Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

10’emîn Salvegera Şoreşa Rojava – Hesen Elî Mihemed: Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû

Endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Hesen Elî Mihemed diyar kir ku yek ji girîngtirîn şoreşan, şoreşa zimane. Ya ku di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jî hatî bi pêşxistin şoreşa ziman bû.

Edîtor: Nucan Serdoz
14/07/2022 - 0:12
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 4 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Şoreşa Rojava gelek şoreş di nav xwe de hewandin, di nav xwe de şoreşa jinê, şoreşa ziman, şoreşa ciwanan hewand. Şoreşa ziman an jî bi giştî şoreşa perwerdehiyê ji bo gel bi tena serê xwe bû şoreş û vejîneke nû.

Ji ber vê têkildarî şoreşa ziman ya ku li Rojavayê Kurdistanê bi pêşketî yek ji endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê Hesen Elî Mihemed, ji me re axivî û diyar kir ku şoreşa Rojava di nava xwe de yek ji şeroşên herî girîng şoreşa ziman pêşxist.

‘Eger zimanekî kesekî nîne be, ew kes bê nasname, bê dîrok û bê pêşeroj e’

Hesen Elî Mihemed bi şirove kirina girîngiya perwerdê dest bi axaftina xwe kir û got; “Navê min Hesen Elî Mihemed, endamê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê. Ji bajarê Qamişlo me. Dema ku destpêkê şoreş ava bû, me pir zehmetî dîtin, ji ber ku avakirina şoreşekî ne hêsane û ne jî tesadûfe. Beriya ku şoreş were avakirin, amadekarî ji gelek tiştan re hatibû kirin, wekî saziyên me ya zimanê Kurdî, beriya ku şoreşa were pêşxistin, me bi dizî xebatê xwe ya perwerdeya zimanê Kurdî dida meşandin. Piştî avabûna şoreşê jî weke her saziyekî din, saziya zimanê Kurdî jî bi awayekî fermî bi pêşxist. Me saziya zimanê Kurdî bi kêm derfetiya xwe, bi tirsa xwe ya li hember Rêjîmê û bi zehmetiyan bi rêve bir. Armanca me her pêşxistina zimanê Kurdî bû. Ji ber ku Rêber Apo jî dibêje “Asta pêşxistina jiyanê, ji asta pêşxistina ziman tê”, eger zimanekî kesekî nîne be, ew kes bê nasname, bê dîrok û bê pêşeroj e. Ji ber ku her tişta mirovekî ji zimanê wî destpêdike.”

‘Şoreşa ziman ya ku li Rojava bi pêşketî, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ye’

“Me jî destpêkê zehmetî kêşan, bi taybet ji ber ku kesên karbin zimanê Kurdî bixwînin û binivîsin, pir kêm bûn, kesên amade jî nîn bû. Xebatê me ya perwerdê ji çend kesan destpêkir. Ji ber aboriya kêm jî me gelek astengî dîtin, kesên wisa ku karbin, malên xwe ji me re vekin jî pir kêm bûn. Tapî herkes jî dizane, bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo û tevgera azadiyê, me karîbûye pêşketinên bi vê rengî bi dest bixin. Tevgera azadiyê ji beriya ku şoreş destpêbike de, amadekariyên xebatên bi vî rengî dikir, piştî avabûna şoreşê jî amadekariyên ku hatibûn kirin, me jî ji wir de xebat berdewam kir. Li ruxmî hemû zehmetî û kêm derfetiyan, dîsa me xebata xwe dewam kir û heya em gihîştin vê astê. Em dikarin bêjin di roja me ya îro de 21500 mamosteyên me çêbûne, ji wan zêdeyî 10000 mamosteyên me, bi zimanê kurdî dixwînin û nivîsînin. Ji derveyî wê bi hezaran xwendakarên me hene, bi zimanê Kurdî dixwînin û dinivîsin, ev tiştekî ji rêzê nîne.”

‘Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû’

“Çawa ku di şoreşa Rojava de şoreşa çekdarî destpêkir û bi serket, şoreşa ziman jî destpêkir û bi serket. Serkeftina şoreşa Rojava di avakirina şoreşa ziman de bû. Heya roja îro gelek akademî, peymangeh û zanîngehên me çêbûne. Di nava van salên ku me şoreş avakirî de, me Rêjîm ji qadên xwe derxistin û me perwerdeyên xwe ya zimanê dayîkê dîtin. Di nava tevahî şoreşên dinyayê de, dikarim bêjim pir kêm şoreşan karîbûne derfetên bi vê rengî bi dest bixin.”

 

NC// Îlan Kobanê

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Her sê NATO’yên DYA’yê jî nikarin pêşî li hilweşîna kapîtalîzmê bigirin

Nivîsa Pêş

TAYBET – Dengê Gerîla: Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
TAYBET – Dengê Gerîla: Berxwedana 14’ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

TAYBET - Dengê Gerîla: Berxwedana 14'ê Tîrmehê li ser esasê fikirên Rêber Apo bû

TAYBET – Şehîdên 14’ê Tîrmehê ji bo mirovahiya azad ji nû da dîrok nivîsandin

TAYBET - Şehîdên 14'ê Tîrmehê ji bo mirovahiya azad ji nû da dîrok nivîsandin

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonalîst: Ji Bo Rojava Rabin Ser Piyan, Bersiva Seferberiyê Bidin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.