Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Endamên KNK: ‘Meşa dirêj ya Zînî Wertê karekî Neteweyî ye’

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
15/05/2020 - 0:57
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe, Taybet
Reading Time: 6 mins read
A A
Endamên KNK: ‘Meşa dirêj ya Zînî Wertê karekî Neteweyî ye’
ParvekeTweet

SILÊMANÎ – Provakasyona PDK’ê a li Zînî Wertê ji 13 Avrêlê vir ve didome. Bi çûyîna PDK’ê li heremê tevgerandina MÎT, balafirên keşfê yê dewleta Tirk a dagirker didome. Di 14’ê Avrêlê de bi cîh dayîna peşmergeyên PDK’ê heremê bombebaran kiribû di encama bombebaranê 3 gerillayên HPG şehîd ketibû. Gelê heremê bi daxuyaniyan diyar kiribû ku herêm şûnekî aram e pêwîstî bi peşmerge û baregeh nîn e.

Ji ber vê yekê gelê Başurê Kurdistanê jî bi daxuyaniyan û çalakiyan diyar kiribû ku divê PDK’ê ji wir derkeve û ev provakasyon bi plana dewleta Tirk a dagirker e. Ji ber ne derketina PDK’ê ji herêmê bi Însiyatîfa Ciwanên Başurê Kurdistanê diyar kiribû ku wê sibe bi şîara ‘’Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin’’ ji Ranya ber vî Zînî Wertê ji bo dawî anîna provakasyona PDK’ê meşekî dirêj wê lidar bixin.

Di derbarê provakasyona PDK’ê û li ser meşa dirêj Endamên Kongreya Neteweyî Kurdistan Dr.Kamuran Berwarî û Xalit Qader ji ajansa me re axivîn.

‘Rewşa Zînî Wertê bixwe xizmeta PDKê jî nake’

Dr. Kamuran Berwarî da diyar kirin ku Başurê Kurdistanê di 1991 an vir ve hukumetekî heta radekî serbixwerê heye. Qadekî azad e, dijfirîn e û di derbarê hebûna dewleta Tirk a dagirker û provakasyona Zînî Wertê jî wiha axaftina xwe domand: “Li Başurê Kurdistanê hebûna leşkerên dewleta Tirk di sala 1992 an vir ve bi rizamendiya partî û hukumeta Başurê Kurdistanê heye. Hebûna peşmergeyên dixwazî Hukumetê be dixwazî yê PDK’ê be an jî leşkerên Tirk li Zînî Wertê be ev rewşekî nebaş e. Zînî Wertê destpêka pêvajoyekî rewşekî xerab e. Çûyîna wir pir xetere gelê Kurd ji vê rewşê nerazîne. Tu xizmetê ji Kurdistanê re jî nake. Ev rewş bixwe xizmeta PDK’ê jî nake.’’

“Bi provakasyona Zînî Wertê armanç tasfiye kirina PKK’ê ye”

Di derbarê çûyîna pêşmerge de Wezereta Pêşmerge wek hincet hebûna Corona Vîrus dabû nîşandan. Berwarî ev daxuyaniya Wezereta Pêşmerge neakilane pênase kir. Berwarî dewamî de wiha pê de çû: ‘’ Madem dibêjin Corona bila sînorê xwe bi Îran, Irak û Tirkiye re bigire. PDK’ê gotiye em ê ji heremê vekişin lê neraste dixwazin dem derbas bikin. Hêza çûye wêderê bi plan û bernameyek bi zanebûn çûye wir. Hevkari bi dewleta Tirk re hatiye çêkirin. Ev di destpêka şerekî demdirêj e. Stratejîk e. Armanca wan şoreşa Bakurê Kurdistanê têk bibin, Qendîl dagir bikin, Gerilla têk bibin, PKK tasfiye bikin. Dewleta Tirk a piştî PKK tasfiye bike wê PDK’ê û YNK’ê jî tasfiye bike.

“Pêşmerge, Siyasetmedar, Hunermend her kes divê baş bizanibê ku ev pêngavek xwe kujiyê”

‘Meşa dirêj ya Zînî Wertê karekî Neteweyî ye’ Berwarî di derbarê meşa dirêj ya sibe ji Ranya ber vî Zînî Wertê were destpêkirin bangawaziya û pişgiriya xwe wiha anî ziman: ‘’Meşa dirêj ya di sibe ji Ranya ber vî Zînî Wertê were destpêkirin karekî Neteweyî ye. KNK, rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, ciwan divê her kes li erkên xwe yên Nîştîmanî xwedî derkeve.

Bangawaziya me yekem ji PDK’ê re ye û partiyên Kurdistanê re helwestê xwe li Bakur, Rojava, Rojhilat û partiyên li opozîsyona Başurê Kurdistanê biguhure helwestekî nermtir û niştimanîtir nîşan bide. PDK’ê ji bo Zînî Wertê jî dijmin re pêşengtî kiriye. Birina pêşmerge ne ji bo meseleyekî niştimaniye. Pêngavekî hilkirina fesadî di asta çar parçeyê de ye. Nexşeyekî stratejîk a dewleta Tirk a dagirker de ye. Ew nexçe cîhê xwe bigire wê deskeftiyên Kurdan darbeyek mezin bixwe.

Em bang li gelê xwe dikin xwedî li doza welatê xwe derkevin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide Împaratoriyek Osmanî li ser hestî, xwîn û axa Kurdan avabike. PKK tasfiye bikin wê hemû Başurê Kurdistanê têk bibin. Pêwîste em vê mesûliyetê baş bizanibin. Divê hemû hêzên Bakur, Rojava, Başur û Rojhilat dest bidin hev û ji bo Kurdistanê îdareyek û leşkeriyek avabikin.’’

“Bi çûyîna PDK’ê a li Zînî Wertê MİT ketiye nava liv û tevgerê”

Endamê KNK’ê Xalit Qader jî di destpêka provakasyona PDK’ê vir ve heta niha gelek caran çûye Zînî Wertê û bi gelên heremê re li ser vî provakasyona hevdîtin kiriye. Xalit Qader jî di derbarê provakasyona PDK’ê nêrînê xwe wiha anî ziman: “Gelê herêma Zînî Wertê bi hatina hêza PDK’ê bi guman e. Gelê herême pir aciz û bi hêrse ji ber hatina van hêzan. Çunkî ew navçe navçeyekî aram e, gelê herêmê bi rewşekî asayî jiyana xwe didomand. Navçe ne di sînor de ye ne jî metirsî li ser heye. Ev hatina wan di çarçoveya planên dewletên dagirker û dewleta Tirk a dagirker de ye. Bi hatina wê hêzê dewleta Tirk a dagirker dixwaze êrîşê Qendîlê bike. Taybet gelê herêm û navçeyê bi xwe jî çend caran çûn serdanê çalakî jî kirin ji xwe. Di çalakiyan de hat gotin ku metirsiya Corona Virus nemaye. Hîç pêwîstî bi hêzên peşmerge nîn e. Rewş bila bizivire beriya Corona yê. Mixabin ew hêz hîna xwe nekişandiye. Biryar bu ku hêzên xwe ji heremê vekêşe. Ew hêz aîdê ew herêma nîn e, pêwîste ji wir biçin. Divê çalakiyên sivîl bidome. Divê ew hêz ji wir vekêşe çunkî MÎT li navçeyê bi hatina wan hêzan ketiya nav liv û tevgerê. Dewleta Tirk a dagirker li navçeyê dixwaze di navbera hêzên Kurdî de şer derkeve û planên xweyên dagirkeriyê pêk bîne. Gelê me û civaka me li hember vî şiyar be.”

NC // Bahoz Cûdî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Por xeleka dilê Kurdistana rengîn

Nivîsa Pêş

Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn

Ciwanên Başûr ber bi Zînî Wertê ve wê bimeşin!

Ciwanên Başûr ber bi Zînî Wertê ve wê bimeşin!

Manşet

  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.