Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya 3 şehîdê 2017’an ên Botanê ragihand

"Malbatên hêja yên hevalên me Partîzan, Kemal û Çekdar di serî de yên ku wekî milîtanên Rêber Apo û PKK’ê ji bo azadiya gelê me şer kirine û di vî şerê rûmetê de şehîd bûne, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
05/04/2022 - 15:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 10 mins read
A A
HPG’ê nasnameya 3 şehîdê 2017’an ên Botanê ragihand
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Sala 2017’an bû sala herî giran a êrişên tasfiyekirinê yên artêşa Tirk a qirker ku sala 2015’an da destpêkirin. Li dijî van êrişan, gerîlayên Kurdistanê bi îradeyeke ji pola li ber xwe dan û armancên tasfiyeyê yên dagirkeran pûç kirin. Di vê pêvajoya şer de, hevrêyên me yên ku bi fedakariyeke mezin şehîd bûn, hêviya serketinê afirandin. Hevrêyên me Partîzan, Kemal û Çekdar, di vê pêvajoya şer de li herêma Botanê li dijî dagirkeran şer kirin û Botan kirin navenda berxwedanê. Van hevrêyên me heta nefesa dawî li ser bingeha felsefeya Rêber Apo li ber xwe dan û canê xwe di ber welatê xwe re feda kirin. Em soza xwe dubare dikin ku wezîfeyên xwe yên şoreşê yên ku van hevrêyên me yên hêja radestî me kirine bi ser bixînin û dilsozê bîranîna wan bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Partîzan Herekol
Nav paşnav: Emre Ablak
Cihê jidayikbûnê: Mersîn
Dayik-Bav: Rabîa-Mûhsîn
Dem û cihê jidayikbûnê: 1’ê Cotmeha 2017 / Besta
Nasnav: Kemal Avesta
Nav paşnav: Aydin Mamak
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Rahîme-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 4’ê Mijdara 2017 / Cûdî
Nasnav: Çekdar Baxtiyar
Nav paşnav: Abdulmûttalîp Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Erzan-Abdûrrahman
Dem û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2017 / Wan

 

PARTÎZAN HEREKOL

Hevrêyê me Partîzan ku bi eslê xwe ji Berwarî ya Sêrtê ye, li Mersînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber polîtîkayên koçberkirinê yên dijmin ku ji bo qirkirina Kurdan dimeşîne, malbata hevrêyê me Partîzan neçar ma ku koçî metropolên Tirkiyeyê bike. Lê belê ti carî têkiliya xwe ya bi xaka xwe re, pêwendiya bi Kurdistanê re qut nekirin. Hevrêyê me Partîzan jî tevî ku li metropolên Tirkiyeyê ji dayik bû û mezin bû, bi çanda welatparêziyê ya ku ji malbata xwe wergirtî, kesayetiya xwe ava kir. Bi xurtî xwe bi çanda Kurd ve girt û ji koka xwe qut nebû. Lewma jî li pêşberî şerê azadiyê yê li Kurdistanê xemsar nebû. Polîtîkayên qirkirin, asîmîlasyon, tunekirin û înkarê yên dijmin ên li ser gelê Kurd ti carî qebûl nekir û timî li dijî dijmin têkoşiya. Hevrêyê me Partîzan her tim hewl da têkoşîna xwe mezin bike û di serî de ji bo parçekirina tecrîda li ser Rêberê me û misogerkirina azadiya wî, ji bo karibe bersivê bide lêgerîna azadiyê ya gelê me, ji bo xwedîderketina li bîranînên şehîdên leheng di sala 2012’an de tevlî nava refên gerîla bû. Sala 2012’an ku şer hingî gelekî giran bû, hevrêyê me Partîzan di nava şert û mercên şer de perwerde dît, lewma jî vê yekê bandor li wî kir û hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe xurt kir. Hevrêyê me Partîzan li Xakurkê hînî gerîlatiyê bû û di demeke kurt de xwe bi pêş xist, ji bo karibe bersivê bide nirxên ku Rêber Apo ji bo gelê Kurd afirandine, bi rengê herî baş têkoşiya. Di navbera salên 2013-2014’an de dema ku çeteyên DAÎ’Şê êriş birin ser gelê me yê li Rojava, li dijî hewldanên tunekirina destketiyên gelê me û komkujiyan, berpirsyarî û erk danî ser milê xwe û bi rengekî çalak li dijî çeteyan şer kir. Di vê pêvajoya şer de bi tevlîbûna xwe ya bi wêrekî û kedkar, bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Her wiha bi tecrûbeya ji vê derê werirtî ji bo karibe li dijî dewleta Tirk şer bike, ku dijminê sereke yê gelê Kurd e, pêşniyar kir ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe. Li ser vê yekê vegeriya çiyayên Kurdsitanê û tevlî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Sedema sereke ya tevlîbûna hevrêyê me Partîzan li nava rêxistiniya Hêzên Taybet ew bû ku dixwest di felsefeya Rêbertî de xwe hîn kûr bike û bibe fedayiyê felsefeya Rêber Apo. Hevrêyê me Partîzan gihîşt wê baweriyê ku tenê bi tevlîbûneke li ser xeta fedayî û têkoşîna li ser vê xetê dikare bi ser bikeve. Lewma jî timî têkoşiya. Hevrêyê me Partîzan di salên 2015 û 2016’an de di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de bi taybetî li Cizîr û Silopiyayê ji ber ku dijmin bi rengekî nemirovane komkujî li gelê me dikir, berê xwe da navenda berxwedana me ya gerîla Botanê. Bi kelecana hesabpirsîna ji dijmin, hevrêyê me Partîzan derbasî herêma Botanê bû, hewl da bibe nûnerê herî radîkal ê xeta fedayîtiyê û kete nava kûrbûna vê yekê. Li gel vê yekê her wiha ji bo hêjayî Rêbertî û hevrêyên me yên şehîd bibe hem di şer de hem jî di jiyanê de bi fedakariya xwe xwe da pêş. Bi taybetî da ser şopa hevrêyên me Botan, Harûn, Zinar û Sema ku bi hev re dixebitî û bi çalakiyên fedayî derbên giran li dijmin xistin. Bi bîranîna van hevrêyan re dilsoz ma. Bi hêz û morala ji şehîdan wergirtî hevrêyê me hîn bi xurtî tevlî kar bû. Bi kesayetiya xwe ya dilznim, sade û têgihiştî bû milîtanekî fedayî û şervanekî baş ê Rêber Apo.

KEMAL AVESTA

Hevrê Kemal li Silopiyê ya ku di her dema dîrokê de bûye keleha berxwedanê ji dayik bûye. Di zaroktiya xwe de bûye şahidê polîtîkayên qirêj ên ku dijmin li ser gelê me meşandiye û ew bi çîrokên qehremaniya gerîlayên Kurdistanê, partiya me PKK nas kiriye. Têkoşîna ku li çiyayên Kurdistanê li hemberî zilma dijmin hatiye dayîn bala heval Kemal kişandiye û xeyala wî ev bûye ku rojekê bibe gerîla.  Heval Kemal ketiye bin bandora şehadetê hevalên me yên li dijî dagirkeriyê şer kirine û wekî her ciwanên Kurd ên bi rûmet di sala 2015’an de ji bo stendina tola şehîdên me, berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Heval Kemal ji jiyana PKK’ê û têkiliyên hevaltiyê yên ku mirov azad dikin tesîr stendiye û hewl daye bibe PKK’yiyekî baş. Di demên pêşîn de bi hestên pîroz tevlî nav refên gerîlayan bûye lê di nava demê de bi perwerdehiyên Rêbertiyê wî tevlêbûna xwe ya hestiyarî veguherandiye tevlêbûneke li ser fikr û ramanê û di tevlêbûna xwe de aliyên îdeolojîk xurttir kiriye. Wî bi saya perwerdehiyan guherînên di kesayetiya xwe de, bala hemû hevalên xwe kişandiye. Ji ber bandora partiya me PKK û felsefeya Rêber Apo wî her dem xwe li hemberî Rêber Apo, partiya me PKK û xeta şehîdan deyndar hîs kiriye. Ji ber vî aliyê xwe ew ketiye îddîaya ku bibe peyrewê Kemal Pîr û Mehmet Hayrî Dûrmûş û ji bo dayîna vî deynê xwe, bawerî pê aniye divê li hemberî dewleta mêtinger û qirker şer bike û derbasî qada Cûdî bûye ya ku li berpalên wê zaroktiya wî derbas bûye û xeyala wî ev bûye ku biçe lûtkeya wê. Ligel ku li qada Cûdî demeke kurt maye, bi helwesta xwe ya fedaî de bandor li ser hemû hevalên xwe kiriye û piştî ku tevlî nav refên şehîdan bûye jî, ji bo hevalên xwe yên li pişt wî maye bûye hinceta geşkirina têkoşînê.

ÇEKDAR BAXTIYAR

Heval Çekdar jî di nav malbateke welatparêz û kedkar de ji dayik bûye û  di nav derdoreke berxwedêr de mezin bûye. Di ciwanî de ew bûye şahidê êrişên ku li ser gelê me hatiye kirin û piştre ketiye nav lêgerînê. Ji bo naskirina felsefeya Rêber Apo û li hemberî dijminê qirker têbikoşe, ew ketiye nav hewldaneke mezin û biryar daye ku ji bo serfiraziya teqez têkoşîna gerîlatiyê hewce ye. Li ser vî esasî ew tevlî nav refên gerîlayan bûye, di perwerdehiyên sereke de xwe kûr kiriye û di nava demeke kurt de guhertinên radîkal di nav xwe de çêkiriye. Ji bo ku ew hêrsa xwe ya li hemberî dijmin veguherîne çalakiyê, wî kûrbûna di îdeolojiya Apoyî de ji xwe re kiriye esas. Di nava demeke kurt de wî di tarz û taktîka gerîlatiyê de xwe bi pêş ve biriye û israr kiriye ku ew li qada Botanê têbikoşe. Ew bi kesayetiya xwe ya kedkar, pratîk û mutewazî di dilê hevalên xwe de cih giritye û li her qada ku maye bûye milîtanekî mînak. Di şer de yê li dijî artêşa Tirk a dagirker wî bi saetan şer kiriye û tevlî hevalên xwe qehremaniyeke mezin nîşan dane. Hevalê me Çekdar heta fîşeka xwe ya dawîn li ber xwe daye û derbên giran li dijmin xistiye û ew ê wekî qehremanê Botanê her dem di têkoşîna me de bijî.

Malbatên hêja yên hevalên me Partîzan, Kemal û Çekdar di serî de yên ku wekî milîtanên Rêber Apo û PKK’ê ji bo azadiya gelê me şer kirine û di vî şerê rûmetê de şehîd bûne, em ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Malbata Şenyaşar: Li Rihayê zilma dadgeriyê meha Remezanê jî dewam dike

Nivîsa Pêş

‘Tu jî darekî biçîne’ Ji bo ji dayîkbûna Rêberê Gelan çandina şitlan – Xwendevanên Amedê jî tevlê bûn

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
‘Tu jî darekî biçîne’ Ji bo ji dayîkbûna Rêberê Gelan çandina şitlan – Xwendevanên Amedê jî tevlê bûn

'Tu jî darekî biçîne' Ji bo ji dayîkbûna Rêberê Gelan çandina şitlan - Xwendevanên Amedê jî tevlê bûn

Zindanan de buyerek tarî dîsa – Gotin xwîn çûye ser mejiyê wî!

Zindanan de buyerek tarî dîsa - Gotin xwîn çûye ser mejiyê wî!

Manşet

  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.