Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîla – Rojek bi Rêber Apo rê

Rêber Apo li pêşiya hevala sekinî û bi dengekî bilind got “merheba hevalno”. Hevalan bi yek dengê bilind bersiv dan û gotin ”saxbî”. Cardin got “çawanin Hevalê nû?”. Hevala gotin “saxbî”. Rêber Apo; “em xêrhatinê li hevalên xwe yên nû jî bikin”. Em hemû ketin sirê û bi hemû hêzên xwe yên zaroktî me dest bi bezê kir. Nizanim, bezekî anormal bû. Her çiqas hevala digot hêdî herin di dilê min de hê zêdetir hêza bazdanê çê dibû.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/09/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 9 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîla – Rojek bi Rêber Apo rê
ParvekeTweet

MIZGÎN ŞEWAL

“Beriya ku em derbasî mala partî bibin me 15 roja di perwerde yek taybet re hatin derbaskirin. Li ew perwerd ne weke ku em difikirîbûn, li ser rabûn rûniştin axaftin û seknekî ekserî bû.ango li ser terbiyeya partiyê bû. Lê me xeyal dikir ku wê perwerda me li ser rastiya Rêber Apo, Şehîdan û hevaltiye be. Ev perwer de ji me ra gelek bi nakok dihat. Min rojekê xwe negirt û min ji S. ku niha reviyaye pirsî heval çima di seri de em vê perwerdê dibînin? Heval em hemû di serî de vê perwerdê dibînin. Di şeva 15 de ji mera gotin em ê îşev mala xwe biguherin. Tevahî hevala seat dehan de razan. Ez nobetdarbûm. Seat di 1’ê de min carekê bihîst ku li deriyê malê xistin. Zilamê malê derî vekir. H. J. Hat “şevbaş hevala şiyar bikin em ê biçin”. Tevahî heval şiyar bûn xwe amadekirin û em siwarî wesayîtê bûn. Em hindek şiyar man û hindik heval jî xwe wesa dûmandin. Wesayîta me di seat li pey xwe hişt. Ez ji Helebê bûm. Ez fikirîm Heleb ewqas ne dûre ma em ewqas diçin? Min got gelo em bi kûda diçin. Ev heval ê me bibin kûderê? Min gelek pirs ji xwe kir. Mejiyê min westiya û bi wê westandinê ez seatekî razam. Min di xewna xwe de Rêber APO dît; ez gelek ditirsiyam û min jêra wiha digot ti Rêber APO yî. Lê ti li mala me çidikî? Li min di meyzand û digot; “ti hatîye mala me, ne ez hatime mala we”. Bi vê tirsê ez ji xew şiyar bûm. Min dît ku hê wesayîta me diçe. Hemû heval razabûn. Min heval h. Şiyar kir û min got hûn me dibin kû? Em ji Helebê derketi ne. Heval got “biçe razê hindik mayê em bigihêjin cihê xwe” Vêca ez giriyam û min xewna xwe ji h. û şofûr re got. Şofûr; “heval tu li ser rê fikiriyî”. Min got belê Raste û min bala xwe ji wan dûr nexist. Mîna benîşt ez bi wan vemam. Wê carê h ji min re got “temam ez ê ji te re bibêjim lê ti ji çi kesîra nabêjî” Temam soz ez ji kesî re nabêjim. “em diçin cem Rêber Apo. Hîn gotina wî di devê wî debû min got hî û min qîr da. Heval hema bi devê min girt û ez bê deng kirim. Lê piştî çi? Wesayît tijî zarok bû û hemû şiyar bûn. Bêrîtana 9 salî zaroka şehîdan got “çi bû heval”? Hevalê h. “tişt nîn e heval mizgîn xewn dîtîye û tirsiya ye, ji bo wê qîr kir”. Cardin hemû razan min di got qey hebê xewê dane wan. Êdî xewa min ne dihat. Vê carê min di got ez ê Rêber Apo çawa bibînim, çawa biaxifim, çawa silav bidimê? Di mêjiyê min de hezar pirs diçûn û dihatin.

Êdî em gîhiştin nêzî malê bawerim saetek mabû. Hevalên razayî hatin şiyarkirin hindek heval ji wesayîtê daketin û bibûn wek mirîşkê gêj. Hevalek bi navê Zana pirsî heval ev çend saet em di wesayîtê dene. heval. H; “ev di saet”. Dema ku we got min bi dest ken kir. Me hin kola û biskewît xwarin û em cardin ketin rê. Dema ku saet li pênca da em gîhiştin malê em li ber deriyekî hesin yê mezin sekinîn. Ronahiyê desthilatdariyê xwe ji zûve îlan kiribû. Tevahî bajar di xew de bû. Hevala em di deriyê hesinî re derbasî hindir kirin. Çavê me hemûya li malê bû. Dema ku em peya bûn destpêkê me li çîçeka meyzand. Piştra me li wê mala mezin ya bilind meyzand.

Me silav li wan sê hevalan kir û em derbasî odeyekê bûn. Ji me re gotin heya sibê hûnê li vir xew bikin. Em hingî westiya û gêj bibûn hema em ketin xewê. Mîna miriya em razan. Saet di heştan de hatin em şiyar kirin. Êdî bû pitpita me ku çima em zû şiyar kirine. Hevalan gotin destpêkê sê heval sê heval xwe amadebikin û herin serşoyê. Ji xwe sê heval jî di serşoyê de ji bo alikariyê li benda me bû. Piştî ku me karê xwe xilaskir. Dema ku me karê xwe hemû xelas kir me taştêya xwe xwar. Di taştêya me de hêk, reçel, şîr û mast hebû. Dema ku min li sifrê mezand min got qey ez wek zarokekê di filman de me û ez matmayî mam. Me taştê xelas kir, destê xwe şûşt. Hevala destên me krem kirin yek yek bêhn li me kirin. Min ev çend sal û deman de xwe ewqas paqij, kêfxweş û bextewar hîs nekiribû. Min di got qey ez di nav dibistana fermî de me. Ew dibistanên ku di filmade derdikevîn. Min ne dizanê lê bi rastî ez di nava sirûştê de di jiyam. Saet di 11 çil û pênc dekan de tevahî heval daketin qada merasîmê. Em jî dakerin lê em li milekî sekinîn. Dema çavên min li wan hevalan ket ez matmayî mam. Ji ber min texmîn ne dikir ku ewqas heval li wirbin. Ma ev heval hemû li vir çi dikin? Wê demê Hevalê Şehîd Fûad got “ma ti li vir çi dikî, ew jî wê dikin” min bersifa wî da ma ez ji ku di zanim ez li vir çi dikim. Saet 12 de Rêber Apo bi qadê ket. Sê heval li pişt wî sê heval jî li pêşiya wî di meşiyan. Hevalêk bazda û bi dengekî bilind tekmîla xwe da rêber apo. Dema min Rêber Apo dît dilê min bi hemû hêza xwe lê dida min di got qey dilê min li derve lê dide û ji hindirê min derketiye. Rêber Apo li pêşiya hevala sekinî û bi dengekî bilind got “merheba hevalno”. Hevalan bi yek dengê bilind bersiv dan û gotin ”saxbî”. Cardin got “çawanin Hevalê nû?”. Hevala gotin “saxbî”. Rêber Apo; “em xêrhatinê li hevalên xwe yên nû jî bikin”. Em hemû ketin sirê û bi hemû hêzên xwe yên zaroktî me dest bi bezê kir. Nizanim, bezekî anormal bû. Her çiqas hevala digot hêdî herin di dilê min de hê zêdetir hêza bazdanê çê dibû.

Beriya ku em bigihêjin Rêber Apo hê 5 metre mabû heval Fûad derket pêşiya me “bisekinin û bi meşin”. Hewa gelek germ bû. Êdî em meşiyan û yek yek hemû zarok çû Rêber apo silav kirin. Hindek zarok kin bûn. Hindek jî dirêj bûn. Yên dirêj xwe bi zorê di gîhandin Rêber Apo ji bo wî maç bikin. Bejna min û ya hevala Bêrîtana 9 salî gelek kurt bû. Bêrîtan di sê deqan li berxweda lê negîhişt ku maç bike. Piştra xwe bi destê Rêber Apo ve eliqand û Rêber Apo jî destek dayê rakir şipiya wê jî destek avêt sînga Rêber Apo heta ku ew maç kir. Bi rastî ez hîna pê dihesim ku bêrîtan çiqas zorahî kişandibû ji bo Rêber Apo maç bik e. Piştra sira hat min. Ez çûm min silav da û min xwe hilda heta sertiliyên lingê xwe sekinîm. Lê hê jî ez ne gîhaştim Rêber Apo. Bejna min encax gîhaşt nava Rêber Apo. Min çi kir û nekir ez ne gîhaştim Rêber Apo. Êdî reng di rûyê min da nema bû ez sor û mor bibûm di bin tavê de vêca heyecan jî were ser êdî hûn texmînbikin rewşa min wê bibe çi. Min xwest piştî wê heyecanê ez destê Rêber Apo bi hejînim û derbas bibim. Lê Rêber Apo ez zivirandim “heta tu min maç nekî tu nikarî derbas bibî” min jî jêre got ma tu xwe xwar nakî “ez xwe xwar nakim û tê min maç bikî”. Min bêhnek sitand, destê xwe da nava xwe, li derdora xwe meyzand. Min dît ku li dûrî me mase û kûrsî hene. Ez mîna mermiyekî beziyam û min kûrsiyek anî. Min kûrsî danî pêşiya xwe ez çûm ser sekinîm û min rûyê xwe dirêjî Rêber Apo kir. Tevahî heval bi min keniyan. Ez hema hema 5 deqeyan wisa sekinîm ku ez maç bikim. Lê ez hê li ser kûrsiyê bûm Rêber Apo dest bi hûrkolanê kir. “Te hindekî li berxwe da lê tu li gorî berxwedana xwe jî keyfî yî. Mejiya te gelek di xebite, tu li xwe na heyirî, tu zekiyî lê ew çend jî tu keyfî yî. Bi qasî ku tu xwedî yetenekî û zîrekî pêwîste tu hê zêdetir xwe biêşînî. Ez pênc deqan li ser kûrsiyê mam û Rêber Apo diaxifî nêrînê xwe dida. Bi rastî jî ez Zarokik gelek nesekinî bûm û ez qet li xwe ne di heyirîm. Yanî min karê xwe dizanî. Di serî de min wate ne dida wan nirxandina. Lê piştî ku ez fêrî jiyanê bûm min wê demê gelek wate da. Êdî wiha min dest bi jiyaneke nû kir û ez derbasî cîhaneke din bûm.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Bi Awayekî Rast Nîşandana Şerê Bîrbirinê û Ruhê Demekê (2)

Nivîsa Pêş

Civîna YNK û PDK’ê bê encam bi dawî bu

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Civîna YNK û PDK’ê bê encam bi dawî bu

Civîna YNK û PDK’ê bê encam bi dawî bu

Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

Şîrketa yekitiya berjewendiyan ango AKP belav dibe

Manşet

  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Qetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.