Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Hevrê Zîn Kobanê, fermandar, pêşeng û kedkara mezin a şoreşê bû

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê ragihand ku yek ji fermandarên YPJ'ê Zîn Kobanê şehîd bû.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/10/2019 - 11:39
di nav Daxuyanî, Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
YPJ: Hevrê Zîn Kobanê, fermandar, pêşeng û kedkara mezin a şoreşê bû
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariyê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Jina berxwedêr, fermandara demê, kedkara şoreşê bû hevrêya me Zîn Kobanê. Em di kesayeta wê de, tevahî dildarên şoreşa mirovahiyê, şehîdên di oxira parastina nirxên gelan de canê xwe feda kirin û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bi minetdarî bi birtînin. Em ji malbata hevrê Zîn, gelên Bakûrê-Rojhilatê Sûriyê û tevahî jinên tekoşer ên ku di şopa Zînan de têdikoşin sersaxî dixwezin. Em soza xwe ya girêdana bi şehîdan re careke din nû dikin.

Di sala 2011’an de dema ku şoreşa me êdî tovên xwe dida, heval Zîn, bi tevlîbûna xwe ya nava şoreşê bû dendika yekemîn a destpêkirina tekoşînvan şoreşa azadiyê. Hevrê Zîn, di sala 2011’an de ji bajarê Kobanê, warê berxwedanê berê xwe da refên şoreşê. Ji Efrînê bigre heta Dêrîkê, 9 salên têrker û tije tekoşîn jiyan kir. Heval Zîn, di nav malbateke welatparêz de mezin dibe, di temenekî biçûk de bi rastiya êşên gelê xwe dihese. Li ser zanebûna van rastiyan, biryar dide bibe tekoşînvan û pêşenga gelê xwe. Di destpêka şoreşê de kedeke mezin di ber rêxistinkirina gel, ciwan û tevlîbûna jinan a nava şoreşê da. Dilê xwe hem ji zehmetiyên gelê xwe re vekir, û hem jî ji hêviyên gelê xwe re her tim bû çavkaniya moral û hêzê.

Di sala 2013’an de piştî komên çete yên bi navên cuda û çeteyên DAIŞ’ê, êrişên xwe yê dagirkeriyê li ser gelê me pêşxistin, heval Zîn yek ji hevala me ya destpêkê di şer û tekoşîna dijî DAIŞ’ê û komên çete yê din de cihê xwe girt. Weke fermandareke jin ya demê di şer de rista pêşengiyê girt ser milê xwe û di gelek pêngavên şerê tinekirina DAIŞ’ê de cihê xwe girt. Heval Zîn, di sala 2013’an di şerê Serêkaniyê, yê li hemberî çeteyên El Nusra de cih girt û xwedî risteke mezin bû. Her wiha li hemberî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê, Silok, Şedadê û Minbicê bi dilekî wêrek, di bereya şerê berxwedanê de cihê xwe girt. Di şerê Kobanê de tevî ku ji milê xwe de birîndar bûbû, lê ji bo xwe nekir asteng. Li Kobanê, heya dawî seknek bi biryar, bi bawerî û hêvî raber kir. Ji bo tola şehîdên Kobanê rake, berê xwe da bajarê Minbicê. Heval Zîn, bi baweriyeke mezin jiyan dikir ku wê çeteyên DAIŞ’ê têk bibin. Ev baweriya xwe li rêhevalên dora xwe jî belav dikir. Tişta ku heval Zîn bawer dikir, di operesyona dawî ya têkbirina DAIŞ’ê, li Dêrezorê de pêk hat. Têkbirina DAIŞ’ê hêviya hemû şehîdan bû, rêheval Zîn û hevrêyên di bin fermandariya wê de bi ked û berdêlên giran ev serkeftina dîrokî diyarî şehîdan kirin.

Kesayeta hevrê Zîn, di şer û jiyanê de, ji bo hemû şervanên YPJ’ê, sekneke mînak bû. Ew her tim di nava jiyanê de, bi moral û coş bû. Hem perwerdekar bû, hem fermandareke şer bû. Bi hevaltiya xwe her tim cihekî taybet li gel rêhevalên xwe yê tekoşînê dida çêkirin. Dema ku cihê xwe di fermandariya akademiyên branja de digirt, bi sedan hevalên hem jin û hem xort perwerde kirin. Ji bo şervanên bi hêz ava bike, kedeke mezin her tim raber dikir. Ji bo me windahiya heval Zîn, bêguman wihndahiyeke giran bû. Wê ev sekna heval Zîn, ji bo me bibe mînaka tekoşîn, biryardarî û sekna di jiyana azad de bi îsrar.

Li ser wê bingehê, em weke yekîneyên parastina jin YPJ’ê dibêjin, heta ku rihê, Şevînan, Hebûnan, Rosyaran, Tekoşîn, Avêsta û Zînan di mêjî û dilê me de xwe jîndar bike wê tekoşîna me berdewam bike. Em her şehîdekî didin, erk û berpirsyariyên meyî ji bo azadiya gelan zêde dibin. Em bi vê zanebûnê, bi vê berpirsyariya dîrokî şehadeta hevrê Zîn û tevahî şehîdên Berxwedana Rûmetê bibîr tînin. Şehîdên me careke din fermana an jiyaneke bi rûmet, an jiyaneke bi rûmet daye me. Em jî ji bo xwedî li vê fermana şehîdan derbikevin, çi berdêl ji me bê xwestin em amade ne bidin.

Em li ser vê bingehê, careke din di şexsê şehîd Zîn de tevahî şehîdên şoreşa azadiyê û şehîdên berxwedana rûmetê bibîr tînin. Ji rêhevalên xwe yê birîndar re şîfa dixwezin. Sersaxî ji gelê me yê Bakûr-Rojhilatê Sûriyê û malbata heval Zîn re dixwezin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Mazlum Ebdî: ‘Dewleta tirk neçare ku derkeve’

Nivîsa Pêş

Dagirkeran gundê Um Işib topbaran kir, şervanekî QSD’ê şehîd bû

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan xwe xeniqand

Dagirkeran gundê Um Işib topbaran kir, şervanekî QSD'ê şehîd bû

Li derdora gundê Yabisê yê Girê Spî şer giran e

Li Girê Spî artêşa Tirk agirbest binpê kir, 3 şervanên QSD'ê şehîd bûn

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê
  • Desteya Werzîş li Kobanê dewreyekî hakimtiyê bi dawî kir
  • Civîna Gel Li Wanê Bi beşdariya Bi Hezaran Kesan Pêkhat
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Vegera Welat ya Ciwanên Marsîlyayê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Reqayê Dewreyeke Dirûtin û Hunerên Destan Ji bo Jinen Ciwan Dest pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Hesekê Komxebatek li ser Parastina Jinan Hat Lidarxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.