Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

NPG: Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe ruhê serketinê yê dema nû

Fermandariya Biryargeha NPG'ê berxwedêrên rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr anî û destnîşan kir ku wê bi ruhê berxwedanê yê 14'ê Tîrmehê têkoşîna serdema nû bilind bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/07/2020 - 11:41
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
NPG’ê Fermandariya Eyaleta Cîlo pîroz kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi wesîleya salvegera 38’an a berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li dijî darbeya faşîst-leşkerî ya 12’ê Îlonê ku li zindana Amedê di 14’ê Tîrmeha 1982’an de Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin dest pê kir ku ketiye salvegera 38’an. Di salvegera 38’an de em berxwedana 14’ê Tîrmehê û ruhê serketinê silav dikin, di şexsê afirînerên berxwedana mezin hevrê Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek de şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî û minet bi bîr tînin û soz didin ku di xeta berxwedanê ya 14’ê Tîrmehê de li ser şopa şehîdên xwe yên leheng em ê ber bi serketinê ve bimeşin. Berxwedana Zindana Amedê ku bi çalakiya lehengî ya hevrê Mazlûm Dogan çirûska wê ya destpêkê pê ket, ji bo Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê veguherî serdemeke dîrokî ya diyarker. Em gel û tevger, 38 sal in li ser vê biryara berxwedanê ya dîrokî dimeşin û têdikoşin. Gelê Kurdistanê têkoşîna xwe ya azadî û hebûnê li ser bingeha vê xetê mezin kiriye û destketiyên dîrokî afirandiye. Mîna doh îro jî berxwedan û ruhê 14’ê Tîrmehê rêya me ronî dike û li ser vê bingehê têkoşîna dîrokî ya li dijî faşîzmê tê meşandin.”

TÊKOŞÎNA ME KETIYE QONAXA HERÎ GIRÎNG A DÎROKÊ

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di salvegera 38’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê ketiye qonaxa herî girîng a dîrokê û hate gotin, “Hêzên faşîst qirker li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ya bi pêşengiya Rêber Apo hemû derfetên xwe yên neteweyî û navneteweyî bi kar tînin, lê belê tevî vê yekê jî planên wan ên berfireh ên tasfiye û tunekirinê bêencam mane. Têkoşîna me bi berxwedaneke mezin bersivê dide êrişên dijmin û roj bi roj bi pêş ve diçe, dibe hêza çareseriyê, ji bo gelên Kurdistanê û herêmê dibe aktorekî bingehîn ku soza paşerojê dide.

Hêzên hegemon-mêtinger ku li hemberî Tevgera Azadiyê dîn û har bûne, êrişên berfireh li dijî tevgera me dikin û bi giranî jî li Başûrê Kurdistanê li dijî gelê me û tevgera me êrişên berfireh û bi rêk û pêk dikin. Dewleta TC a dagirker ku li ser vê bingehê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Başûrê Kurdistanê dest bi êrişên dagirkeriyê kiriye, konsepta tunekirinê li dijî destketiyên gelê Kurd xistiye meriyetê. Bi hêza berxwedana zindana a mezin û bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê gerîlayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têdikoşin. Li dijî êrişên topyekûn ên faşîzma AKP-MHP’ê, xeta serketinê ya Rêber Apo ya Zindana Amedê, îro li çiyayên Kurdistanê bûye xeta berxwedanê ya bingehîn. Xeta berxwedanê ya niha li Heftanînê tê meşandin berxwedan û ruhê serketinê yê hevrê Hayrî, Kemal, Akîf û Alî ne. Tevgera me, gelê me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê 38 sal in bi ruhê berxwedanaf edayî ya 14’ê Tîrmehê li dijî her şêwe êrişên faşîst-qirker têkoşiyan û bi ser ketin. Xeta lehengiyê ku li dijî faşîzmê li Kurdistanê hate afirandin îro li Rojhilata Navîn û tevahiya dinyayê belav bûye.

BERXWEDANA MEZIN BI LEHENGIYA ŞEHÎDÊN ME HATE MEŞANDIN

Ev berxwedana mezin a dîrokî bi ked û lehengiya bi sedan şehîdên me hatiye meşandin. Xeta berxwedana şoreşgerî ku ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya partiya me PKK’ê pêşengê şoreşger ê hêja hevrê Kasim Engîn ku 27’ê Gulanê di êrişa hewayî ya hêzên faşîst-dagirker de şehîd bû, fermandarên me yên nemir hevrê Delal, Zekî, Atakan, Armanc, Dogan, Çetîn, Rûbar, Helmet, Çîçek û Zîn ve hate afirandin, xeta serketinê û ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ji kûrahî ve bi me dane fêhmkirin.

Hevrê Kasim Engîn ku weke şopdarekî kevneşopiya 14’ê Tîrmehê xwe fedayî gelê xwe kir, bi fedakarî, kedkarî, dilnizmî û hevrêtiya xwe bû yek ji sembolên têkoşîna me ya azadiyê, mîna şehîdên pêşeng şoreşger ên din hemûyan, wê rêya me ya têkoşînê ronî bike, weke fermandarê şoreşger û hevrêyê mînak çavkaniya bingehîn a meşa me ya serketinê be. Em careke din soz didin ku li ser şopa van hevrêyên xwe yên hêja, em ê têkoşîna pîroz a paşeroja ronî, demokrasî, wekhevî, azadiyê ya gelên herêmê û gelê Kurdistanê bi ser bixînin û xwedî li van lehengan derkevin.

Li ser vê bingehê di şexsê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de em nûnerên xeta berxwedanê ya mezin şehîdên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin, bi ruhê berxwedanê yê 14’ê Tîrmehê ku îradeya rûmet û serketinê ye em ê têkoşîna sedema nû bilind bikin, ala serketinê ya şehîdan berz bikin û bi vê biryardariyê em gelê xwe yê welaptarêz silav dikin. Di vê dema herî girîng a dîrokê de em bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku hîn bêhtir berpirsyariyê hildin ser milê xwe û bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gerîla li ser girê Kartal gelek leşkerên dagirker kuştin!

Nivîsa Pêş

Dûz Xûrmatû tevlî kampanyaya îmzeyan bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Dûz Xûrmatû tevlî kampanyaya îmzeyan bû

Dûz Xûrmatû tevlî kampanyaya îmzeyan bû

Li Idlibê dema derbasbûna dewriyeya tirk û rûsan de teqîn pêk hat

Li Idlibê dema derbasbûna dewriyeya tirk û rûsan de teqîn pêk hat

Manşet

  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.