Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Eme heta dawiyê xwedî li Şoreşa Rojava û nirxên wê derkevin

"Li hemberî kiryarên xerab, êşkenceya li girtîgehan û nedîtina rewşa girtiyên nexweş ku bi destê desthilatdariyê girtî têne kuştin, em ê bêdeng nemînin."

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
29/12/2021 - 14:37
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Eme heta dawiyê xwedî li Şoreşa Rojava û nirxên wê derkevin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê endamnameya 3’emîn Kongreya Asayî eşkere kir ku di 26’ê Kanûnê de pêk anî.

Di encamnameyê de hate gotin, “Di vê demê de ku serwer hewl didin ciwanan ji azadî û ewlehiyê bêpar bihêlin, 3’emîn Kongreya Asayî ya Meclîsa me ya Ciwanan bi dirûşma ‘Niha dema ciwantiyê ye’ di 26’ê Kanûna 2021’ê de li Amedê hate lidarxistin.”

Di encamnameyê de hate ragihandin, desthilatdariya ku ji potansiyela veguherînê ya ciwan û jinan ditirse, ji bo li hev kom nebin û xwe bi rêxistin nekin, bi her cûreyî lîstikên qirêj dixe dewrê.

Di encamnameyê de hate gotin, “Ji hewdanên çavtirsandinê yên bi revandin û destgîrkirinê heta bi polîtîkayên sîxurkirinê, ji bêkar hiştinê heta bi desteserkirina mafê perwerdeyê, ji krîmînalîzekirinê heta bi tundiya li naverastê, bi her awayî êriş li dijî ciwanan tê kirin.

Li gorî hejmarên fermî, li welêt ji her çar ciwanî yek jê bêkar e. Di vê dema dîrokî de ji bo ciwan li derveyî civakê bê hiştin û bibe objek ji civaka çikandinê, hemû amûrên îdeolojîk têne bikaranîn.

Pêvajoya ku em tê de ne pêvajoyeke welê ye ku pêkanînên faşîst li ser ciwanan û civakê têne ferzkirin û belavkirin. Polîtîkayên faşîst bi nêzîkatiya li Îmraliyê ya li Birêz Abdullah Ocalan hate destpêkirin, ber bi dorpêçkirina tevahiya civakê ve tê birin û êriş li dijî îradeya jiyana bi hev re tê kirin. Li dijî polîtîkayên faşîst, şikandina dorpêçiya li ser Îmraliyê û bilindkirina dengê bindestan wê bi pêşengiya ciwanan pêk were.

Li hemberî kiryarên xerab, êşkenceya li girtîgehan û nedîtina rewşa girtiyên nexweş ku bi destê desthilatdariyê girtî têne kuştin, em ê bêdeng nemînin.

Bi rêk û pêk sûcên nefretê û cihêkariyê li ciwanên penaber têne kirin. Piştevaniya bi ciwanên penaber re, avakirina siberojên demokratîk, wekhev û azad ji bo me têkoşîna rûmet û heysiyetê ye.

Li dijî hiyerarşiya xwe berdaye nava her qadên jiyana civakî, em ê têkoşîna xwe ji partiya xwe bidin destpêkirin û mezin bikin. Wezîfeya me ya dîrokî ye ku em siyaseta xwe ya bi reng, ruh û hişmendiya ciwan bigihînin tax, bajar û tevahiya Tirkiye û Rojhilata Navîn. Bi vê wesîleyê em careke din dibêjin, ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bixînin’. Têkoşîna me wê dewam bike û em ê teqez encamê bi dest bixin.”

Di dewama encamnameyê de wiha hate gotin, “Di dema nû de em ê bibin rêxistiniyeke sîwanî ku ciwanên ziman, nasname û baweriya wan tune têne hesibandin û ji nedîtî ve tên, ku karibin xwe lê bi rêxistin bikin.

Em ê navendên piştevaniyê ava bikin ku ciwanên kedkar û karker, ciwanên li zanîngehan dixwînin karibin xwe lê bi rêxistin bikin û polîtîkayên yekgirtî yên têkildarî ciwanan lê bêne bicihanîn.”

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, ku li gorî rastiya xwe ya dîrokî ew ê bi her awayî bibin hêza pêşeng ji bo veguherîna civakê.

Her wiha hate ragihandin ku wê heta dawiyê xwedî li Şoreşa Rojava û nirxên wê derkevin.

Di encamnameyê de hate destnîşankirin, her cûre gotinên hegemonîk ên ku hebûn û nirxên gelê Kurd tune dihesibîne û berevajî dike, li zanîngehan, li rûpelên kovar û rojnameyan, li kolanan, li her derê wê gelê Kurd û îradeya gelê Kurd biparêzin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Doza Denîz Poyraz dest pê kir – “Edalet di dawî dê destê bindestan ve were pêkanîn”

Nivîsa Pêş

Bîlançoya 2021’an a YJA-Starê: 139 leşekerên dagirker hatin ceza kirin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Bîlançoya 2021’an a YJA-Starê: 139 leşekerên dagirker hatin ceza kirin

Bîlançoya 2021'an a YJA-Starê: 139 leşekerên dagirker hatin ceza kirin

Yekitiya Xwendekaran û ciwanên PYD’ê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyanî dan

Yekitiya Xwendekaran û ciwanên PYD'ê li dijî êrişên dewleta Tirk daxuyanî dan

Manşet

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Qamişloyê meşa ji bo azadiya Rêber Apo dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karasu: Berfîn Nûrhaq, Hevaleke Ku Hemû Bedewî Di Xwe De Dihewand Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Cizîra Şirnexê Gelek Xwendekar Rastî Tacîzê Hatin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê Cenazeyê Ciwanekî Hat Dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê Nasnameya Şeş Gerîlayan Şehîd Ketine Parvekir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.