Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

“Yên mexdûr em in lê polîs radibin wan diparêzin”

Volkan Temel li Enqereyê bi êrişa kevir û çakûçan re rûbirû mabû. Kekê Temel, Nurettîn Temel diyar kir ku polîsan di girtekê de îfadeya êrişek nijadperest e nenivîsandiye û got: “Yên mexdûr em in lê polîs radibin wan diparêzin.”

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
21/12/2021 - 11:55
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
“Yên mexdûr em in lê polîs radibin wan diparêzin”
ParvekeTweet

ENQERE – Li taxa Boztepe ya bi ser naçveya Çankayaya Enqereyê ve welatiyê kurd Volkan Temel di 18’ê kanûnê de bi êrişa D.G. û lawê wî S.G. û her wiha kesek nasnameya wî nediyar ve rûbirû mabû. Êrişkarên ku cîranê Temel in gefên wek “Kurdên heram, wê Turkozu ji we re bibe goristan” xwaribûn. Malbatê diyar kir ku lawê wan xwedî rapora ji sedî 50 a astengdar e. Di girteka îfadeyê de êrişa nijadperest nehatiye nivîsandin û malbatê got êrişa li hember wan bi nijadperestiyê pêk hatiye.

Ferdên malbatê têkildarî êrişê ji ajansa Mezopotamya re axivîn.

Berîtan Temel a jinbira Temel ku şahidiya êrişê kiriye da zanîn ku tiyê wê dema tê malê bi êrişê re rûbirû dimîne û qîr daye xwe û got: “Min di şibakeyê de mêze kir, du kes tiyê min avêtine erdê û lê didin. Di destê yekî de çakûç û di destê yê din de jî kevir hebû û lê didan. Volkan li min zivirî, serêûçavê wî nedihat nasîn û di nava xwînê de mabû û serûçavê wî werîmîbûn. Min qîr kir got wisa nekin. Heqaret li min kirin û gefa ‘Kurdên heram, em ê taxa Turkozu ji kurdan re bikin goristan’ xwarin. Min wî anî malê. Min serûçavê wî şûştin. Jê pirsî. Got ‘jinbirê ji min re gotin kurdên heram, pere ji min xwestin, min jî neda wan. Pişt re çakûçan li serê min xistin û keviran li serûçavê mindan’. Pişt re rewşa wî giran bû me wî rakir nexweşxaneyê.”

‘POLÎS Û ÊRIŞKAR DESTBIRAKÊ HEV IN’

Temel da zanîn ku ew nêzî salek e li taxa Boztepeyê rûdinin û diyar kir ku di meha adarê de jî du sê caran ji aliyê heman cîranan ve rastî gefên nîjadperest hatine û got: “Tenê sûcê me kurdbûn e. Tehmaulî me nakin. Me giliyê wan kir, wan binçav kirin lê hatin berdan. Piştî hatin berdan polîs hatin mala wan û qey meriv dibêje bi salane dost û xizmên hev in.”

BI SALAN E LI XERÎBIYÊ NE

Dayika Temel, Hanîfe Temel jî diyar kir ku wextê valakirina gundan wan ji navçeya Bêşebaba Şirnexê koçî Edeneyêk irine û pişt re jî ji ber sedemên aborî bi 8 zarokên xwe re koçî Enqereyê kirine. Temel da zanîn ku 13 sal in ew li Enqereyê dijîn û 5 meh in jî li taxa Turkozu rûdinin û got: “Bav û kurê xwe bi hev re li lawê min dane. Me wî rakir nexweşxaneyê û mudaxile lê kirin. Pozê wî şikandine, binê çavê wî qelaştine û serê wî şikandin e. Polîs hatin nexweşxaneyê û bi çavsorî nedihiştin ku seruma wî biqede ku me bibin qereqolê îfade bigirin. Piştî serûmê me birin qereqola Cebeciyê û îfadeyên me girtin. Tevî ku lawê min nikaribû li ser piya bisekine, me 9 saetan li qereqolê sekinandin. Min xwe ji polîsan xeyidand. Di encamê de îfadeyên me girtin. Di îfadeyên me de cih nedan êrişa nijadperest. Gotina nijadperest li girteka îfadeyê nehat nivîsandin.”

‘DIJMINATIYA ME DIKIN’

Temel anî ziman ku her wiha rapora astengiyê ya ji sedî 50’î ya lawê wê heye û got: “Ev êriş ji bilî dijminatiyê tiştek din nîne. Ji ber em kurd in êrişî me dikin. Em vê qebûl nakin.”

‘HER TIM LI MANIYAN IN’

Nurettîn Temel ê kekê Volkan Temel jî destnîşan kir ku ev kes her tim li hember wan cihêkariyê dikin û wiha got: “Em kengê derkevin derve, mirîşk, kuçikê me dikin hincet û nijadperestiyê dikin. Naxwazin em li vir bin. Ji bo em ji vir biçin dibêjin, ‘Kurdên heram’ û heqaretê li me dikin. Her car em dîsa em dengê xwe nakin. Dema em ê bihatana vê malê li xwediyê xanî geriyane û gotine ev kurd in xanî nedin wan. Ji vê malbata nijadperest 4 malbat hene. Her tim amade ne ku êrişî me bikin. Em jî dikarin bersivê bidin wan lê em naxwazin şer derkeve.”

‘POLÎS ÊRIŞKARAN DIPARÊZE’

Temel destnîşan kir ku li gel wan li qereqolê bi israr gotiye ev êrişek nijadperest e jî lê qereqolê vê piştguh kiriye û di girteka îfadeyan de cih nedane gotinên êrişa nijadperest û got: “Qereqol jî êrişkaran diparêze û alîgiriya wan dike. Digotin zilam nexweş e. Ev êrişkar li xwediyê xanî geriyane û xwestine me ji xanî derxe. Xwediyê xanî li min geriya û got, ‘ev kes we naxwazin, ji xaniyê min derkevin’. Dixwazin em ji vir derkevin. Polîs duh êvarê hatibûn mala êrişkaran. Ne me wan diparêzin. Ên mexdûr em in lê polîs wan diparêzin. Lê em ê heta dawiyê xwedî li mafê xwe derkevin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

2 gerîlayên ku li Bagokê şehîd bibûn, hatin veşartin

Nivîsa Pêş

Pirtûka ‘Antolojiya Êşên Jinan’ hat weşandin

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Pirtûka ‘Antolojiya Êşên Jinan’ hat weşandin

Pirtûka 'Antolojiya Êşên Jinan' hat weşandin

Dewleta Faşîst dîsa ji bo îfadê gazî Dayîka Emîne kir

Dewleta Faşîst dîsa ji bo îfadê gazî Dayîka Emîne kir

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Rêxistina Exlaqî û Siyasî ya Ciwanan: Avakirina Sosyolojiya Azadiyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.