwerde bike û asta perwerdehiya wan bilind bike, di nava lêgerînek kûr de bû. Hevrêyê me Rêzan li ser esasê hevrêtiya bi hevalan re bi dilnizmî xebitî, li hemberî ti zehmetiyan serî netewand û her tim bi dîtina rêyeke alternatîf bi zîrekiya xwe ya pratîkî û jêhatîbûna xwe ve bi ser ket. Yek ji kedkarên mezin û fermandarên dilsoz ên pêvajoya pîşeyîbûnê ye ku di van salên dawî de li ser esasê projeya jinûve avakirinê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê gav bi gav bi pêş ketiye. Hevrêyê me Rêzan bi serketinê xwe kilît dike, giraniya xwe dide ser serketinê, di kesayeta xwe de pergal û disîplîna leşkerî ava dike, fezîletên herî bilind ên milîtaniya Apoyî werdigire û her tim li ser esasê zelalbûna derwêşiyê tevdigere.

Hevrêyê me Rêzan ku hemû destpêkên xwe bi rojên herî watedar re kir yek, di rojeke pir watedar a 18’ê Gulanê Roja Şehîdan de şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan ê ku di pêşketin û pîşeyîkirina Gerîlayên Azadiya Kurdistanê de kedeke bêhempa da, bi lehengiya xwe ya bilind tirs xist dilê dijmin û di şexsê xwe de fermandariya gerîlayê profesyonel ê Apoyî pêk anî. Wê her tim ji aliyê hevrêyên xwe ve weke mînak bê dîtin. Armanca serketinê ya gerîla û Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad ku hevrêyê me Rêzan ji bo wê ked da, teqez wê pêk were. Navê hevrêyê me Rêzan wê her tim bê bîranîn, bîranîna wî wê her tim zindî bimîne û tola wî her guleya ku bi profesyonelî li dijmin hatiye avêtin wê were hildan. Em di şexsê hevrê Rêzan de soza xwe dubare dikin ku em ê gerîlayê serketinê bikin rastî û têkoşîna xwe bi serketinê tacîdar bikin.

Em sersaxiyê ji malbata hêja û welatparêz ya hevrê Rêzan û gelê Kurdistanê re dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Kurdistane êrîşên dagirker ên bi çekên kîmyewî

Nivîsa Pêş

Rojnameya Serxwebûn bi hejmara xwe ya 484’an bi we re ye

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Rojnameya Serxwebûn bi hejmara xwe ya 484’an bi we re ye

Rojnameya Serxwebûn bi hejmara xwe ya 484'an bi we re ye

Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Bi êrîşan encam negirtin, dixwazin bi girtinê xwe veşêrin

Manşet

  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Gelê Helebê 2 gerîla bi bîr anîn, sersaxî da malbata şehîdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê nasnameya 7 gerîlayên şehîd eşkere kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 Gerîlayên Sala 2019’an Şehîd Bûne, Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • SAMER: %97ê Dengdêrên Partiya DEM Dixwazin Serdanên Rêber Apo Li Îmraliyê Berdewam Bikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • MKG’ê: Zextên Li Ser Rojnamevanên Jin Didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.