Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Zerîn Rûken: Berxwedana jinê wê faşîzmê û tecrîdê bişkîne

Endama Koordînasyoan KJK'ê Zerîn Rûken got, "Berxwedana jinê wê azadiyê bîne, tecrîdê û faşîzmê bişikîne." Rûken her wiha got, "Potansiyela me mezin heye û dema wê ye ku em vê bikaranîn."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/03/2020 - 18:27
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
Zerîn Rûken: ‘AKP bi agir dilîze’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken 8’ê Adarê li Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pîroz kir û got, “Îro Tevgera Azadiya Jinê bi hêz û potansiyeke wiha ne ku ji ya heyî gelekî pêştir e. Dema wê ye ku em vê potansiyel û hêza xwe bi rengê herî xurt bi kar bînin. 8’ê Adarê vegotina vê ya herî berbiçav e û em di pêvajoyeke dîrokî de ne. 8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşînê ya hemû jinan e. Ez bawer dikim bi 8’ê Adarê re em ê potansiyela xwe ya berxwedanê û têkoşînê bi rengekî pir xurt derxînin holê. Bawer dikim bi vê giyana berxwedan û xwebûnê li çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyê û cîhanê berbelav bibe. Tilisma ”jin jiyan azadî” bûye qêrîna hevpar a hemû jinan. Bi 8’ê Adarê re, bi rihê berxwedan û têkoşînê faşîzma AKP-MHP’ê wê bi paş bikeve.”

‘RAPERÎNA JINAN WÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE’

Ez bawer dikim bi rawesta serhildanê ya jinan em ê tecrîda li ser Rêber Apo bi mîsogerî bişkînin. Tecrîda li ser hemû civakê û mirovahiyê wê were şikandin. Azadiya Rêber Apo azadiya hemû civakê û jinan e. 2020’an têkoşîna jinan û gelan wê vê pêk bîne.”

Rûken bi berdewamî her wiha got, ”8’ê Adarê wê bibe roja ku berxwedana têkoşînê ya jinan geş dibe û mezin dibe. Jin wekheviyê, demokrasiyê, dadmendiyê bi rengekî xurt, bi dengekî bilind, bi rawesteke yekîtiyê, bi bi raperînan li kolanan derdikevin kolan.”

‘JIN WÊ RENGÊ XWE BIDIN 8’Ê ADARÊ’

Rûken her wiha bal kişande ser Newrozê û got, ”Ji ber ku beriya Newrozê ye jî girîng e. Bi rengekî nîşan dide ku Newroz nîşan dide jin wê çawa rengê xwe bidinê. Bi berxwedan û têkoşîna Newrozê bi pêşengiya jinên Kurd û jinên herêmê starta 8’ê Adarê didin. Em ji niha ve dibînin jin li çar parçeyên Kurdistanê, li Tirkiyê, li Ewropa û Rojhilata Navîn starta 8’ê Adarê dan. Ji niha ve kelecaniyeke mezin çêkiriye. Jin li her bajarî û kuçeyê 8’ê Adarê pêşwazî dikin.”

‘PARADÎGMAYA RÊBERTÎ BÛYER DIYARKER’

Rûken bal kişande ser paradîgmaya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, ”Ez bi dilrehetî dikarim bibêjim, jineolojî ya ku Rêbertiya me ji bo azadiya jinê daniye holê, di şoreşa hişmendiyê de, di veguherîna paradîgmayêde bûye diyarker. Paradîgmaya nû ya ku Rêber Apo di ber azadiya jinê de daniye holê, rêyeke nû daye ber serdema me, ji sînorên Kurdistanê bihuriye, bi asteke gerdûnî bandorê dike û em vê di serdema cîhanê de dibînim.”

‘BIRYARDARIYA ME YA ŞIKANDINA TECRÎDÊ QEYÎMTIR KIRIYE’

Rûken bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd û diyar kir, modernîteya kapîtalîst ji bo ku pêşî li Modernîteya Demokratîk bigire, wê sînordar bike, tasfiye bike, mîna qonaxeke nû ya komployê derketiye holê û got, ”Êşkenceya tecrîdê ya ku ev 22 sal in li ser Rêber Apo hatiye danîn encama vê ye. Di sedsala 21’an de, paradîgmaya serfiraziyê ya jinan û çewisandinê tê xwestin ku li Imraliyê were tasfiyekirin”’.

Rûken got, ”Jinên Kurd hay ji vê hene. Ne tenê jinên Kurd, jinên cîhanê jî vê geşedanê dibînin û tevlê dibin. Guherîna paradîgmayê, biryardariya geşkirina jineolojiyê ya li ser hîmê şoreşa jinê û her wiha biryardariya têkoşînê ya li dijî vê komploya ku geş dibe, biryardariya ku em êşkenceya tecrîdê ya li ser Rêber Apo bişkînin û azadiya wî pêk bînin qeyimtir kiriye.”

‘RÊBER APO MÎMARÊ TEORIYA ME YA AZADIYÊ YE’

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken bi berdewamî got, ”Mîmarê teoriya azadiyê Rêber Apo ye. Mîmarê artêşbûna jinê, partîbûna jinê, ya hevjiyana azad, projeeya guherandina zilêm û jîneolojiyê jî Rêber Apo ye. Jinên cîhanê her ku nêzî tevgera jinê dibin, nêzî felsefeya azadiyê ya Rêber Apo dibin û nas dikin. Xwedî li ramanên Rêber Apo derdikevin, xwedî li ponîjinên wî yên li ser jina azad, raman û projeyên wî derdikevin. Li bara Rêber Apo dibine xwedî eleqe û sempatiyekê. Û li nav hemû jinan derbarê azadiya Rêber Apo hişmendiyeke xurt a berpirsyariyê çêbûye.

‘BERXWEDAN WÊ AZADIYÊ BÎNE’

Endama Koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken herî dawî got, ”8’ê Adarê ya 2020’an ji bo bi temamî şikandina tecrîda li ser Rêber Apo, di bidawîkriina qirkirina faşîzmê de wê bi roleke pir diyarker rabin. Jixwe dirûşma tevgera me yajinê, bi rengê, ”Têkoşîna jinan xwebûn e, berxwedan azadî ye” hatiye diyarkirin. Bi vê maneyê hatiye diyarkirin jin wê bi berxwedanê azad bibin. Bi berxwedanê tecrîd were şikandin. Bi berxwedanê faşîzm were hilweşandin, bi berxwedanê jin azad bibin û gel azad bibin. Bi 8’ê Adarê re berxwedan wê geş bibe û bi Newrozê re were asta herî dawî.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Dayikên Şemiyê jinên hatine windakirin bibîr anîn

Nivîsa Pêş

PAJK: ‘Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PAJK: Têkoşîn li ser xeta Zîlan, ziman û çalakiya serdemê ye

PAJK: 'Jinan dinya ava kirin wê jin dinyayê biparêzin û azad bikin'

Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin

Jin wê bi hashtaga “#8MarttaAlanlardayız’ di nava çalakiyê de bin

Manşet

  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Dagirkeriyê Poster û Broşûr Hatin Belavkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komek Ciwan Li Deriyê Sêmalka Hatin Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Xwendekarên Kurd Ên Bordeaux Damezrandina Xwe Radigihîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.