DÊRAZOR – Hêzên Sûriya Demoqratîk (QSD) li ser malpera xwe ya femî ragihand ku hêzên wan di çarçoveya hemleya “şopandin û tunekirina şaneyên DAIŞ`ê” de, li gundewarê rojhilatê Dêrazorê 5 çeteyên DAIŞ`ê girtin.
Li gorî malpera QSD`ê, wan bi koma terorîst re çek û belgeyên ku pêkanîna hejmareke çalakiyên terorîst li dijî hêzên leşkerî û sivîlên herêmê îsbat dikin, desteser kirin.



