Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: Li ser xeta azadiya jinê çalakiyên xwe geş bikin û bikevin sala 44’an a têkoşînê

Koordînasyona PAJK’ê: PKK bi xeta azadiya jinan di nav tevgerên sosyalîst ên şoreşger de kêmasiya herî mezin temam kiriye û pêşengtî ji vî tiştî re kiriye. Xeta azadiya jinan a ku bi keda Rêber Apo hatiye avakirin, di warê dîrokê de geş bûye û heta îro hatiye.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
25/11/2021 - 17:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 43’emîn a avakirina PKK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya PAJK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“PKK a bi pêşengiya Rêber Apo piştî têkoşîna 5 salan a komek ciwanan li gundê Fîsê ya Licêya Amedê di 27’ê Mijdara 1978’an de kongreya xwe ya pêşîn li dar xist. Ev avakirin ji avakirina partiyê wêdetir bûye helwesta azadiya berxwedana bindestan û azadiya wan. Vê taybetiyê di salên geşbûna PKK’ê de rê li ber vî tiştî vekir ku jin berê xwe bidin azadiyê. Rêber Apo avabûna PKK’ê wekî ‘tarza jiyaneke nû, meseleyeke rûmetê, çalakiya namûsê ya ku wateya civaka dîrokî ye’. PKK wekî tevgereke mirovayetiyê, tevgereke jinan, tevgereke kedê, mirovên azad û tevgereke civakî hate pênasekirin, vî tiştî çavkaniya xwe ji têkoşîna gelan Kurdistan û Rojhilata Navîn stend.

Meşa PKK’ê ya ku qîrîneke mezin a ciwanên Kurdistanê ye, ji dema destpêkê û şûnde bû bahozeke azadiyê, ji kombûnê derket û hemû Kurdistan xist bin bandora xwe,dengê xwe gihand gelê Kurd û bû tevgereke gel.  Bi geşbûna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk, azadiya jinan diparêze re bû tekane dengê gelê Kurdistanê.

Têkoşîna azadiya ya dîrokî ku bi pêşengiya PKK’ê tê meşandin, bi berdêlên mezin û bi artêşa şehîdan a ku bi deh hezran, heta ku karibe pêşengiya jiyana azad a hemû mirovayetiyê re bike şer kiriye û li ber xwe daye. Rastiya şehîdan a di nav PKK’ê de derketiye holê, bûne sedem û garantiya jiyana azad a gelê Kurdistanê. Meşa li ser vê xetê tekane hinceta ji bo jiyana azad e. Di heman demê de teqez e ku tevgereke ku evqasî şehîdên wê heye wê têk neçe. Têkoşîna ku qehremanên wekî Hakî, Mazlûm, Kemal, Sara, Zîlan, Egîd, Rustem, Şîlan, Simko, Vîyan, Gelhat, Arîn, Delal, Helmet, Kasim, Hawar û Esmeran û bi deh hezaran qehremanên din ku pêşengtî jê re kirine, ji xeynî serfiraziyê tu rêyeke wê ya din tune.

PKK bi xeta azadiya jinan di nav tevgerên sosyalîst ên şoreşger de kêmasiya herî mezin temam kiriye û pêşengtî ji vî tiştî re kiriye. Xeta azadiya jinan a ku bi keda Rêber Apo hatiye avakirin, di warê dîrokê de geş bûye û heta îro hatiye. PKK a ku nîvsed sal e hilneweşiyaye û li hemû dinyayê meşrû ye, ji ber serkeftina wê, israra wê ya ji têkoşînê û avakirina hêza takekesan û bi fêmkirina ruhê demê ev tişt pêk aniye.

Di nav van nûbûnan de ya herî radîkal û di nav civakê de bandorên erênî çêkiriye, gavên derbarê rastiya azadiya jinan e. Pirsgirêka azadiya jinan ketine nav navenda têkoşîna PKK’ê. Azadiya jinan hucreya sereke ya PKK’ê ye.Wekî salên têkoşînê, teoriya veqetandina ji mêran, kuştina mêrantiyê û îdeolojiya rizgariya jinan hatiye formulîzekirin, her helwesta wê bûye destpêka serdema berxwedan û jiyana azad. Bi van hêzan YJWK hatiye avakirin û piştre bi avabûna YAJK’ê re berxwedana azadiyê ya jinan a gelê Kurd derketiye holê û bi gava partîbûna jinan bi awayê PAJK’ê şênber bûye, pêşengiya azadiyê ya hemû civakê afirandiye.

PKK li Rojhilata Navîn û dinyayê di warê geşkirina têkoşîna neteweya demokratîk de roleke pêşeng lîst. Xeta sêyemîn a ku li Rojhilata Navîn hemû gel qala wê dikjin, li hemberî êrişên paşverû yên hegemonyayê û herêmî, li hemberî êrişên faşîst û qirker ên dewleta Tirk, bi berxwedanê xwe îfade dike. PKK bi xeta azadiya jinan, xeta polîtîk û pergala rêxistinî ya ku hiş û dilê jinan ji xwe re dike esas, bandorê li ser hemû rêxistinên çepgir, ekolojîk, azadîxwaz ên dinyayê dike û pêşengtiyê ji wan re dike. Di sala 44’an de jî PKK ji her demê zêdetir nêzî civaka azad a Kurdistan û Rojhilata Navîn, netewebûna demokratîk û azadiya jinan bûye.

Faşîzma AKP-MHP’ê ya qirker dijminê hemû nirxên civakî ye û temsîla hegemonyaya hemû cihanê û modernîteya kapîtalîst dike. Heta ku li ser vê xeta faşîst a yekreng raweste, bi çetebûnê, mafyabûnê û kirine bin xizmeta xwe dibe weke ûrekî kansêrê û hemû civakê nexweş dike.  PKK ya ku bi têkoşîna xwe ya gerdûnî dema xwe ya herî xurt dijî, di vê demê de ku desthilata faşîst herî xurt e, berxwedan daye ber xwe û gavekê jî ji têkoşînê dûr nemaye.

Xasma jî têkoşîna ku gerîlayên HPG û YJA Starê pêşengiya wê dikin di van 7 mehên dawî yên pêvajoya berxwedanê de pişt li AKP-MHP’ê şikandine. Derbên ku gerîlayên YJA Starê li artêşa Tirk a faşîst dane artêşa Tirk şeht kirine. Hostatiya taktîk ku derkeyî holê yek ji pêvajoya mînaka dîrokî daniye holê. Ji aliyekî ve pûçkirina êrîşên artêşa dijmin, ji aliyekî ve hostatiya taktîk, li dijî êrîşên ku bi teknîk û çekên kimyewî berxwedaniya gerîla, ji niha ve  di dîroka birûmet a gelê Kurd de cihê xwe dîtiye. Ev têkoşîna gerîla, pêngava dema azadiyê tîne bilindcihan û pirtir nêzî serfiraziyê dike. Ev çalakî dema ku bi enyî hêza derblêdanê li qada civakî û siyasî be wê serfiraziyê mîsoger bike.

Tifaqa herî paşverû ya AKP-MHP’ê ku desthilata herî faşîst, qelp , bêexlaq û zilamserwer a TC’ê ye, ketiye pêvajoya hilweşandinê.  Desthilata AKP-MHP’ê ku ketî rewşa hilweşandinê PDK jî kişandiye nav tifaqa xwe ya gemarî û li dijî PKK’ê daye şerkirin. PDK bi hevkariya bi dijminê Kurdan desthilata AKP-MHP’ê ti îtîbara wê neamye, li ber çave gelê Kurdistanê teşîr bûye. Sala 44’an a têkoşînê ya PKK’ê wê bie sala ku faşîzma AKP-MHP’ê jî weke hikûmetên berê bavêje ser tingê dîrokê. Her wiha wê bibe sala ku derdorên faşîst, zilamserwer, hevkar ku hevkariya rejîma qirker dikin, hilweşin.

Serfiraziya ku wê li salên me yên têkoşînê, artêşa me ya şehîd, dastanên lehengiyê were, wê bie berhema hêza kolektîf a hemû jinan û pêşengiya civakî. Em ê civak, nirx, dîrok, jin û zarokên xwe bi hêviya serweriya faşîst a nêr ve nehelin. Bi dirûşam, “Li dijî qirkirina jinê dema azadkirina jinê û civakê ye” e em ê tola hemû jinan hilînin, li ser xeta azadiya jinê çalakiyên xwe geş bikin û bikevin sala 44’an a têkoşînê.

Bi vê baweriyê di serî de ya Rêbertiya azadiya jinê Rêber Apo, em sala 43’an a PKK’ê li hemû hevrêyên berxwedêr pîroz dikin. Em bang li jinên Kurdistanê û cîhanê dikn ku bi hemû hêza xwe tevlî pêngava hilweşandina pergalên serwer ên faşîst bibin. Em bang li hemû jinan dikin ku serê xwe rakin, çalakiyan bikin û serfiraz bibin. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku di şexsê şehîdê me yê mezin ê welatparêz Yusuf Gulo de li nirxên welatparêziyê xwedî derkevin û geş bikin, li dora nirxên exlaqî yên civakî yên PKK’ê kom bibin û li dijî rejîmên qirker raperînê geş bikin. Em bang li ciwanên Kurdistnae dikin ku ber bi refên PKK’ê ku tevgera ciwanan e, bibezin İû ji bo ku derba dawî li zaliman bidin çalakiyên mezin bikin. Em bang li hemû derdorên civakî dikin ku bi pêşengiya jinê li berxweadanê xwedî derkevin, ji bo ku utopyayên şehîdên me bi cih bînn, tevlî nav refên berxwedanê binin, li ber xwe bidin, jiyana azad ava bikin û serdama xwendavdnên hevdem bijîn.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji bo hevdîtina Rêberê gelan serlêdana parêzeran

Nivîsa Pêş

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Îmraliyê serî li saziyên sivîl da

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ji bo hevdîtina Rêber Apo serlêdana parêzeran

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji bo Îmraliyê serî li saziyên sivîl da

Di pêşengtiya jinên ciwan de meşa 25’ê Mijdarê ya li Mexmûrê

Di pêşengtiya jinên ciwan de meşa 25'ê Mijdarê ya li Mexmûrê

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.