Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Yên ku baxçeyên me yê azadiyê afirandin, gulên gulanê ne

Edîtor: Nucan Serdoz
03/05/2022 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Yên ku baxçeyên me yê azadiyê afirandin, gulên gulanê ne
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –

Serokatiya me ku got; “Hakî rihê min ê veşartiye” û piştî şehadeta wî jî ragihandina PKK’ê…

Delal AFŞÎN

Dîsa bahar, dîsa şer, dîsa lêgerînên azadiyê… Dîsa em bahareke nêzîkî jiyanê, nêzîkî azadî û nêzîkî aştiyê dijîn. Afirandina vê bahara ku em dikarin weke baharbûna gelan jî binirxînin, wer xweber çênebûye. Divê em her kedeke ku di ber van nirxan de hatine dayîn bibînin, li gorî vê yekê jî berpirsyariyan rabikin. Weke rêwî û rêbwarên vê rêka azadiyê ku em di vê rêkê de dimeşin, şehîdên qehreman bibîr neanîn, şêwazê jiyana wan û têkoşîna wan a nîvco mayî pêşnexistin, tê wê wateyê ku mirov ji erkên dîrokî re amade nîn e. Rastiya şehîdan, ji her demê zêdetir vê yekê îro li me disepîne. Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiyê wate li her kêliya ku em dijîn barkirin û bi vî awayî jiyana nû afirandin, wê bibe bersiva her baş a ku em bidin şehîdên xwe.

Qehremanê nemir ê 18’ê Gulan’ê Rêheval Hakî Karer, eslê xwe ji Behra reş e. Rêheval Hakî bi kevneşopiya şoreşê ya ciwanên Behra reş ve girêdayî ye, bawerî bi vê yekê aniye ku şoreşa Tirkiyê jî bi şoreşa Kurdistanê pêkan e û li ser bingehê vê baweriya xwe jî bêyî ku dudiliyekê bijî li Kurdistanê ji bo biratiya gelan bi awayekî enternasyonalîstî têkoşiya ye. Nirxên ku baweriya xwe pê tîne heya dawiyê parastin û jiyanîkirin, taybetmendiya herî bingehîn a Rêheval Hakî Karer e. Hêzên sîxûr û hevkar ku li hemberî vê azwerî û biryardariya Rêheval Hakî Karer binketina xwe ya mîsoger dîtin, di 18 Gulan’a 1977 an de li taxa Dûztepaya Dîlokê ku lê gelek şoreşger jî lê diman, ji bo ku nîqaş bikin gazî kirin qahwexaneyekê û bi plangeriyekê qetil kirin. Kesên ku Rêheval Hakî Karer qetil kirin, îro ketina sergoya dîrokê. Rêheval Hakî Karer jî weke pêşengê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn rûpelekî nû li dîrokê vekiriye. Li pêy wî de jî bi hezaran Hakî jidayîk bûne. Rêheval Hakî Karer, bi nirxê ku dayî mirovan re, bi ked û baweriya ku bi biratiya gelan anî re ku dîrok ji nû ve nivîsandiye, di dilê gelê Kurd de jî cihê xwe yê efsanewî girtiye.

Serokatiya me ku got; “Hakî rihê min ê veşartiye” û piştî şehadeta wî jî ragihandina PKK’ê, di encama baweriya bi şoreşê û bi şêweyekî Hakiyane girêdanbûna bi hevaltiyê de derketiye holê. Kesayeta Hakiyane ya ku pêdiviyên hevaltiya Serokatî her tim û bi awayê herî baş famdikir û pêktîna, ew rih e ku di roja me ya îro de jî nûnertiya vê ya herî baş dike.

Îro, di demokratîzekirina Tirkiyê û avakirina Kurdistana azad de eger gelê Kurd û Tirk li ser zemînê hevbeş têne cem hev; ev, mîsogeriya nemiriya rihê Hakî Karer û jiyana wî ye.

Hevalê Xelîl Çavgûn, di salvegera yekem a şehadeta Rêheval Hakî Karer de dema ku pankart dardedikir, şeva 18-19 Tirmeha sala 1978 an li navçeya Hîlwana Rihayê ji aliyê çeteyên ku bi polîsan re hevkarî dikirin ve bi awayekî îşkencewarî hat qetilkirin. Hêzên darbekar û faşîst ên ku ji Heval Hakî Karer, ji Heval Xelîl Çavgûn û belavbûna rihê Hakî  ya li hemû Kurdistanê ditirsiyan, di her firsendekê de ciwanên APO’yî ji xwe re kirine hedef. Bi van tevkûjî û rêbazên qirêj ve her çend xwestibin pêşiya Tevgera Azadiyê bigirin da ku mezin nebe jî, van şehadetan têkoşîn mezintir kir û gihande merheleyekî nûtir. Hêzên planger ên ku nekarîn bizanin ka girêdanbûna bi hevaltiyê û hêza wê ya tolhildanê çi qas xurt e, kir ku ew di nava wan planên xwe yên qirêj de bifetisin.

Ji qehremanên nejbîr ên berxwedaniya zindanê û weke “çaran” navên xwe li dîroka têkoşîna me jî neqişandî ne, Rêheval Ferhad Kurtay, Eşref Anyik, Mahmut Zengîn û Necmî Oner jî ji nemirên 18 Gulanê ne. Di 17 Gulana 1982 an de li zindana Amedê, li hemberî hewldanên teslîmgirtina rihê azad ê Kurd bi agirberdana bedenê xwe ve bersiva vê yekê dane. Di rêka agirdar a ber bi azadiyê ve de; çar beden û çar can bûne yek beden. Li pêşiya rastiya Kurdê azad ku ti sînor û bend nikarin bêne danîn, ev yek bi çalakiyên xwe ku nîşanê hemû dinyayê dan, di girseyîbûna têkoşîna azadiyê de û her wiha jiholêrakirina ferasetên şaş ên ku li pêşiya têkoşînê dibûn asteng û bi vî rengî pêşxistina gerîla de ji zindana Amedê heya çiyayên Kurdistanê bûne pirekî mezin. “Çaran”, ne tenê bi çalakiya xwe, bi şêwazên xwe yên jiyanê ve, bi xwedî li têkoşîna azadiyê derketinê ve û her wiha bi girêdanbûna xwe ya bi hevaltiyê ve di dilê gelê Kurd de cihê xwe girtin û karîn heya roja me ya îro jî bi vî awayî bijîn.

Ji şehîdên nemir ên 18 Gulanê Îbrahîm Kaypakkaya ku bi feraseta xwe ya jiyanê û bi şêwazê xwe yê têkoşînê ve ji bo biratî û têkoşîna hevbeş a gelan bi awayekî qehremanane ti sirek aşkera nekir û li zindana Amedê weke abîdeyekî berxwedaniyê bû destan.

Em niha bi dirûşma Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad ve dikevin pêvajoyekî têkoşînê ya nû. Pêvajoyekî têkoşînê ya bi vî rengî wer xweber pêşneketiye, bi kedên ciwanên APO’yî ve weke ku bi derziyê bîr bikolin, hatiye afirandin. Yên ku baxçeyê me yê azadiyê afirandin gulên Gulanê ne û şehîdên 18 Gulanê jî gulên vî baxçeyî yên ku ti caran naçilmisin in.

Di têkoşîna azadiyê ya gelan de nemiriya van nirxên ku bi hezaran ked û rêncderiyê ve hatine afirandin, bi hêza rêxistinbûna vî gelî ve girêdayî ye. Zemînê ji her demekê zêdetir pêşxistina vê rêxistinê ji aliyê şehîdên meha Gulanê ve hatiye afirandin. Erka ku dikeve ser milê me ew e, em xwedî li vî mîrateyê derbikevin û têkoşînê zêdetir bilind bikin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 3’Ê GULANA 2022’YAN

Nivîsa Pêş

Têkoşîna hevala Sara her bilind bibe

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Têkoşîna hevala Sara her bilind bibe

Têkoşîna hevala Sara her bilind bibe

TAYBET – Ciwan û jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê: PKK’ê partiya gelê Kurd û hemû Kurdistanê ye, ji mafê wê ye ku li Kurdistanê xebat bike

TAYBET - Ciwan û jinên ciwan ên Başûrê Kurdistanê: PKK'ê partiya gelê Kurd û hemû Kurdistanê ye, ji mafê wê ye ku li Kurdistanê xebat bike

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Ciwanên Kurd ên Esenler’ê li dijî komployê çalakî!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Pênûsa Gerîlla: Gerîlla û Rastiya Jiyanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.