Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Tirkiye heya ABD’ê: Her derê polîsên qatil!

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/05/2020 - 12:30
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Tirkiye heya ABD’ê: Her derê polîsên qatil!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê DYE’yê Minnesotayê, li keviya bajêr li devera St. Louis Parkê polîsan zilamekî reş ê 46 salî yê bi navê George Flyd duşema bihurî evarê saet 9:25’an fetisand. Heger xelkê nedîta û dîmenê bûyerê negirta, belkî hîç eşkere nebûya ku polîs ew kuştiye. Di dîmenan de eşkere xuya dike ku çar polîs zilamekî reş digirin, wî kelemçe dikin û deverû didin erdê. Li erdê jî yek ji polîsan çonga xwe datîne ser stûyê zilamî. Zilam di nava lepên wan de dibêje, ez difetisim, hew dikarim bêhnê bistînim. Lê ne xema polîs e.

Polîsê qatil, di nava nijadperestiya Emerîkî de ji rêzê ye; jiyana mirovekî reş ji bo wî bê qîmet e. Ew eşkere piştgirekî serokê DYE’yê Trump e. Slogana Trump a Make America Great Again (Emerîkayê ji nû ve mezin bike) ji sloganên wî ye jî; lê wî ev slogan hinekî guherandiye; “Spiyan ji nû ve mezin bikin.”

“Ji nû ve mezinkirina spiyan” ne pirsgirêkeke munferîd e û ne tenê li Emerîkayê heye. Ji nijadperestê li Hanauyê 19’ê Sibatê 9 ciwan qetil kirin heta bi Breivik ê ku li Norwêcê 22’yê Tîrmeha 2011’an 69 ciwanên ji rêxistina ciwanan a partiya karker li kampekê kuştin û 8 kesên din bi teqandina mînîbuseke bombebarkirî li paytext Osloyê kuştin… Hemû dixwazin “spî ji nû ve mezin bibin”. Ne ku niha piçûk in, lê ji manedarbûn û qîmetdayîna jiyana mirovên ne spî-Ewrûpî aciz in.

Polîs derew kir

Niha meqamê lêpirsînê yê federal F.B.I. û polîsê Minnesotayê lêpirsîn dane destpêkirin. Vêca çawa ku berê jî di bûyerên mîna vê de xuya dike; girtina dîmenên bûyerê û belavkirina wan, rê li ber protestoyên mezin û nerazîbûnan vekir. Malbata Floyd dixwaze polîsê qatil bi “mêrkujiyê” bê gunehbarkirin. Lê ka meqamên DYE’yê wê çi bikin, hîna ne diyar e. Ka gelo ew ê sûcekî sivik bixin stuyê polîsê qatil; nîşanên pêşî ew bûn ku wan ê hîç sûc nexista stûyê polîsê xwe. Sernivîsa daxuyaniya polîsê Minnesotayê ya pêşî digot, “Zilam di dema destwerdana polîs de ji ber pirsgirêkeke sihetê mir”.  Lê nerazîbûnan û vîdeoyê, kir ku şaredar destwerde meselê; şaredarê Minnesotayê Jacob Frey, her çar polîsên tevlî bûyerê bûyî ji wezîfeyê dûr xistin û kir ku F.B.I. jî mudaxilî lêpirsînê bibe. Şaredar di daxuyaniya çapemneniyê de got, “Li Emerîkayê reşbûn nabe ku fermana kuştinê be. Pênc deqîqeyan me lê temaşe kir çawa polîsekî spî çonga xwe dewisand ser stûyê zilamê reş. Pênc deqîqe!”

Jiyana reş bi qîmet e

Di vê dema haziriyên hilbijartinên ji bo serokatiya DYE’yê de ev bûyer wê hîna gelekî bê minaqeşekirin. Li aliyekî polîsê kujer alîgirê Trump e, li aliyê din ji niha ve namzetê herî xurt ê Demokratan, Joe Biden bi ser meseleyê ve diçe: “George Floyd ya çêtir heq kiribû û malbata wî edaletê heq dike. Jiyana wî bi qîmet bû.”

Bi van gotinan wî bal bire ser kampanyaya li dijî şideta polîsan a li dijî mirovên reş li Emerîkayê ya bi navê “Jiyana reş bi qîmet e”.

Polîs ji protestoyan n raziye; li cihê ku George Floyd hat kuştin bi sedan kesî şideta polîs protesto kir, lê polîs gule li wan reşandin û kesek birîndarkirin.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 28’Ê GULANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

Ji ber topbarana çeteyan, şewat bi zeviyên gundê Um El-Kêf ket

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji ber topbarana çeteyan, şewat bi zeviyên gundê Um El-Kêf ket

Ji ber topbarana çeteyan, şewat bi zeviyên gundê Um El-Kêf ket

LEZGÎN – Bîlançoya çalakiyên HRE’yê: 10 çeteyên dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - Ji HRE çalakî: 9 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin, wesayîtek hate rûxandin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.