Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

Jin di nav pencên modernîteya kapîtalîst de

Li hemberî vê rastiya dijwar, em jin hev bigirin û li dora îdeolojiya azadiya jinê li hev bicivin ku di vê sedsala 21. de vê pergala mêrê serwer têk bibin û bi rastî ji zarokên nû digihin re cîhaneke azad û wekhev diyarî bikin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
28/12/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Jineolojî, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Jin di nav pencên modernîteya kapîtalîst de
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi taybetî li Rojhilata Navîn jin dixwaze teqlîdê jinên Rojavayî bike; bêy ku xebera wê ji rastiya pişt perdeyê hebe. Encex dogmatîzma li Rojhilata Navîn heyî û bandora ol a bi şêweyekî dogmatîk gelek caran li pêşiya lêgerînên jinê dibe asteng. Yek jî, di kesayeta jinên li Rojhilata Navîn de hinek taybetmendiyên xwezayî veşartî mane. Çanda di Rojhilata Navîn de heyî, gelek caran bi bandora derve nahêle jin li kevneşopiyên civakî yên erênî jî xwedî derbikeve. Gelek jinên rewşenbîr ên xwe zane dibînin, hene. Herî zêde jî ev jinên ku hewl didin li hemberî hinek paşverûtiyan rawestin rasta tund û tûjiyeke giran tên. Çawa ku pergala modernîteya kapîtalîst ji bo berjewendiyên xwe nahêle tu kes li mafên jinan xwedî derbikeve, qet nahêle jinên xwedî lêgerînên azadî û çareseriyê jî pêş bikevin. Ji ber dizane ku dema jin zane bibe, wê ji bin kontrola wî derbikeve. Ev jî tê wateya ku ji beşeke girîng a kiriye amûra kara xwe ya zêde ji dest diçe.

Rastiyek e ku îro jin di nava sîstema modernîteya kapîtalîst de bêy ku ti aliyê exlaqî yê civakê li ber çav were girtin, herî zêde wekî amûreke reklamê tê bikaranîn. Çawa ku di dema koledariyê de jin li sûkê weke cariye dihatin kirîn û firotin; îro jî pergala serdest hem di milê madî de, hem jî di milê manewî de li ser jinê bazirganiyê dike. Vê yekê jî bêy ku jin pê bihese ketiye çi rewşê, dike. Ango hinek rê di bin navê azadiyê de –lê azadiyeke şeklî- jê re tên vekirin. Encex fêmkirineke azadiyê ya heta dawî şaş heye.

Dema mirov li rewşa malbatê dinêre; malbat bi xwe bi zîhniyeta baviksalarî tê gihandin û di bin bandora vê zîhniyetê de şekil digire. Jin bi xwe ji zarokatiyê ve di malbatê de bi qalibên dogmatîk têne perwerdekirin û gihandin. Lewre jin bi xwe di pir xusûsên jiyanî de nikare hêza biryardayînê raber bike. Di biryardayîna li ser pêwîstiyên civakî de bi xwe ne bawer e û tirsekê dijî. Ji ber vê, her biryara pêwîst ku ew bi xwe hîn baştir jî dikare bide, ji zilamê malê re dihêle.  

Wekî tê zanîn, îro li pir deverên herêma me Rojhilata Navîn saziyên ji bo mafê jinan têne avakirin. Naveroka wan saziyan bi xwe di warê îdeolojiya azadiya jinê de pir dagirtî nînin. Ger gotin li cih be, ev saziyên têne avakirin di gotin de ji bo jinan, lê di cewher de bi armanca ku jinan hîn zêdetir ji xizmeta sîstemê re amade bikin, têne avakirin. Eger jinek serê xwe rake û doza mafê xwe bike, ew jin bi her cure êrîşê re rû bi rû tê hiştin. Encex jin di vê rewşê de cihekî çareseriyê yê ku pêve biçe ji xwe re nabîne. Sîstemê ewqas hakimiyet li ser jinê daye çêkirin ku jin ji her alî ve xwe di nava bêçaretiyê de dibîne. Di encama vê bêçaretiyê de jin an xwe dikuje an jî bi awayekî din xwe tune dike.

Piranî jinên îro di nava saziyên dewletê de cihê xwe digirin, ji ber zîhniyeta mêr a serdest pê perwerde bûne, nikarin ji êş û azarên jinê re çareyeke di cih de bibînin. Her wisa îro saziyeke ku jin xwe têde li ser dîroka xwe ya jin perwerde bikin, nîne. Ji ber sîstem avakirina saziyeke wisa ji xwe re xeter dibîne, naxwaze di vî warî de hewldaneke jidil raber bike. Her hewldana dike jî, wekî îro di şexsê jinên ku her roj rastî şîdeta mêr tên, ji sorkirin û dijwarkirina asta şîdeta li ser jinê zêdetir, ti encameke din nade. Lewre pêwîstiya jinan bi rastî bi jinên jidil bi azadiyê bawer û hevgirtina jinan heye. Ji ber ji derveyî jinan, hêviya azadî û çareseriyê ji mêran kirin ji xeyal û hêviyeke vala û pûç wêdetir, ne tiştek e.

Li hemberî vê rastiya dijwar, em jin hev bigirin û li dora îdeolojiya azadiya jinê li hev bicivin ku di vê sedsala 21. de vê pergala mêrê serwer têk bibin û bi rastî ji zarokên nû digihin re cîhaneke azad û wekhev diyarî bikin.   

CÎHAN  HELEB

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Gerîlla: Ciwan dengê azadiyê ne!!

Nivîsa Pêş

Pêşxistina Hêza Jinê, Têkbirina Pergala Dagirkeriyê Ye

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Pêşxistina Hêza Jinê, Têkbirina Pergala Dagirkeriyê Ye

Pêşxistina Hêza Jinê, Têkbirina Pergala Dagirkeriyê Ye

TAYBET – ‘Azadiya Rêber APO têkçûyina dagirkeriyê ye’

TAYBET - 'Azadiya Rêber APO têkçûyina dagirkeriyê ye'

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo Konferansa Jinên Ciwan belavok hate belavkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Erzîncan: ‘Divê Gelê Me Xaka Xwe Neterkîne’

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.