Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Silava li 14’ê Tîrmehê

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi berxwedanê bi ser ketibûn. Wek wê dêmê, wê îro jî serkeftin bê bidestxistin. Heta şert û mercên serkeftinê ji wê demê guncawtir in. Hêzên azadî û demokrasiyê yên di rêya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de meşiyan destkeftiyên mezin bi dest xistibûn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/07/2020 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Biryara Jiyana Azad “14’ê Tîrmehê” û kadroyên pêşeng ê PKK’ê
ParvekeTweet

“Li çiyayan gerîlayên azadiyê, li bajaran ciwan, bi çalakiyên xwe her roj darberyên bihêz li dewleta TC’ê ya qirker dixin. Bi vî awayî dewleta TC’ê ya qirker wek li çiyayan, li bajarên xwe di ewlehî û aramiyê de dibîne jî, bi darbeyên mezin tê paşvexistin.

Dewleta TC’ê ya qirker bi qedexeyan, bi ço û gazên polîsan, bi îşkenceyan, bi zindanîkirinê encamên dixwaze nikare bi dest bixe. Berovajiyê vê yekê, ev dibin sedema têkoşîneke bihêztir. Tevî her tiştî, kolan û meydan vala nayên hiştin. Her diçe dirûşmên azadî û demokrasiyê hîn bihêztir tên berzkirin. Nîşanî dewleta TC’ê ya qirker hat dayîn ku bi zindanîkirin, îşkece, qedexe, kuştin, wendakirin û birçîhiştinê; bi girtina sazî, komele, sendîkayan; bi xerakirina şehîdgehan û êrîşa li dijî hestiyên şehîdan, ew nikare bi ser bikeve. Ev wek şîmaqekê li ser rû û çavê dewleta TC’ê ya qirker dikeve.

Têkoşîna azadî û demokrasiyê ya civaka Kurdistanê bi van jî sînordar namîne. Her roj geştir û bilindtir dibe. Bandora xwe li civaka Tirkiyeyê dike û dibe hêvî. Ev hemû tiştên tên jiyîn, di raya giştî ya demokratîk a navneteweyî de jî cihê xwe dibîne. Bi vî aliyê xwe, dewleta TC’ê ya qirker li Tirkiyê û di asta navneteweyî de jî darbeyên mezin dixwe û her diçe bi tenê dimîne. Bi protestoyên tund re rûbirû dimîne. Her diçe çavkaniyên wê yên bi wan jiyana xwe berdewam dike ziwa dibin. Bi vê jî sînordar namîne. Tenê ne civaka Kurdisatanê, civaka Tirkiyeyê û her wiha di asta navneteweyî de alîgirên aştiyê, hêzên demokrasî û azadiyê jî dibînin û qebûl dikin ku dewleta TC’ê dijminê hemû morovahiyê ye. Civaka Kurdistanê, gerîlayên azadiyê, ciwan di salvegereke nû ya Berxwedana Rojiya Mirina ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de bi berxwedan û têkoşîna her diçe bilind dibe, pêşwazî dike û şehîdên berxwedana mezin, Kemal Pîr, M. Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek silav dike.

Di sala 1982’yan Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de, wehşeta faşîzma 12’ê Îlonê li ber çavên hemû mirovahiyê wek kabûsekê li ser dilê civaka Kurdistan û Tirkiyeyê rûniştibû. Zindan kiribûn îşkencexane, Kurdistan û Tirkiye jî kiribûn wek hepisxaneyê. Îdamkirin û înfazên li kolanan, îşkenc û qetilkirin bûbûn tiştên rojane yên jirêzê. Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê, bû dengê têkoşîna lihemberderketina zilma li zinadana Amedê û hemû pêkanînên zilm û zordariyê. Îro roj polîtîka û pêkanînên dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçeli yên li dijî civakên Kurdistan û Tirkiyê ji pêkanînên faşîzma 12’ê Îlonê ne cihê ne. Heta pêkanînên niha, ji yên 12’ê Îlonê pir zêdetir in. Civakên Kurdistan û Tirkiyê vê faşîzma AKP-MHP’ê ya ji 12’ê Îlonê bihuriye, dibînin û li hemberî vê bêdeng namînin. Dibînin ku pêwîstî bi têkoşîneke bihêztir, birêxistintir û tevahî heye. Bi vê hişmendiya xwe pê bawer e, divê mîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê, îro jî li zindanan, li çiyayan, li bajaran, li kolanan… li dijî hêzên faşîst ên mêtinger têbikoşe.

Civakên Kurdistan û Tirkiyê û raya giştî ya navneteweyî dibînin ku cuntaya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’yî ya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêk hat û dîktatoriya faşîst Erdogan-Bahçeli ya îro li ser Tirkiyê ye dişibin hev û têkiliya wan bi hev re heye. Helwest û nêzîkatiya xwe jî li gorî vê rastiyê nîşan didin. Ji van encaman derdixe û êdî naxwaze heman rojan bibîne û heman tiştan bijî.

Lêbelê di vê demê de ku em salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê pêşwazî dikin, divê civakên Kurdistan û Tirkiyê, hêzên wan ên sosyalîst, şoreşger, demokrat, azadîxwaz ên welatparêz peywir û berpirsiyariyên hîn mezintir bidin ser milê xwe. Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di warên aborî, siyasî, civakî, leşkerî û hwd. di gelek qadan de tengijiye û nikare çareseriyan bi pêş bixe. Her diçe ji ber darberên ji gerîlayên azadiyê dixwe, êrîşkartir dibe. Li hemberî vê ji bo mezinkirina berxwedan û têkoşînê divê berpirsiyarî bê wergirtin. Ji bo bidestxistina serkeftinê jî, divê xwedî sekn û meşa Berxwedêrên Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmeha ya 1982’yan a li zindana Amedê bin.

Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê bi berxwedanê bi ser ketibûn. Wek wê dêmê, wê îro jî serkeftin bê bidestxistin. Heta şert û mercên serkeftinê ji wê demê guncawtir in. Hêzên azadî û demokrasiyê yên di rêya berxwedêrên 14’ê Tîrmehê de meşiyan destkeftiyên mezin bi dest xistibûn. Îro roj, di rewşa heyî de heger di vê rêyê de ev meş bidome, hêza tu kes/dewletê nikare vê meşê bisekinîne û li ber wê bibe asteng.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2020’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Beko Ewanên hemdem

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Beko Ewanên hemdem

ANALÎZ - Beko Ewanên hemdem

Besê Erzîncan: “DAÎŞ li Dêra Zorê qediya ye, lê belê hîn li Efrîn, Îdlib û Cerablûsê heye”

Koordînasyona KJK'ê Besê Erzîncan: Jinên Kurd ji bo bindestan têdikoşin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.