Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRK’ê nasnameya şehîd Rûken Jiyan eşkere kir

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), şihadeta gerîlaya Hêzên Parastinê Jinê (HPJ) ên Rojhilatê Kurdistanê Rûken Jiyan (Sena Mayûf) ragihand.

Edîtor: Nucan Serdoz
13/07/2022 - 11:01
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
YRK’ê nasnameya şehîd Rûken Jiyan eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK), bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hevrêya wan Rûken Jiyan (Sena Mayûf) di bûyereke xwezayî de şehîd bûye û nasnameya wê eşkere kir.

Di daxuyaniya YRK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 1’ê Tîrmehê 2022’an de, hevala me Rûken Jiyan, bi hevalên xwe yên yekîneyê re dema ku li ser erka xwe bû di encama bûyereke xwezayî de şehîd bû.

Bi salên dirêj li çiyayên Kurdistanê li hember dijminê dagirker têkoşînek bê hempa tê meşandin. Ev têkoşîn di her milî de di şert û mercên zehmet de tê rêvebirin. Di vê têkoşînê de çiyayên Kurdistanê ji bo me bû stargeh û qadên jiyanê. Lê ev bûyerê ku rû da bêşansîyek mezin bû û yekîneyên me yên Rojhilatê Kurdistanê jî pir xemgîn kir. Em di serî de ji bo malbatê Şehîd Rûken û ji hemî gelên xwe yên welatparêz sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina têkoşîna azadiyê dubare dikin.

Nasnameya hevala me Rûken Jiyan wisa ye:
Nav paşnav: Sena Mayûf
Nasnav: Rûken Jiyan
Cihê beşdarbûnê: 2016/Qamişlo
Dem û cihê şehadetê: 01.07.2022 / Şaho

Hevrêya me Rûken Jiyan bi eslê xwe Ereb e û li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Hîn di temenek ciwan de Tevgera Azadiyê nas dike û bi vê naskirinê re tevlî nava refên gerîla dibe. Demên wê ya ciwantî di Şoreşa Rojava de şikil digre û di wê pêvajoya germ û gur de fikir û felsefe ya Rêber Apo nas dike û biryarê dide ku bi vê bîrdoziyê bijî. Bi taybet jî bîrdoziya jina azad pir zêde bala hevala Rûken dikêşe. Êdî riya çareseriyê di vê bîrdoziyê de dibîne û vê carê biryara xwe dide ku tevlî navê gerîla bibe. Dema xwe digihîne çiyayên azad di têgihiştin û tevlîbûnê de pirsgirêkên cidî re rûbirû nayê, wekî jineke Ereb xwe di nav refên gerîla de zêdetir rehet dihisîne û xwe dide emel û pratikên tevgera Apoyî. Jixwe hevala me Rûken di ezmûnên şoreşa Rojavayê de jî baş fam kiribû ku pergal û paradîgmaya ku Rêber Apo pêşkeşî me dike de her netewe, yekeyên civakê divê zêdetir bibe aidî xwe. Ji ber vê jî di nav refên me de ti carî xwe weke biyaniyek nehisand, bi dil û can, bi azweriyek mezin meşa xwe ya azadiyê meşand. Hevala me ya bi rûmet Rûken Jiyan weke jinek Ereb bû mîlîtana Rêber Apo, di vê heqîqetê de ji bo me şopek bingehîn hişt.

Her ku di îdeolojiya Rêber Apo de kûr dibe rastiya jinê ya civakî û dîrokî fam dike, bi bîrdoziya azadiya jinê xwe ji nû ve ava dike da ku bikaribe li hember paşverûtiya ku ji milê hişmendiya zilamê serdest li jinan tê sepandin bi têkoşîna xwe bibe bersiv. Şehîd Rûken bi sekn û tevlîbûna xwe re destnîşan kir ku eger jinek biryara xwe ji milê azadiyê ve bide, hewl bide ku wekî jinek bibe ya xwe, her cure astengiyan dikare derbas bike. Hevala Rûken her ku bîrdoziya Rêbertî de serwext bû, xwest zêdetir kar bike, milekî din de jî xwest ku gelê Kurd bi her awayî nas bike. Gelekî bindest ku ji bo azadî tu sinoran nas nake ji bo heval Rûken akademiya jiyanê bû. Di vê akademiyê de xwe zêdetir nas kir, hewildanê serkeftinê di jiyanê xwe de kêm nekir. Bi meşa xwe ya di nav refên gerîla de bi tempoyeke bilind xwest ber bi azadiyê ve bibeze û ji bo ku bikaribe bibe rêhevala Rêber Apo di hemû kêliyên jiyana xwe de bi bîrdoziya rizgariya jinê jiya û bû gerilayeke jin ya herî serkeftî a modernîteya demokratîk.

Hevala me Rûken di sala 2018’an de berê xwe da qadên Rojhilatê Kurdistan. Ji roja ku di nav xebatê de cihê xwe girt heta kêliya şehadetê xwe bêyî teredutê, bi xwestek û kelecanek mezin kar kir. Meraq û hezkirina wê ya bilind hişt ku çand û dîroka vê herêmê nas bike û bi ahengek herî xweş bi civaka vê dere re bibe yek. Pir caran diyar dikir ku ku xeyala wê ya herî mezin ev e li çiyayên Şaho gerîlatiyê bike û gelên wê herêmê ji nêz ve nas bike. Rêhevala me Rûken tu carî xeyalên xwe neda kêlekekî, wekî ku Rêber Apo teşwîq dikir her tim pê re jiya û ji bo ku bikaribe xwe bigihîne wan bû xwedî hewildanên pir mezin û di encam de bi rihek herikbar ber bi xeyalên xwe ve herikî. Bi sekna xwe ya her dem bala wê li ser armanca wê bû, di wateya rasteqîn ya şoreşgerî de dijiya. Hevala me ya xwînşîrîn Rûken Jiyan di vê têkoşîna azadiyê de qasî ku hişmendiya jina azad nas kir di heman demê de li hember hişmendiya zilama serdest jî xwedan fikir û helwest bû. Ew wek mîlîtanek rêya jina azad nirxên giranbiha ji me re hişt. Em jî wek hevalên wê pêwîst e hewldanên wê fehm bikin û di bicihanina bîrdoziya Rêber Apo de wekî wê bibin xwedan pratîk û azwerî. Li hemberî heqîqetê vê jiyanê ewqas bi baldar û bi meraq bû ku ji destpêkê heta niha hemû dînamîzmên ku di Tevgera Azadiyê de hatine jiyîn, lêkolîn dikir û hewil dida di nav vê deryayê wateyan de avjenî bike û pê re bibe yek. Kesayeta wê ya lêgerînvan wê zêdetir nêzî felsefeya Rêber Apo dikir û di rêya famkirina fikir û felsefeya Rêbertî de bi tempoyek bilindtir pêş diket. Rêhevala me Rûken bi hemû jiyana xwe ya şoreşgerî ve bû pîvana vê xetê û bû pêşenga vê dozê.

Heval Rûken li hember dagirkeriya Kurdistan û Rojhilata Navîn bi hişmendiyek kûr xwedî têkoşîn û şerek mezin bû. Ji ber ku di zanebûna rastiya dijmin de asteke wê ya pir bilind hebû hemû hevalên li kêleka xwe jî di vê mijarê de zane dikir, ronî dikir.

Îro bi şehadeta heval Rûken kîn û nefreta me ya li hember dijminên dagirker zêdetîr bû û fikir û hestên tolhildanê ku di dil û mejiyê me de her tim geş e hîn dijwartir bû. Ji ber vê rastiyê wekî yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê em ê her tim li pey şopa şehîd Rûken bimeşin û bi hewildanên herî bilind xwedî armanc û xeyalên şehîdên xwe derbikevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KCK: Berxwedana 14’ê Tîrmehê, hêviya azadiyê ya gelan ji nû de bi dest xist

Nivîsa Pêş

NPG: Li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê, emê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
NPG: Li ser şopa şehîdên 14’ê Tîrmehê, emê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin

NPG: Li ser şopa şehîdên 14'ê Tîrmehê, emê Şoreşa Azadiyê ya Kurdistanê bi serfiraziyê tacîdar bikin

Li ser berxwedana gerîla ji koma Şehîd Serdeşt klîpekî nû

Li ser berxwedana gerîla ji koma Şehîd Serdeşt klîpekî nû

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.