Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Li dijî zext û zordariya serdestan jinên Kurd, Fars û Efgan bi hev re daketin qadan

Çalakiya ku jinên Efgan pêşengî jê re kirin, li qada Sergels Torgetê doh piştî nîvro destpê kir û aetekê dewam kir. Jinên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi alayên xwe beşdarî çalakiyê bûn û hevxemî û piştgiriya xwe ya bi jinên Efganî re nîşan dan ku ji bo azadiyê têdikoşin.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
07/02/2022 - 12:34
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Li dijî zext û zordariya serdestan jinên Kurd, Fars û Efgan bi hev re daketin qadan
ParvekeTweet

STOCKHOLM – Li paytexta Swêd Stockholmê, li dijî kiryarên rejîma Talîbanê ku bi taybetî zext û zordariyeke giran li jinan dike, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakiya ku jinên Efgan pêşengî jê re kirin, li qada Sergels Torgetê doh piştî nîvro destpê kir û aetekê dewam kir. Jinên Kurd ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî bi alayên xwe beşdarî çalakiyê bûn û hevxemî û piştgiriya xwe ya bi jinên Efganî re nîşan dan ku ji bo azadiyê têdikoşin.

Di çalakiyê de ku gelek jinên ji neteweyên Fars, Efgan, Kurd û Swêdî lê made bûn dirûşmên “Talîbanê nas nekin”, “Ji girtin û kuştina jinan re bêdeng nemîne” hatin qîrîn.

Çalakgeran bang li welatên rojavayî kirin ku xaliyên sor li bin lingê Talîbanê ranexin, wan weke pêşengên civakê û mirovên pak pêşwazî nekin û bi ti awayî desthilatdariya wan rewa nebînin.

Çalakgeran destnîşan kirin ku pejirandina Talîbanê xeteriya herî mezin ji bo civakê û bi taybetî jî li dijî mafên jinan e.

Ji çalakgeran rojnamevana Efgan Înnet Walemî diyar kir ku armanca wan ji çalakiyê ew e ku piştgiriyê bidin jinên Efgan ên di bin zext û zilma Talîbanê de li ber xwe didin.

Înnet Walemî ragihand ku wê çalakiyên xwe heta 8’ê Adarê dewam bikin û diyar kir ku ew dengê jinên Efgan ên di bin zordariya Talîbanê de ne bigihînin tevahiya cîhanê, wê bibin pirek ji bo wan jinan.

Her wiha kêfxweşiya xwe anî ziman ku jinên Fars û Kurd jî bi wan re heman daxwazê dikin û got, “Mijara jinan ne tenê li Efganistanê pirsgirêk e, pirsgirêka tevahiya cîhanê ye. Em banga wekhevî û azadiyê ji bo tevahiya jinan dikin.”

Ji çalakgeran Selma Şerîfî jî bi bîr xist ku ew jinên ji neteweyên cuda li hev kom bûne û got, “Em ji bo wan jinan li hev kom bûne ku bi dirûşma ‘Kar, nan, azadî’ daketibûn qadan, lê belê hatine destgîrkirin. Mixabin li rex bêdengiya cîhanê û dezgehên mafên mirovan, waye me dibînin ku xaliyê sor ji wan qatil û kujer û hovên dije jin radêxin û wan pêşwazî dikin. em dizanin ku tu hêz li pişt me nîne, lê lazime bi her awayî em dengê xwe bilind bikin. Em ku îro li derveyî welat in, lazim e em bi her awayî dengê xwe bilind bikin, ji bo tevayî jinên azadîxwaz û her wiha tevayî ew mirovên ku dibêjin em layengirên azadîxwaziyê ne. Lazime deng derbixin û bi her awayî jin li jinan xwedî derkevin.”

Çalakger Mîna Refîq jî destnîşan kir ku ew jin divê bi destê xwe azadiya xwe û welatê xwe bi dest bixin û got, “Daxwaza me ya sereke ji bo civata navneteweyî ew e ku wan komên terorîst ên Talîban nas nekin û qedera welatê me nexin destê wan. Ji ber ku kiryarên wan û daxwazên wan û têgeha ku li ser dimeşin diyare. Bi fermiyet naskirina Talîbanê, pejirandina qirkirin û kuştina jinane.”

Li rex rêxistinên azadîxwazên Efxanî, jinên kurd jî (endamên KJAR) bi alayên xwe bi awayeke sembolîk beşdar bûn. Yek ji wan jî jina çalakger a Kurd Şanaz Eliyasî a ji rojhilatê Kurdistanê ye ji kamêrayên me re wiha axivî; “Emîro weke jinên Kurd ji bo piştgirî û destekdayîna jinên Efgan hatine gel hev. Ji bo ew jinên ku gelek caran ketine bin zilm û zora zextên Talîbanê û hewildana ji bo rizgariya xwe dikin. Li rex vêya ji mixabin hin welatan ferşa sor ji wan re rayêxistine û weke ku mirovên rewşenbîr û pêşketî bin wan pêşwazî dikin. Em wek jinên Rojhilatê Kurdistanê KJAR bi her awayî piştgîrî û hevxemî û hevderdiya xwe ya bi tevayî jinên ku têkoşîna azadiyê didin bi taybet bi jinên Efganî re dubare dikin û her tim li rex wan bin ji bo azadiya jinan.”

Çalakgeran destnîşan kirin ku ji bo azadî û jiyana xwe, ew ê bi her awayî li dijî Talîbanê rawestin û têbikoşin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Şantajên dewleta Tirk ên li girtîgehan didomin – Gelek girtî rixmê demê wan hatine dîsa jî bernadin

Nivîsa Pêş

Ciwanên Welatparêz li Stenbolê bi nivîsan ve bal kişandin li ser tecrîd û dagirkeriyê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ciwanên Welatparêz li Stenbolê bi nivîsan ve bal kişandin li ser tecrîd û dagirkeriyê

Ciwanên Welatparêz li Stenbolê bi nivîsan ve bal kişandin li ser tecrîd û dagirkeriyê

Meşa Dirêj ya Ciwanan li Fransayê di roja xwe ya duyemîn de ye

Meşa Dirêj ya Ciwanan li Fransayê di roja xwe ya duyemîn de ye

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.