Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê 2 gerîlayên li Cûdî şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên li çiyayê Cûdî yê Şirnexê şehîd bûn ragihand û diyar kir, "Em ê têkoşîna azadiyê ku armanca şehîdên me bû bi ser bixînin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/05/2020 - 15:03
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG’ê 2 gerîlayên li Cûdî şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê 2 gerîlayên 14’ê Nîsanê li Şirnexê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Di daxuyaniya 21’ê Nîsanê de me ragihandibûn ku artêşa TC a dagirker 14’ê Nîsanê li qadên Girê Çolya û Gundik Remo yên herêma Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonê kiriye û 2 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûne. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çayan Koçgîrî

Nav paşnav: Velî Can Hûnûlû

Cihê jidayikbûnê: Stenbol

Day-ik-Bav: Gulîzar-Cemal

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Nîsana 2020’an / Cûdî

Nasnav: Mervan Kerkûkî

Nav paşnav: Zana Xazî

Cihê jidayikbûnê: Kerkûk

Dayik-Bav: Wîdad-Xazî

Dem û cihê şehadetê: 15’ê Nîsana 2020’an / Cûdî

Hevrêyê me Çayan bi eslê xwe ji Sêwasê bû, li Stenbolê mezin bû û nêrînên şoreşger bandor li wî kir. Hevrê Çayan ku pêkanînên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd ji nêz ve dît û ji ber nêrînên xwe zext û zorî ji dewleta faşîst dît, herî dawî li Geverê dema ku leşkerî dikir ji bo nebe hevkarê vê neheqiyê û qirkirinê ji leşkeriya dewleta TC a dagirker fîrar kir û tevlî nava refên azadiyê bû.

Hevrêyê me Çayan ku bi kedkarî û duristiya xwe dihate naskirin li Zagros, Şengal û Botanê li gelek qadan di çeperên berxwedanê de têkoşiya. Sala 2014’an ji bo li dijî DAÎŞ’ê bi rengekî çalak têbikoşe û gelê me yê Êzidî ji van êrişan biparêze çû Şengalê û li wir bi rengekî çalak tevlî şer bû. Hevrê Çayan ku bêrawestan têkoşiya û xwe fedayî gelê xwe kir. Hevrê Çayan xwe di felsefeya Rêber Apo de şareza kir û di rêbaz û taktîka serdemê ya gerîla de xwe bi pêş xist. Piştî têkoşîna li Şengalê berê xwe da Botanê û bû fermandarekî pêşeng ku mohra xwe danî binê serketinên girîng. Hevrê Çayan ku fermandarekî ciwan ê gerîla bû, bi kesayetiya xwe ya milîtan û ruhê xwe yê berxwedêriyê wê her tim ji me hevrêyên wî re bibe mînak.

Hevrêyê me Mervan li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Dît ku yekane rêya bidawîkirina mêtingeriyê û pêkanîna azadiya Kurdistanê, berxwedana gerîla ye. Li ser vê bingehê di sala 2016’an de tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi kesayetî û sekna xwe xwe bi felsefeya Rêbertî xemiland, ji aliyê leşkerî ve jî timî xwe nû kir. Hevrê Mervan ji bo biçe qada Botanê gelekî hewl da û bi îradeyeke mezin li ber xwe da. Hevrê Mervan bû milîtanekî fedayî yê Apoyî û her tim di navbera felsefeya Rêbertî û jiyana gerîla de têkiliyeke xurt danî, bi vî rengî pêşketineke mezin di kesayetiya xwe de afirand. Ji roja ku tevlî bû û heta kêliya ku şehîd bû wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi ser xist.

Di serî de malbatên me yên hêja yên şehîdan serî gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ku armanca hevrêyên me yên şehîd bû bi ser bixînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

LEZGÎN – Gerîlayan derbên giran li dagirkeran dan: 11 leşkerên dagirker hatin kuştin

Nivîsa Pêş

Li Eyn Îsayê tevgera balafiran û li gundê Til Temirê topbaran

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Artêşa Tirk a dagirker leşkeran sewqî gundên Til Temirê dike

Li Eyn Îsayê tevgera balafiran û li gundê Til Temirê topbaran

Hejmara 13’emîn ya Xwebûnê derket

Hejmara 13'emîn ya Xwebûnê derket

Manşet

  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.