Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Şertê serketinê yekîtî ye

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
30/06/2021 - 0:05
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Şertê serketinê yekîtî ye
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Gulîstan ÇIYA ÎKE nivîsand

Fermandariya NPG bîlancoya şerê 2 mehan yê gerîlayan ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk eşkere kir. Bêguman, yek ji berxwedan û şerê herî girîng ê dîroka mirovahiyê pêk tê. Li dijî artêşa diduyê ya mezin a NATO’yê û her cure teknîkê berxwedanek bêhempa pêk tê. Nirxandina Rêber Apo ya ‘teknîka herî mezin mirov e’ careke din piştrast bûye. Bi taybetî jî mirovê bi fikra azadî û demokrasiyê xwe rapêçayî, her wekî wê enerjiyê ye ku di encama parçebûna atomê de derdikeve holê. Li hemberî vî mirovî û vê hêza mirovî her teknîk û her hêz neçarî têkçûnê ye. Berxwedana 2 mehan a jin û ciwanên Kurdistanê ev rastî îsbat kiriye.

Ti Kurdek nikare li hemberî vê berxwedana ku Kurdan bi rûmet û anor dike, bêdeng bimîne. Her Kurdê bi wijdan, welatperwer û xwedî exlaq divê di nava vê berxwedanê de cih bigire. Bêdengmayîn û dûrmayîna ji vê berxwedanê dûrketina ji Kurdbûnê ye. Rewşeke wisa dê hestên Kurdbûnê jî bixe ber lêpirsînê. Ciwanên Kurd şehadetê bi dilgermî û rûkenî pêşwazî dikin. Ji bo wan ciwanan çi hebe, mirov dê bike. Wan bi berxwedana xwe em hemû xistine bin bar û deyndar kirine. Ciwanên Kurd ji bo hebûna gel xwe dikin mertal, ji bo Kurd azad bijîn canê xwe feda dikin. Ji bo van canên ciwan, mirov dikare pirr tiştan bike. Her ku berxwedana wan mezin dibe, deynên me zêdetir dibin.

Divê her Kurd, gelê Kurd û her hêza Kurd tevlî vê berxwedanê bibe. Her çi ji destê kê tê, lazim e di vê demê de bike. Ew berxwedana wan, tilîlîyên wan ên li çeperên şer bang li me hemûyan dikin. Her Kurdê welatparêz û xwedî wijdan di kûrahiya dil û mejiyê xwe de vê bangê hîs dike. Misoger divê ev têkoşîn bi ser bikeve. Ji bo serketina vê berxwedanê berspiryariya dîrokî dikeve ser milê gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê hemûyî.

Ji ber vê, destpêkê divê herkes li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabe û destûrê nede hêzên çekdar ên PDK´ê herêmên gerîla dorpêç bikin.

Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê divê li hemberî êrişên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê rabin. Dewleta Tirk dijminê Kurdan e, serkêşa dijminên Kurdan e. Jixwe, 100 sal e, ew êrişî hebûna Kurdan dike. Kurd jî li dijî vê dagirkeriya qirker li ber xwe didin. Îro jî ev berxwedan bi wê têgehiştina dîrokî û cenga canbexşane dewam dike. Lê ji aliyê hêzên çekdar ên PDK’ê ve dorpêça herêmên gerîla divê bi ti awayî neyê pejirandin. Gelê Kurd, hunermend, rewşenbîr, ciwan, jin û hêzên siyasî tev bilez divê dest li vê rewşê werdin. Li hemberî vê dorpêça PDK´ê rabin.

Agahiyên xeter ji cihê cih tên. PDK hêzên çekdar li herêma Şêladizê zêdetir kirine. Vê jî metirsiya şerê di navbera çekdarên PDK´ê û gerîla de nêzîktir kiriye. Ji ber komkirina hêzan li Şêladizê, dîsa yekser hêz şandina navenda Zagrosan yekser ragihandina şer e û êrişkirina li dijî gerîla ye. Zap û Avaşîn bi navê Tirkiyê hatiye dorpêçkirin. Ji piştê ve şûr li gerîla dayîn, ev e. PDK gaveke wisa avêtiye. PDK bi navê dewleta Tirk tenê dest û lingên gerîla girê nade, her wiha dixwaze bêhna gerîla biçikîne. Ji vî alî ve neçar e êdî gelê Kurd hemû û raya giştî ji PDK’ê re bêje bes e. Hele di demekê de ku gerîla li dijî dagirkeriya dewleta Tirk şer dike, divê Kurd ji PDK’ê re bêjin, tu nikarî vê bikî û jê bixwazin hêzên di dorpêçkirina herêmên gerîla de vekişîne. Raya giştî ya Kurd divê vê wezîfeya xwe pêk bîne.

PDK bi hin hincetan hêz li derdora herêmên gerîla kom dike. Ji van hincetan yek bi tenê jî ne rast e. Tenê wateyeke vê heye; ew jî destekdayîna êrişa dewleta Tirk e. Jixwe, rojane bi daxuyanî û axaftinên dikin, êrişên dewleta Tirk rewa nîşan didin. PDK bi vê jî namîne, bi vê helwêsta xwe li gel dewleta Tirk cihê xwe digire. Bi her gava rojane davêje û wê bavêje, nîşan dide ku ew ê hîn çalaktir di vî şerî de cih bigire.

Va ye ev rastî zelal e, li ber çavan e. Divê Kurd hemû vê rastiyê baştir bibînin û bilez mudaxele bikin. Kurdên li çar beşên welat, Kurdên li derveyî welat divê li ber vê hevkariyê rabin. Ev bûye wezîfeya sereke ya her welatparêzê Kurd.

Televîzyona me Stêrk TV jî bi mehan e, ji bo yekîtiya navxweyî weşanê dike. Rojane di ekranên televîzyona me de ji bo astengkirina şerê navxweyî yê di navbera gerîla û hêzên çekdar yên PDK’ê de çênebe, bang tên kirin. Ya rastî, daxwaz û hesta hevpar a gelê Kurd û raya giştî jî ev e. Bi helwêst û çalakiyên xwe vê nîşan didin. Lê em hatine qonaxeke wisa ku divê êdî ev helwêst û çalakî hîn zelal û bi bandortir bin. Heke hîn jî tehlûkeya şerekî navxweyî yê kes naxwaze, heye, divê helwêst û çalakî asta heyî li pey xwe bihêlin û bigihin asta herî bilind.

Berxwedana gerîla ya 2 mehan nîşan daye ku dewleta Tirk a dagirker dê têk biçe. Kurdistan dê ji vê hêza dagirker re bibe çirav û goristan. Belkî ev êriş û tevgerên dagirkirinê demeke din bikişînin. Lê berxwedanê nîşan daye ku ev êriş dikarin bên têkbirin, pêşiya azadiya gelê Kurd û demokratîkbûna Rojhilata Navîn vebe. Berxwedana gerîla, gelê Kurd û hêzên demokrasiyê nêzî serketinê ye. Lê ku ev metirsiya şerê navxweyî ji holê rabe, yekîtî pêk were, hingê ev serketin dê misoger pêk were. Şertê pêşî yê serketinê yekîtiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û helwêsta li dijî hevkaran e.

Lê hêvî ew e, bi helwêst û çalakiya gelê Kurd û raya giştî ya Kurd PDK gavên nerênî rawestîne, di şerê li dijî dagirkeriyê de berpirsyariya xwe ya têkoşîna neteweyî pêk bîne.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîla – Rêhevala Dilgerm Sarya Qamişlo

Nivîsa Pêş

TAYBET – Lehenga Nemir Zîlan

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
TAYBET – Lehenga Nemir Zîlan

TAYBET - Lehenga Nemir Zîlan

Gerîla TV Dîmenê çalakiya hewayî ya li dijî Qereqola Girê hate weşandin

Gerîla TV Dîmenê çalakiya hewayî ya li dijî Qereqola Girê hate weşandin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.