KOBANÊ – Di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de li Kobanê meş hate li darxistin.
Li Kobanê di bin drûşmeya “Li dijî îxanet û dagirkeriyê, Werin Cenga Azadiyê”, di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan de, meşeke girseyî li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û hevkarê wê PDK’ê ve hate li darxistin.
Çalakvanên ku amade bûne, di nava meşê de bi siloganên weke ‘Bêjî Serok Apo, Bimire îxanet, Bêjî berxwedana gerîla’ bangkirin, û alên PKK’ê, wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û alên TCŞ û YJC ve rakirin. Di heman demê de ciwanan ji bo sekna xwe ya li kêleka ciwanên Êzîdî jî pişterast bikin, bi siloganê weke ‘Bêjî Berxwedana Gelê Şengalê’ bangkirin.
Ciwanan di nava meşê de tevahî gelê berxwedêr û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê silav kirin û dan diyarkirin ku, ewê heya dawiyê li kêleka gerîla cihê xwe di nava berxwedanê de bigirin, û nehêlbin ku dagirker war û welatê wan dagir bike. Heman demê de dijminatiya PDK’ê jî bi tundî hate şermezar kirin û ciwanan bi helwestên xwe peyam dan PDK’ê ku wê PDK’ê tu carî rê nebîne pê Kurdistanê dagir bike.
Herî dawî li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ve axaftin hate kirin, di axaftinên ku hatine kirin de hat diyarkirin ku ciwanên Kobanê bi her şêwazê li hember êrîşên dagirkeriyê di nava çalakiyan de ne, wê heya serkeftin û azadiyê jî dev ji kolanan bernedin.



