Enter your email Address

Pazartesi, Şubat 2, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN: Hêzên dagirker li hember gerîla bê çare mane – 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin

Dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, balefir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û çalakiyên gerîlayan jî bênavber didome. Di çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Edîtor: Nucan Serdoz
16/05/2022 - 15:53
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
LEZGÎN: Hêzên dagirker li hember gerîla bê çare mane – 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ev daxuyanî da.

“Hêzên me yên gerîla li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk çalakiyên xwe bênavber didomîne. Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi çekên kîmyewî, 29 caran bi balefirên şer û bi dehan caran bi obusan êrişî Qadên Berxwedanê kiriye. Di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker jî birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrişî hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa ye:

LI HERÊMA AVAŞÎNÊ

Di 15’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir û piştre xwest ber bi çeperên şer ve were. Saet di 12.25’an de hêzên dagirker ên li dora çeperên şer bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sabotaj û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 15’ê Gulanê de saet di 13.30 û 15.55’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan û herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve werin û bi çekên kîmyewî, balefirên şer, helîkopterên êrişî û bi obusên ji qereqolên li ser sînor Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.

Di 16’ê Gulanê saet di 06.30’an de hêzên dagirker dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Ji ber mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

LI HERÊMA ZAPÊ;

Di 15’ê Gulanê de danê sibê artêşa Tirk a dagirker saet 10.30’an bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar, obus û 3 caran bi çekên kîmyewî çeperên Girê Cehenemê yên Berxwedanê ya Çiyareş bomberdûman kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî ku dagirkerên li derdora çeperên şer ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Di heman saetan de dagirkerên li herêmê ku ketibûn bin kontrola yekîneyên me yên gerîla, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Li vir jî 4 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Dagirkerên ku heman rojê saet 19:00’an careke din xwestin bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve du caran bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Di encama van rêzeçalakiyên bi bandor ên li dijî dagirkerên ku nekarîn bikevin çeperên şer ên hêzên me ku bi biryarbûn û îradeyek mezin parastin, xwestin vê carê bi çekên kîmyewî bi pêş ve biçin, bi giştî; 12 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.

Di 15’ê Gulanê saet 14:30 û 16:30’an de dagirkerên  li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin û derbkirin. Di encama van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 15’ê Gulanê saet 15:0’an de artêşa TC’ê ya dagirker xwest ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin. Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên giran de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê paşde vekişîn.

Şeva 15’ê Gulanê 2 helîkopterên êrîşê yên xwestin herêma Çemço bombebaran bikin rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û piştre helîkopter ji qadê derketin.

Di 15’ê Gulanê de çeperên şer ên Girê Şehîd Hewrê yên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 19 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

LI HERÊMA METÎNA;

Di 15’ê Gulanê saet 10.10’an de qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker ku di nava sînorên Başurê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û hedefên diyarkirî bi awayekî xurt hatin lêxistin. Heman rojê saet 16.30’an de bi taktîka sûîqestê êrîş li dagirkeran hatiye kirin û di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di 15’ê Gulanê de qadên Sîda, Çiyareş, Girê Cûdî, Girê FM, Şikefta Birîndara, Karker, Şehîd Şahîn, Girê Amediye, Girê Ortê û Kurojahro yên herêma Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê, obusan ve ji qereqolên li ser xeta sînor û 29 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye.

15’ê Gulanê Girê Hakkarî yê herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor ji aliye obusan û balafirên şer ve hate bombekirin.

15’ê Gulanê quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan hatiye bombekirin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzên Sûriya Demoqratîk “HSD” li Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ’ê girtin

Nivîsa Pêş

Ciwan û jinên ciwan ên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Ciwan û jinên ciwan ên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Ciwan û jinên ciwan ên Kobanê li dijî êrîşên dagirkeriyê meşiyan

Şehîd Ekrem Ustak li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî hate definkiririn

Şehîd Ekrem Ustak li Şehîdgeha Şehîd Xebat Dêrik bi merasîmeke girseyî hate definkiririn

Manşet

  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin
  • Ciwanên Kurd Li Berlînê Piştgiriya Xwe Ji Bo Rojava Nîşan Dan: 14 Rojên Xwepêşandanên Bênavber
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin
  • “Li Kurdistanê Em Serketin û Emê Serbikevin”
  • Ciwanên Kobanê dev ji parastina heremê bernadin
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

Herî zêde hatine xwendin

  • Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    Li Siegessäule Ji Bo Kobanê Pankartêk Hat Daliqandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên li taxa Til Hecer Nobedariyê Dikin: “Rojava ya me ye, em ê Heta Dawiyê Biparêzin.”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Cahîd Hesen: “Yên ku duh û îro li Rojava tekoşîn dikin YPG û YPJ ne, ne tu kesekî din e”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Dêrikê Şehîdên Berxwedana Rojava Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekaran û Hêzên Ewlehiyê li Qamîşloyê Semînerek Dijî Madeyên Hişber Lidar Dixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Qamişlo Bi Stranên Xwe Nobet Digirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê piştî hevpeymanê carekî din li qadan in

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga parêzvanên Kobanê ji bo ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.