Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameyê sê şehîdên Botanê eşkere kir

Di serî de serê malbatên hevrêyên me yên hêja Rênas, Koçer û Rûstem ku peyrevên fermandarên me yên efsanewî Agît, Adil, Nûda, Gulbahat, li dilê têkoşîna me Botanê bi têkoşîna xwe û bi biryardariya berxwedana Apoyî xweziya tasfiyekirina gerîla a dijmin di gewriya wan da hiştin, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be. Em sond dixwin ku xeyalên 'Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad'' a şehîdên me bi cih bînin.”

Edîtor: Nucan Serdoz
06/03/2022 - 13:46
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 11 mins read
A A
HPG’ê nasnameyê sê şehîdên Botanê eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê sê gerîlayên ku di Adara 2017’an de li Botanê şehîd bûbûn, ev agahî da:

“Di Adara 2017’an de dem aku dewleta Tirk a dagirker li qada Botanê êriş kiribû, hevrêyên me Rênas, Koçer û Rustem ên ku li Botanê bi fedakariyeke mezin têdikoşiyan, şehîd bûne. Ev her sê hevalên me wekî gerîlayên mînak ên gerîlatiya modernîteya demokratîk, em wan bi rêzdarî bi bîr tînin û em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên wan pêk bînin.

Nasnameya her sê hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Rênas Mahabad

  Nav û paşnav: Îsmaîl Saîdî

  Cihê jidayikbûnê: Kotol

  Navê dê û bav: Sedîka – Mûhîttîn

  Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan

  Nasnav: Koçer Baran

  Nav û paşnav: Alî Erdal

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Fatim – Halîl

  Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan

  Nasnav: Rustem Cûdî

  Nav û paşnav: Reşat Ozmen

  Cihê jidayikbûnê: Erzirom

  Navê dê û bav: Fatma – Giyasettîn

  Dîrok û cihê şehadetê: Adara 2017’an / Botan

 

Rênas Mahabad

Hevrê Rênas li bajarê Kotolê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Ew bi berpirsyariya li hemberî malbat, derdor, gel û welatê xwe tevlî nav jiyanê dibe. Ew her dem çanda jiyana komunal û civakîbûnê ji xwe re dike esas. Di sala 1999’an de dema ku li hemberî Rêbertiya me komplo hate kirin, ew gelekî hêrs bû û bi feraseta ku xwedîlêderketina Rêber Apo xwedîlêderketina gel, welat û mirovayetiyê ye, dixwaze tevlî nav refên gerîlayan bibe. Lê wê demê ji ber ku temenê wî biçûk e, destûr nayê dayîn ku bibe gerîla. Lê di sala 2001’an de dibe gerîla. Ew li qada Xinêrê hînî gerîlatî û jiyana PKK’ê dibe. Tiştên ku li qada Qendîlê hîn bûye dixe pratîkê û ev tişt jê re dibin tecrube. Di sala 2003’an de berê xwe dide Bakurê Kurdistanê dikeve ser rêya hesappirsîna ji dagirkeran. Li qada Kato û Elkê ya Botanê salekê di pratîkê de dimîneû di salên 2004 û 2005’an de diçe qada Garisan. Di dawiya sala 2005’an de di şerekî de birîndar dibe û ji bo tedawiyê diçe qada Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî tedawiyê li Akademiya Mahsûm Korkmaz pratîka xwe ya gerîlatiyê ya 6 salan dinirxîne û wekî fermandarê serdema nû mezûn dibe. Piştî perwerdehiya li Akademiyê li Zapê têdikoşe û ji ber girêdayîna hevalên xwe yên li Botanê şehîd bûne, di sala 2007’an de dîsa diçe Botnaê û li qada Garisa ya Botanê 3 salan têdikoşe. Ew ji gelek kemîn û êrişên dijmin rizgar dibe, pêşengtiyê ji her çalakiyê re dike û derbên giran li dijmin dixe. Di sala 2009’an de di şerekî de birîndar dibe û diçe qada Bestanê. Ligel ku du caran birîndar bûye jî ew dev ji têkoşînê bernade. Piştî ku tedawiya wî diqede li qada Şehrîban a Bestayê dîsa dibe fermandarê tîmê. Li qada Besta 4 salan têdikoşe. Di salên 2011-2012’an de di Şerê Gel ê Şoreşgerî de ew tevlî nav pêngavan dibe. Ew bi sempatîkbûn, rêhevaltiya ji dil û rûkeniya xwe di nav hevalên xwe de tê hezkirin. Li ser vî esasî di sala 2014’an de dibe Fermandarê Herêma Garisa û heta sala 2016’an li Garisa û Herekolê fermandariyê dike û piştre li qada Besta dibe fermandarê herêmê. Ew pratîka sala 2016-2017’an li vir derbas dike. Di bihara 2017’an de di operasyoneke dijmin de li herêma Bestayê piştî şerekî qehremanî şehîd dibe. Heval Rênas wekî hevalekî me yê ku di milîtaniya Apoyî de xurt bûbû di fermandariyê de bûbû hoste, heta nefesa xwe ya dawîn li ser vê xetê têkoşiya. Em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku divê çeka heval Rênas Mahabad li erdê nehêlin û tevlî nav refên gerîlayan bibin.

Koçer Baran

Hevrêyê me Koçer li navçeya Hezexê ya Şirnexê li nav malbateke welatparêz ji dayik bûye. Ji ber sedema ku malbata xwe koçer e, bi çanda koçeriyê mezin bûye, her wiha bi demê re piştî ku malbat Partiya me nas dike, pîvanên jiyana welatparêziyê li ber xwe datîne. Malbata hevrêyê me Koçber salên 90’î ji ber zext û zordariya dijmin, ji ber ku qebûl nekirin bibin cerdevan, koçî Nisêbînê dike. Li vir jî ji helwesta xwe ya welatparêz nehatiye xwarê û dilsoziya xwe domandiye. Hevrêyê me Koçer ku salên 90’î di nav atmosfera giran a şer de mezin bûyî, hewl daye ku rastiya dijmin nas bike û li dijî dijmin ji kûr ve bûye xwedî helwest. Dema ciwantiyê Partiya me nas kiriye û bûye dilxwazê partiya me PKK’ê. Di vê demê de armancên sereke ya Partiya me nas kiriye. Sala 2006’an tevlî serhildanên Bakurê Kurdistanê dibe ku ev serhildan tesîrê li ser tevahiya Bakur dike û dijmin tê ber rewşa têkçûnê, cara pêşî di van serhildanan de rasterast li dijmin rast hatiye û hêrsa xwe ya şoreşger bi pratîka şoreşger daniye holê. Hevrêyê me Koçer ku dema serhildanan hêsîr ketî dijmin 6 mehan li zindanê dimîne. Zindan jî weke qadeke têkoşînê nirxandiye, li vir ji helwesta xwe ya li bara dijmin nehatiye xwarê. Her wiha qada zindanê weke atmosfereke akademîk dîtiye û perwerdehiya îdeolojîk a bingehîn li vir dîtiye. Bi perwerdehiya îdeoojîk a ku dîtî, felsefeya Rêber Apo xweştir fêhm kiriye. Xasetên xwerû û dirûst ê ku ji çanda koçeriyê hatî, bi felsefeya Rêber Apo re kiriye yek û guheriye. Hevrêyê me Koçber piştî pêvajoya zanîngehê li vir dest bi xebatan dike û ji bo ku ciwanên Kurd bîrewer bibin û tevlî nav têkoşînê bibin pir hewl daye. Piştî ku dijminê qirker sala 2009’an di rojbûna Rêbertiya me de êrîş anî er gelê me û 2 welatparêzên me bi hovîtî qetil kir, hevrêyê me Koçber ku hêrsa wî li dijmin rabûyî, têgihiştiye ku bi têkoşîna nav pergale dijmin nayê şikandin. Ji bo vê jî, biryar li ser daye ku tevlî naf refên gerîla bibe ku li vir dikare karîgertir têbikoşe û encamê bigire. Hevrêyê me Koçber tevlêbûna nav gerîla weke ‘vejîn’ê dîtiye, diyar kiriye ku gelek tişt ji jiyana çiyê û gerîla hîn bûye. Tîne ser zimên ku zanîna teorîk bi jiyana çiyê û gerîla re bûye xwedî maneyekê û tesîra karîger a çiyê tim hîs kiriye. Ji hêla îdeolojîk ve tim xwe perwerde kiriye û ev di jiyana xwe de pêk aniye, hevrêyê me Koçber ji hêla leşkerî ve bûye xwedî tecrûbeyeke mezin û gerîlayekî zîrek. Di gelek xebatên krîtîk de ku hewceyî berpirsyarî û fedakariya mezin in, cih girtiye û bi pratîka xwe ya serkeftî ya li nav van xebatan bûye layiqî rêxistina me û pêbaweriya hevrêyê me. Hevrêyê me Koçber ku her demê armanc kirî bibe fermandarekî mezin û ji bo vê bi şev û roj ked dayî, bi pratîka xwe ya li qada Botanê her roj nêzîktirî vê hedefa xwe bûye. Bi hezkiriya li hevrêyên xwe û xasetên kedkar û fedekar her demê di dilê hevrêyên xwe de cih girtiye. Şeîdbûna hevrêyê me Koçber zêdetir hêza daye me hevrêyan û hêrsa me ya tolhildanê zêdetir kiriye.

Rustem Cûdî

Hevrêyê me Rûstem li Erzeromê li nav malbateke welatparêz û xwedî şehîd çêbûye. Malbata hevrêyê me Rûstem ji ber zexta dijmin a li ser Kurdistanê û ji ber ku dijmin aboriyê weke şerê taybet bi kar tîne, bêgav dimîne ku koçî metropolan bike. Ev malbata me ya hêja, li metropolan jî ji çand û welatparêziya Kurdî nehatiye xwar û wiha bersiva herî xurt daye dijmin. Hevrêyê me Rûstem jî ku li nav malbateke kedkar û welatparêz mezin bûyî, êrîş û zextên pir hêlî yên dijmin, tevlêbûna malbatê ya li nav tevgerê û banga seferberiyê ya Rêbertiya me ya sala 2014’an a li gel û ciwanê kurdistanê tesîrê liser dike û tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me li qada Xakurkê tevlî nav refan dibe, pêşî li vir perwerde dibe û di demeke kurt de hînî jiyana çiyayan û gerîla dibe. Sala 2014-2015’an bi arestekirina dewleta Tirk a mêtinger faşîzma DAÎŞ’ê êrîş aniye ser Rojava û Şengalê, ser gelê me, hevrêyê me Rûstem li dijî faşîzma DAÎŞ’ê li qada Şengalê li ber xwe daye û li vir ji hêla leşkerî ve bûye xwedî tecrûbeyeke mezin. Di şerê dijî DAÎŞ’ê de bi wêrekî û afirandêriya taktîk bûye milîtanekî mînak, hevrêyê me Rûstem ji hevrêyên xwe re bûye hêz û moralê geş. Dema ku li qada Şengalê xebatan dike, êşa gelê me yê rasterast dîtiye û ji bo ku tola gelê me were hilanîn, bawerî pê aniye ku divê têkoşîne bêhtir were geşkriin. Hevrêyê me Rûstem ji bo vê jî her demê bi rengekî bê hesab û xwerû têkoşiyaye û bûye milîtanekî mînak. Ji bo ku gelê me yê Şengalê ji çeteyên DAÎŞ’ê were xilaskirin hevrêyê me Rûstem xwedî kedeke zêde ye, piştî ku peywira xwe ya li vir bi rengekî bêkêmasî bi cih tîne, dîsa vedigere çiyayên azad ên Kurdistanê û xwe ji bo pêvajoya têkoşîneke girantir hazir dike. Hevrêyê me Rûstem hay jê heye ku astenga herî mezin a azadiya gelê me mêtingeriya TC’ê ye û bawerî pê aniye azadiya teqez a gelê me bi hilweşandina pergala mêtinger û qirker e. Ji bo vê jî xwe pêşniyar kiriye ku li Bakurê Kurdistanê têbikoşe û piştre derbasî qada Bakurê Kurdistanê dibe û li vir tevlî nav xebatan dibe. Hevrêyê me Rûstem qet ji pîvanên Partiyê nehatiye xwar, bi tecrûbeya xwe ya leşkerî rola pêşengiyê bi rengekî bêkêmasî bi cih aniye, di çalakiyan de yên li qada Botanê bi asta pêşengiyê tevlî çalakiyan bûye û derbên giran li dijmin daye. Bi xwerûbûna dema têkiliyên hevrêtiyê, bi dirûstbûna û kedkariya xwe bûye milîtanekî mînak. Hevrêyê me Rûstem her demê wê rêbertiya serfiraziyê li me hevrêyan bike.

Di serî de serê malbatên hevrêyên me yên hêja Rênas, Koçer û Rûstem ku peyrevên fermandarên me yên efsanewî Agît, Adil, Nûda, Gulbahat, li dilê têkoşîna me Botanê bi têkoşîna xwe û bi biryardariya berxwedana Apoyî xweziya tasfiyekirina gerîla a dijmin di gewriya wan da hiştin, serê tevahiya gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê sax be. Em sond dixwin ku xeyalên ‘Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” a şehîdên me bi cih bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Hêzil Ozgur: Berxwedana jinê wê hemû sîstemên paşverû, mêtinger û pêkhateyên faşîst derbas bike

Nivîsa Pêş

HPJ: Gerîlayên HPJ’ê di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
HPJ: Gerîlayên HPJ’ê di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin

HPJ: Gerîlayên HPJ’ê di xeta Sarayan, Kawendayan, Şîrînan de têdikoşin

YJC: Jinên kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihandin vê roja mezin

YJC: Jinên kurd xwe bi fikir û felsefeya Rêber Apo gihandin vê roja mezin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.