Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

‘Em çalakiyên gerîla pîroz dikin, berxwedanê silav dikin’

KCK'ê diyar kir, gerîla derbên giran li hêzên faşîst qirker dixin û destnîşan kir ku "Em çalakiyên gerîla pîroz dikin ku li pêşiya pêkhatina armancên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê dibe asteng."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2020 - 13:28
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
KCK: ‘Gerîla wê di sala 36’an a vejînê de bi xurtî li ber xwe bidin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd polîtîkaya qirkirinê dimeşîne û zexteke giran li hêzên demokrasiyê dike. Zîhniyeta mêtinger qirker mûxalefeteke biçûk jî naxwaze li hemberî xwe bibîne. Li Tirkiyeyê niha dîktatoriyeke faşîst li ser hikum e. Hêzên demokrasiyê û gelê Kurd jî li dijî vê yekê li ber xwe didin. Di nava vê berxwedanê de rola gerîla her tim çalak e. Tevî ku mêtingeriya qirker heta jê tê bi derfetên xwe hemûyan êrişê dibe ser gerîla, nikare ji derba gerîla bifilite.

Di dema dawî de li Bedlîs, Amed, Serhed, Gever, Botan, Heftanîn û Mêrdînê derbên giran li hêzên faşîst qirker tê xistin. Ev berxwedana gerîla dike ku dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê biheje. Berxwedana gelê me û hêzên demokrasiyê, çalakiyên gerîla desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê anîne ber hilweşînê. Em çalakiyên gerîla pîroz dikin ku li pêşiya pêkhatina armancên desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê dibe asteng.

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê di şerê taybet ê qirêj de şerê psîkolojîk gelekî zêde bi kar tîne. Bi propagandaya derewîn ku di medya xwe de her roj dibêjin, ‘me li ewqas gerîlayan dan, ewqas jê kuştin, gerîla qedandin’ diweşîne, hewl dide lawaziya desthilatdariya AKP-MHP’ê binixumîne. Lê belê derbên ku gerîla li wan didin vî şerê psîkolojîk têk dibe. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku desthilatdariya xwe bi tepisandina berxwedana gerîla û têkoşîna azadiyê ve girêdaye bi vî rengî li ber tunebûnê ye. Zêdebûna êrişkariya desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li her qadê, ji bilî hewldana parastina vê desthilatdariya lawaz nayê ti wateyê.

Desthilatdariya AKP-MHP ewqasî lawaz bûye ku dibêje ‘wê li dijî wan darbe bê kirin’ bi vî rengî xwe mexdûr nîşan dide û hewl dide zilmê veşêre. Desthilatdariya AKP-MHP’ê kengî hewl dabe têgiştineke wiha bixe nava mirovan, piştî wê pêleke nû ya zext û zilmê hatiye. Ji ber vê yekê domandina têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê wê gelê me bigihîne demokrasî û azadiyê.

AKP-MHP dixwaze bi rê û rêbazên nerewa, bi zextên faşîst û zordariyê li ser desthilatdariyê bimîne. Desthilatdariyeke bi vî rengî ya nerewa hesabê wê dike, atmosfereke welê biafirîne; weke ku wê li dij wan darbe bê kirin û bi vî rengî bi ser hêzên demokrasiyê ve biçe. Desthilatdariya AKP-MHP her carê bi rengekî eşkere nîşan dide ku wê bi hilbijartinê yan jî rêyên rewa dest ji desthilatdariyê bernede. Ji ber ku dibîne wê bi rêyên rewa li ser desthilatdariyê nemîne rojeva darbeyê ya xeyalî diafirîne û ji hewldana xwe ya mayina li ser desthilatdariyê re li hincetekê digere. Ji xwe ji 20’ê Tîrmehê ve gelek caran darbe kir û nîşan da ku desthilatdariyeke tenê dikare bi darbeyê û zordariyê li ser piyan bimîne. Ji ber vê yekê têkoşîna li dijî vê desthilatdariyê têkoşîna herî rewa û mafdar a demokrasiyê ya li cîhanê ye. Têkoşîna gerîla têkoşîna herî rewa û demokratîk e û ji bo têkoşîna demokratîkbûna Tirkiyeyê bi roleke dîrokî radibe.

Li dijî darbeya 12’ê Îlonê ya faşîst ku dixwest Kurdan qir bike, gerîla dest bi têkoşîna azadî û demokrasiyê kir. Ji bo desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê têk bibe, Tirkiyeyê demokratîk bike û Kurdistanê azad bike çi dibe bila bibe wê ev têkoşîn bidome.

Em hêzên gerîla hemûyan silav dikin ku li her devera cografya Kurdistanê bi cih bûne, ji bo hesreta şehîd, azadiyê û demokrasiyê bi ser bixînin têdikoşin. Di têkoşîna wan de ya ji niha û pê ve serketinên mezintir hêvî dikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NPG’ê çalakiya gerîlayan a li Bedlîsê pîroz kir

Nivîsa Pêş

KCK: Divê em têkoşîna li dijî êrîşên li ser goristanan mezin bikin!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: PKK ji bo Kurdan navê hebûnê ye!

KCK: Divê em têkoşîna li dijî êrîşên li ser goristanan mezin bikin!

LEZGÎN – Gerîla TV dîmenê çalakiya Tepê Xwedê weşand

LEZGÎN - Ji Gerîlla Çalakî: Wesayîta ku yekîneyên veşartî û sîxûr têde bûn hate rûxandin

Manşet

  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.