Enter your email Address

Çarşamba, Aralık 17, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Dijmin Yekîtiyê naxwaze

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
20/05/2020 - 0:02
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Dijmin Yekîtiyê naxwaze
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Gelek hevdîtinên veşartî di navbera ENKS û Rêveberiya Rojava de, bi piştgiriya Emerîka-Fransayê hatin lidarxistin. Li gorî çavkaniyan heta niha ENKS û Rêveberiya Rojava li ser 5 xalan li hev kiriye, yek ji wan; federalbûna sîstema Sûriyê û parastina mafên hemû pêkhateyan e.

Kendal CÛDÎ

Wezîrê Karê Derve yê Dewleta Tirk a dagirker Mevlut Çavuşoglu di hevpeyvîneke li gel televîzyona ‘A Haber’ a Tirkiyê de16`ê Gulanê, bi awayekî eşkere dijminatiya xwe ji bo Kurdan ragihand. Ew dibêje, ew nahêlin li Rojava lihevkirin di navbera PYD û ENKS`ê de çêbe.

Di dîroka Kurdan de, heta niha rejîmeke weke ya AKP`ê ku bi awayekî eşkere dijminatiya Kurdan dike û dixwaze Kurdan parçe bike, nehatiye dîtin. Gelek kes û partiyên siyasî yên Kurdan hene, mixabin dibêjin, dewleta Tirk li dijî PKK û PYD`ê ye, lê ma, dema Başûrê Kurdistanê serxwebûna xwe ragihand, qey PKK li wir bû ku yekemîn dewleta êrişî serxwebûnê kir, dewleta Tirk bû.

Mevlut Çavuşoglu bi vê gotina xwe dixwaze înîsiyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî ya yekbûna hêzên siyasî yên Kurd li Rojava ku piştî êrişên dewleta Tirk di 10`ê Cotmeha 2019`an de li dijî Serêkaniyê û Girê Spî dest pê kir, xera bike.

Înîsiyatîfa yekbûna hêzên Kurd ya fermandariya QSD`ê, dewleta Tirk a dagirker hejand û rê li ber gelek pîlanên hêzên herêmî û navneteweyî girt. Di heman demê de jî êdî ti hinceta ENKS`ê nema ku venegere Rojava, beşdarî nava xebatê nebe û tevlî nava kar û xebatên saziyên Rêveberiya Xweser nebe.

Li ser 5 babetan li hev kirine

Di çarçoveya xebatên yekîtiya hêzên siyasî li Rojava de, gelek gav hatin avêtin, wekî vekirina nivîsgehên ENKS`ê bêyî ku ruxsetê ji Rêveberiya Xweser bigirin, kesên girêdayî ENKS`ê jî yên ku hatibûn girtin, hatin berdan û ENKS bi awayekî azad li Rojava û Bakurê Sûriye dikare xebatên xwe bimeşîne.

Her wiha gelek hevdîtinên veşartî di navbera ENKS û Rêveberiya Rojava de, bi piştgiriya Emerîka-Fransayê hatin lidarxistin. Li gorî çavkaniyan heta niha ENKS û rêveberiya Rojava li ser 5 xalan li hev kiriye, yek ji wan; divê sîstema Sûriyê federalî be û parastina mafên hemû pêkhateyan bike.

Lê li aliyê din jî, dewleta Tirk a dagirker çavên xwe li van bûyerên der barê yekbûna hêzên Kurd li Rojavayê Kurdistanê de negirtibû û kete nava hewldanên xerakirina yekbûna hêzên siyasî.

Dewleta Tirk ENKS hişyar kir

Piştî înîsiyatîfa fermandariya QSD`ê ya ji bo yekkirina hêzên siyasî, Wezareta Karê Derve ya Dewleta Tirk şandeya ENKS`ê vexwend û şandeyê berê xwe da Tirkiyê, bi Mevlut Çavuşoglu re hevdîtinek kir. Armanca sereke ya vê hevdîtinê ew bû, dewleta Tirk a dagirker ENKS`ê hişyar bike da ku tevlî yekrêziya nava partiyên Kurdistanî nebe.

Lê banga Mezlûm Ebdî ya ji bo yekrêziya hêzên Kurd, li tevahiya Kurdistanê û nexasim li Rojava, hêviyeke nû ji bo tevahiya gelê Kurd çêkir û raya giştî ya Kurdan zext li ENKS`ê kir. Her wiha serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî piştgiriya vê înîsiyatîfê kir.

Gefa Çavuşoglu li ENKS´ê

Êdî dewleta Tirk a dagirker her ku çû pîlanên xwe yên xerakirina ji bo vê înîsiyatîfê berfireh kirin. Dewleta Tirk ji bo zextê li ENKS`ê bike, ‘Rabitiya Kurd a Serbixwe’ xiste dewrê û hişt ku tev li nava îtîlafa Sûriyê ya ku ji aliyê Tirkiyê ve tê birêvebirin, bibe. Jixwe Rabitiya Kurd a Serbixwe jî yekser ragihand ku ew qebûl nake ku ENKS beşdarî nava rêveberiya Rojava bibe.

Dewleta Tirk bi vê yekê xwest nameyekê bide ENKS`ê ku eger tev li nava xebatên Rêveberiya Xweser bibe û ji nava îtîlafa Sûriye derkeve, va ye alternatîfa we hazir e, ew jî Rabitiya Kurd a Serbixwe ye.

Di encamê de em dikarin bibêjin, gotinên Mevlut Çavuşoglu yên der barê nerazîbûna ji yekîtiya hêzên Kurd de, her tiştî zelal dikin û pirsa di mêjiyê hinek Kurdan de; gelo çima heta niha lihevkirina siyasî çênabe û kî li pişt vê ye, zelal kiriye. Piştî daxuyaniyên Çavuşoglu wê ENKS û Rêveberiya Xweser helwêsta xwe çi bin, çi gavan biavêjin? Raya giştî ya Kurd li benda vê yekê ye.

Qirkirin wê li mekanekî din dubare bibe

Lê ji aliyekî din ve jî girêdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi xeta sêyemîn li ser esasê projeya neteweya demokratîk û yekbûna tevahiya hêzên siyasî yên Kurd, tekane rêya çareseriyê ye.

Ev çareserî jî ji hemû aliyên siyasî, PYD, ENKS, Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, partî û çînên civakî hemûyan tê xwestin ku piştgiriya înîsiyatîfa yekbûna hêzên Kurd bikin û wek seferberiyekê ji bo biserxistina vê gavê ragihînin.

Lê eger yekitî çênebe, rewşa Kurdan wê xerabtir bibe û dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên herêmî û navneteweyî komkujiyên ku li Bakurê Kurdistanê li dijî Kurdan û Ermenan kiribûn, wê dubare bike. Di heman demê de, nelihevkirina hêzên siyasî yên Kurd li Rojava, bandoreke mezin li destketiyên Kurdan li Başûr û Bakurê Kurdistanê wê bike.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Tevlîbûna Gerîla tevlîbûna jiyana azad e!!

Nivîsa Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Partiyên Yekîtiya Nîştimanî ya Kurd hate avakirin

PKK’ê Avesta Fîras Herekol bi bîr anî

PKK'ê Avesta Fîras Herekol bi bîr anî

Manşet

  • Ciwanê Ku Hatbû Binçavkirin, Li Girtîgehê Jiyana Xwe Ji Dest Da
  • HPG Şehîdên Zapê Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqqayê şehîdên ciwanan bi bîr tînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîtînga ‘Hêvî û Azadiyê’ bê Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Firatê ji bo Azadiya Fîzîkî ya Rêber APO Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.