Enter your email Address

Pazar, Aralık 21, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

TCŞ-JCA: Di Kurdistanê de rê nede xeta hevkarî û xiyanetkariyê! 

TCŞ û JCA li hemberî êrişên hewayî yên bi hevkariya hêzên PDKê va dewleta Tirk a faşîst li Qadên Parastina Medyayê û wargeha penaberan a Mexmûrê ya ku di bin kontrola NYê da ye pêk aniye daxuyaniyekê ragihand. Di daxuyaniyê da hate gotin ku, "li Kurdistanê da rê nede xeta hevkarî û xiyanetkariyê". 

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
18/04/2020 - 12:02
di nav Ciwan, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
TCŞ-JCA: Di Kurdistanê de rê nede xeta hevkarî û xiyanetkariyê! 
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgerên ciwanên Kurd yên li Ewropayê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan yên Azad, li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên bi hevkariya PDKê ya li ser Mexmûr û Qadên Parastina Medyayê daxuyaniyekê ragihandin.

15ê Avrêlê di êrişên hewayî da, li Mexmûrê 3 jinên nişteciyên kampê, li Zinî Wertêyê da jî 3 gerîla şehîd ketibûn. TCŞ û JCA di daxuyaniya xwe da diyar kirin ku divê bi lezkî PDK têkiliyên xwe bi dewleta Tirk a dagirker ra bibire, êdî li gelê Kurdistanê ra xiyanetê neke. TCŞ-JCAya ku bang li raya giştî ya Kurdistanê kir, xwest ku li hember êrişên dagirkerî û xiyanetkariyê zêdetir dengê xwe bilind bikin. Her wiha li ser torên civakî, li gor saeta Amedê 17.00an da xebatek yê bê kirin. Bang li gel û ciwanên Kurdistanê hate kirin ku xebata li ser hesabê https://twitter.com/TCSoresger da yê dest pê bike da, berteka xwe nîşanê PDKê û hêzên hevkar yên herêmî bikin.

Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:

Ji ber pandemîya koronayê ya ku di mehên dawîn de bandora xwe nîşan da û wek qeyraneke gelemperî jiyana hemû kesan dijwartir kir, gelê cîhanê di pêvajoyeke alozî de ye. Di vê pêvajoyê de hemû gelên cîhanê li dijî pandemîyê ji bo ku xwe biparêzin, ji îzolasyona civakî heta karantînayê bergiriyên cûrbicûr girtin. Ew qas gengeşî li cihekî devleta tirk a dagirker, li ser gelê Kurd û Kurdistanç erîşan pêk diîne û êrîşên komkujîyê bi demê ve zêdetir dibe.

Kolalîsyana faşîst a AKP-MHP vê pandemîyê wek derfetek bi kar anî û bi biryara afûkirinê di serî de çi qas girtiyên tecawizê, kujerê jinan, serokên çeteyan en alîgirên xwe hebe da berdan. Kesên ku ji ber fikrên xwe yên azad an jî faalîyetên xwe yên polîtîk di girtigehê de ne, bi mirinê rû bi rû man. Her wiha li Rojovayê êrîşên xwe domand û li Başûrê Kurdistanê penahgeha Mexmûrê ya ku di bin qontrola BMê ye û Qadên Parastina Medyayê bombe barand.

Di vê pêvajoya ku li ser gelê me êrîşên komkujî tê kirin, hemû dinya li dîjî koronayê bangewazîya pevrebûnê dike. Em jî piştgirîya vê dikin û carek din dibêjin: Em encax bi piştgirîya hemû gelan ve dikarin bi hêz bin. Lê belê em ji hemû devletan jî li benda heman hasasîyetê ne. Divê li hemberî van êrîşên devleta tirk a faşîst a ku ji vîrusê zehftir talûke ye bertekekê nîşan bidin. Çiya û bajarên Kurdistanê bi rojan dihên bombekirin û her roj gelê me diavêjin zindanan û bi mirinê rû bi rû dihêlin. Divê ev yek neye jibîrkirin; piranîya çekên ku devleta tirk li Kurdistanê êrîşê Kurdan dike yên devletên Ewropayê ye.

Di 15ê Avrelê leşkerên devleta tirkan a sûcdarê şer, li Başûra Kurdistanê penahgeha Maxmûrê ya ku din qontrola Yekitîya Neteweyan e bombe barandin. Di vê êrîşê de 3 jinên ku ahalên xwe diçêrandin hatin qetlkirin. Disa di heman saetan de li Qadên Parastina Medyayê gira Zinê Wertê bi piştgirîya hezên KDP bombe hatin barandin û 3 gerîlla şehîd ketin.

Wisa xuya dike ku devleta tirk a dagirker li Başûra Kurdistanê; li Mexmûr û Qadên Parastina Medyayê amadehîyên êrîşeke mezin dike. Di vê êrîşê de hezên KDPê bi awayekî çalak cih digirin. Di van rojên ku nîqaşên yekitîyê dihên kirin de gelê me li Kurdistanê îradeyeke mezin nîşan dide. Di vê rewşê de polîtîqaya KDPê gelek bi talûke ye ev polîtîqa bi yekîtîyê û Kurdistanîbûnê hev du nagire û divê di demeke nêz de were guhartin.

Li hemberî gelê Kurd û Tevgera Azadîyê bi dijminê re şirîkatî di serî de ji Gelê Kurd re îxaneteke mezin e. Gelê Kurd vê îxanetê ti car ji bîr nake. Kurdistan ber bi azadîyê ye û divê ji bo van lîstikên ku hezên komplowarî ya navneteweyî pêk diîne destûr neye dayîn.

Divê ev yek neye jibîrkirin, li Dersîmê, Maraşê di serhildana Şêx Saîd de gelê me ji hêla devleta tirk ve hate qetlkirin. Di Rojavayê de li Efrînê, Serêkanîyê û Girê Spîyê de devleta tirkan gelê me rasteras an jî bi çeteyên xwe qîr kir. Li Surê, Cizîrê, Nisêbînê bajarên me yên îradeya xweser nîşan da hatin hilweşandin û gelê me di weşanên zindî de ji hêla devleta tirkan ve hate şewitandin. Li Başêrê Kurdistanê gava referanduma xweserîyê çêkir, hezê ku gelê me bi awayekî vekirî tehdît kir û ambargoyekê meşandin devleta tirkan bû.

Dewleta Tirkan e, bi salan zarokên gelê Kurd yên herî hêja kuştiye, laşê wan di taxên me da li dû wesayîtên zirxî xirikandiye, bi guhên wan kilîldankan çêkiriye, goristanên pakrewanên me bombebaran kiriye, êrişê cenazeyên me kiriye û bi rêya kargoyan laşên me yên bêcan ji dayîkên me yên ku di oxira wan da qiyamet bê rakirin ra şandiye. Yê ku rêberê azadiya gelê me û rêberê gelên Rojhilata Navîn Rêber Apo ev 21 sal e di bin dîlîtiyê da digire dewleta Tirkan e.

Têkoşîna azadiyê dema hate gotin ku “dawî bû”, bi Rêber Apo va dîsa xwe ji nû va ava kir, mezin bû û li hemberî êrişên her cureyê mêtingeriyê hevkarî-xiyanetkariyê li ber xwe da û heta îro hat. Wek temsîlkarê vê rêyê, êrişên li dijî gelê me û têkoşîna me tê kirin ra em ê bêbertek nemînin. Heta ku ji her kesên ku tiliyên wan di van êrişên qirkirinê da hene em hesab bipirsin, dengê me yê mîna şepeyê pê da were û di guhên we da deng vede.

Ji ber vê jî hêzên siyasî yên Başûrî, bi taybet jî hêzên PDK û YNKê divê nekevin nav dek û dolabên neyêr, dev ji xiyaneta li hember gelê xwe berdin. Divê bi lezkî ambargoya li ser gelê me yê hêja ku li Mexmûrê ye û ev 9 mehe li welatê xwe bûye penaber bê rakirin. Divê hevkariya bi dewleta Tirk a faşîst ya bi armanca îmhakirina gelê Kurd û şervanên gelê Kurd hema bê dawî kirin.

Em wek ciwanên Kurdistanê yên li Ewropayê, careke din dubare dikin ku gelê me ji ber sedema şewba Coronavîrûsê tedbîrên xwe bigire. Lê belê li dijî hevkariya AKP-MHP-PDKê ya ku vê rewşê wek firsendekî dibîne jî li her qada em lê birêxtinî ne, bi çalakiyên afirîner va sewa ev plana dagirkeriyê û nîjadkujiyê vala bê derxistin, em bang li ciwanan dikin ku bikevin nav lebatê.

Dîsa di vê pêvajoyê da, divê ciwan torên civakî bi awayekî rast bikar bînin. Vê xiyaneta li hember gelê Kurdistanê pêk tê, divê bi awayekî xurt teşhîr bikin. Ji ber vê 18ê Avrêlê roja Şemiyê, li gor saeta Amedê 17.00an da xebateke torên civakî yê bê çêkirin. Xebat, yê saet tam 17.00an da di hesaba www.twitter.com/TCSoresger ya ku di Twitterê da ye, yê bê dest pê kirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger
Jinên Ciwan ên Azad

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 18’Ê NÎSANA 2020’AN

Nivîsa Pêş

MED TUHAD-FED: Binpêkirin her ku diçin zêde dibin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
MED TUHAD-FED: Binpêkirin her ku diçin zêde dibin

MED TUHAD-FED: Binpêkirin her ku diçin zêde dibin

TEV-DEM’ê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da

TEV-DEM’ê êrîşa dewleta Tirk a dagirker ya li Mexmûrê şermezar kir

Manşet

  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye
  • ‘Em Ji Bo Geşkirina Jiyanê Tovên Hêviyê Diçînin’
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin
  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

Herî zêde hatine xwendin

  • Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    Komkujiya Mereşê Li Stuttgartê Bi Pêşengiya Ciwanan Hate Bîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên herêma Firatê civîna xwe ya salane lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan Civîna Xwe ya Salane li Hesekê Lidar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Parastina Ciwanan ê Kobanê perwerdeyê bîrdozî dibînin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Endamên Ciwan ên Parastinê li Qamîşloyê Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Bîranîna Rast Pêşxistina Têkoşînê Ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Êzîdî Cejna xwe bi Şahiyeke Mezin Pîroz Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 📌Di 60 Saniyê’de Nûçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongra Star Qetilkirina Jina Ciwan a li Efrînê Şermezar Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan li Kantona Reqayê Civîna Xwe ya Salane Dar Xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.