Enter your email Address

Salı, Aralık 16, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Axîn Nûcan: ‘Dagirkeriya tirk li dijî vîna hemû gelan e’

Fermandara YPJ'ê Axîn Nûcan destnîşan kir ku dewleta Tirk ji bo qirkirinê û guhertina demografiyê êrîş dike û anî ziman, berxwedana rûmetê ya li dijî vê dagirkeriyê tê kirin berxwedana diyarkirina çarenûsê ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/10/2019 - 12:04
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 6 mins read
A A
Axîn Nûcan: ‘Dagirkeriya tirk li dijî vîna hemû gelan e’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji fermandarên YPJ’ê Axîn Nûcan, êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke dagirkeriya li dijî gelan pênase kir ku di 9’ê Cotmehê de destpê kir. Nûcan got, “Ev yek qirkirine, dûrxistina gelan ji xaka xwe ye, guhertina demografiya herêmê ye.”

Fermandar Nûcan destpêkê bal kişand ser berxwedana şervanan û got, “Şervanên ku di oxira azadiyê de li ber xwe didin û canê xwe feda kirine em wan hevalan bibîrtinin û ji hevalên xwe yên birîndar re şîfa dixwazin. Ev 11 roj in li Serêkaniyê berxwedaniyek dîrokî ya ku mirov nikare bi rihetî pênaseya wê bike tê meşandin. Ev berxwedanî, duyemîn berxwedana Kobanê ye. Em minnetdarê berxwedêrên rûmetê ne.”

‘DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK DAGIRKIRINA VÎNA GELANE’

Nûcan destnîşan kir ku şervanên wan ji bo rûmeta tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin û got, “Ev dagirkeriya dewleta Tirk dagirkeriya li dijî vîna gelan hemûyane. Ji ber ku li vê heremê ne tenê gelê Kurd heye, gelek gelên cuda û olên cuda hene. Ev herêm mozaîka gelane. Yên ku dibêjin em xwedî rûmetin pêwîste berê xwe bidin Serêkaniyê.”

‘EV PLAN TENÊ YA ERDOGAN NÎNE’

Nûcan destnîşan kir ku êrîşa heyî ya dagirkeriyê beşek ji konsepta giştî ya li dijî şoreşa wane û got, “Armanca vê dagirkeriyê dûrxistina gelan ji xaka xwe ye. Qirkirin û guheritna demografiyê ye. Dagirkeriya Tirk di şexsê Erdogan de dixwaze împaratoriya xwe ya Osmanî li vê herêmê ji nû de ava bike. Erdogan ji xwe re nexşeyek xîz kiriye, lê ya ku ji me re tê gotin cuda ye, nexşaya ku Erdogan ji xwe re xîz kiriye cuda ye. Ev plan tenê ya Erdogan nîne. Em weke gel, tevger û rêxistina cîvakî ya Rojava wisa dinirxînin. Ji ber ku hêzên desthiladar, hişmendiya rêxistin kirina civakê ji bo xwe xeter dibînin. Ji bo vê yekê jî dixwazin ew hêza civakî ya ku dixwaze xwe rêxistin bike, bi dagirkirina vê axê re bin bixînin. Erdogan roja yekemîn ya tevgera xwe a dagirkeriyê de ev got: ‘Gava yekemîn ezê axê paqij bikim û gava dûyemîn jî ezê li wan herêman koçberan bicîh bikim.’ Erdogan behsa kîjan koçberan dike, kîjan malbatên ji gelê Serêkaniyê li gel Erdogan e? Erdogan, niha gelê bi salan li ser xaka xwe dijî ji warê wan derdixîne, di vir de armanca Erdogan, dagirkirina herêmê ye û bicihkirina çeteyên xwe ye. Erdogan, li ser dijminahiya Kurdan di van kiryarên qirêj de, tenê hêza ku biryaran dixe merîyetê ye.”

‘QEBÛLKIRINA ŞERTÊN KU ÎRADEYÊ TESLÎM WERDIGIRE NE PÊKANE’

Nûcan bal kişand ser agirbesta ku ji bo pênc rojan hatiye ragihandin û anî ziman ku di çarçoveya hin şertan de wan jî qebû lkirin. Nûcan got, “Lê belê şertên ku ew li ser televîzyonan tînin ziman ji yên ji me re gotine pir cuda ne. Şertên ku li ser televîzyonan tînin ziman, şertên îrade teslîm girtinê ye û ne mûmkûne em wan şertan qebul bikin. Tiştek bi navê agirbestê li holê nîne, armanca wan tenê guhertina rojevê ye. Ji ber ku li tevahiya dinyayê li dijî tevgera dagirkeriya Erdogan nerazîbûnên dijwar rû dan û êdî hatibû asta ku li ser Erdogan biryar bê wergirtin. Armanca biryara ku hate girtin jî bertekên li hemberî Erdogan nerm kirin e. Heta niha jî hevalên me, li Serêkaniyê li hemberî êrîşên hovane û teknîka dewleta dagirker li ber xwe didin. Heta niha jî ne Erdogan ne jî tu rayedar û wezîrên dewleta Tirk, navê agirbestê bikar ne anîne, dibêjin me navber da ye. Ji roja agirbestê destpêkirî bigre û roja destpêka berxwedanê, hevalên me yên şehîd bûne, birîndar bûne û gelê me yê ku hatine qetil kirin, berpirsiyarê wan hemuyan ne tenê Erdogane, berpirsyarê wê dewleta Emerîka ye. Bila hemû cîhan vê rastiyê bizanibe.”

‘LI DIJÎ ME BI ERDOGAN RE BÛNE YEK Û BIRYARAN WERDIGIRIN’

Fermandar Nûcan bi bîr xist ku heta doh wan li dijî DAÎŞ’ê şer dikirin ku DAÎŞ’ê perwerdeya xwe ji Erdogan werdigirt û got, “Çawa çêdibe ku Erdogan niha ji me re dibêje ‘hûn terorîst in’. Hêza ku li gel me, li hemberî DAIŞ’ê şer kir, îro çûye li dijî me bi Erdogan re bûne yek û biryaran digrin. Îro zarokên li Serêkaniyê şehîd dikevin, ew çawa dibin terorîst? Çawa dayikên li ser xaka xwe dijîn û şervanên vî gelî dibin terorîst? Em helwestên jinan û hemû cihanê, ya ku piştgirî didin Berxwedaniya Rûmetê slav dikin û pêwîste li hemberî vê dagirkeriya li ser gelan tê kirin helwestên wan hîn xurttir bibe.”

‘RUHÊ YPJ’Ê GIRÊDAN Û FELSEFEYA JIYANÊ YE’

Nûcan destnîşan kir ku pênasekirina berxwedan û têkoşîna şervanên YPJ û QSD’ê nehêsane û got, “Ji ber ku bi rihêkî nayê pênase kirin, li Serêkaniyê li ber xwe didin. Niha hemû şervanên me dixwezin biçin di berxwedana Serêkaniyê de cih bigrin. Em hemû hevalên xwe bi zorê didin sekinandin. Ji ber şervanên me, dizanin şerê ku li Serêkaniyê tê meşandin şerê qederê ye, yan jiyanek azad yan jî mafê jiyanê ji bo xwe napejirînin. Roja ku şoreş destpê kiriyê heta niha hêzên YPJ’ê bi rihê pêşengiyê li hemû qadan tevlîbûyînek xurt didin çêkirin. Îro di berxwedaniya Cenga Rojava de, di şexsê fermandar Zîn Kobanê, Nêrgîz, Rohanî, Nupelda û pir hevalên dîtir de heman tevlî bûyîn heye. Hevalên me niha li Serêkaniyê li hemberî mirinê dikenin. Dibêjin ‘em dervayî serkeftinê tû tiştek din nafikirin.’Ev girêdan bûyîn û felsefeya jiyana azad e.”

Fermandar Nucan, ji bo xwedîderketina li Berxwedana Rûmetê bang li gel kir.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ciwanên Başûr ref bi ref tevlî Cenga Rojava dibin

Nivîsa Pêş

Çeteyên Tirk êrîşî gundên Girê Spî dikin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş

Çeteyên Tirk êrîşî gundên Girê Spî dikin

Riseup4Rojava wê çalakiyên blokajê li dijî seferên balafirên tirk pêk binin

Riseup4Rojava wê çalakiyên blokajê li dijî seferên balafirên tirk pêk binin

Manşet

  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket
  • Civîna Salane ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a 2025’an li Dêra Zorê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Hejmara Nû a Kovara ”Silava” Derket

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kobanê bi kevir û molotofan bersiv dan dagirkeran!

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.