Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Dîlok: Dewleta Tirk dewleta kontra ye!

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Li Tirkiyeyê dewleteke kontra heye û ya ku niha li ser kar e aqlê dewleta kontra ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/09/2019 - 11:29
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Jinên Ciwan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
Dîlok: Dewleta Tirk dewleta kontra ye!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîlok ji ANF’ê re axivî û diyar kir, li Tirkiyeyê li şûna ku aqlê saziyê bi aqlê civakê re bibe yek, aqlê sazî kete destê komeke qirker.

‘DEWLET BI AQLÊ KONTRA TÊ BIRÊVEBIRIN’

Dîlok got, “Li Tirkiyeyê ji bo bi aqlê dewletê bifikire û biryarê werbigire, divê ji rewşa dewleta kontra-çete xwe rizgar bike. Li Tirkiyeyê dewleteke kontra heye û ya ku niha li ser kar e aqlê vê dewleta kontra ye. Bi pêkanînên hovane û qirker ên bi berpirsyariya Demîrel, Çîller, Agar û Gureş li Kurdistanê hatin kirin, ev dewleta kontra afirî. Serokkomar jî di nav de nûnerên saziyê di çarçoveya mejiyê vê dewleta kontra tevdigerin. Dewlet bi temamî ji aliyê aqlê kontra ve tê birêvebirin. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê şens da Tirkiyeyê ku xwe ji vî aqlê dewleta kontra rizgar bike. Herî dawî Rêber Ocalan di hevdîtinan de got, ‘eger derfet bên afirandin dikarim vê pirsgirêkê di nava hefteyekê de çareser bikim’. Ev yek ji firsendên dîrokî bû. Lê belê aqlê kontra li pêşiya vê yekê bû asteng.”

‘DEWLETA KONTRA LI SER TINEKIRINA KURDAN AVA BÛYE’

Dilzar Dîlok bal kişand ser nêzîkatiya dewleta kontra li gelê Kurd û got, “Kurdan, civakîtiya Kurdan înkar dike. Hemû saziyên dewletê bi heman mejî û aqlî dixebitin. Dewleta kontra rêxistinbûneke welê ye ku xwe li ser tinekirina Kurdan ava kiriye. Dewletê xwe li ser bingeha tinekirina Kurda bi rêxistin kiriye, lewma ji amûreke zextê jî wêdetir bûye kontra. Ji ber vê yekê pêkanînên xwe hemû li dijî Kurdan bi rengê kontra ye. Bi vî rengî difikire, plan dike û pêk tîne.

Dikuje û diavêje bîrên asîtê, serê mirovan jê dike û wêneyê wê dikişîne, guhê mirovan jê dikin û ji guhên mirovan tizbiyê çêdike, wêneyê vê yekê jî weke bîranîna li leşkeriyê ji xwe re vedişêre, dike ajan, înfaz dike û piştre werîs dixe stu û li nava kolanan li pişt wesayitên zirxî kaş dike, dîmenê vê dikişîne… Ev hemû pêkanînên dewleta kontra ne. Windahiya herî mezin a Tirkiyeyê ew e ku tişta li Kurdan tê kirin asayî dibîne, siyaseta qirkirinê tê meşandin û nifûsa Tirkiyeyê jî bi tirsa ‘dikare weke terorîst ragihîne’ serî li ber vê siyasetê ditewîne.”

‘AKP SERKÊŞÊ HERÎ ÇALAK Ê DEWLETA KONTRA YE’

Dîlok destnîşan kir ku AKP serkêşê herî çalak ê dewleta kontra ye û got, “Bi yekbûna bi MHP’ê re hem aqil hem jî bedena dewleta kontra ava kirin. Gelek tişt hene ku dikarin bên kirin. Niha çalakiyên demokratîk tên kirin, nobeda demokrasiyê heye. Beriya her tiştî divê ev yek bê gotin. Faşîzm konsepteke welê ya topyekûn a êrîşê dike ku nobeda demokrasiyê, gotina stranan an jî çalakiya rûniştinê têrker nîne.”

‘GIRÎNG E ÇALAKÎ LI TEVAHIYA TIRKIYEYÊ BELAV BIBE’

Dîlok anî ziman ku di têkoşîna demokrasiyê de hevsengiyek heye û got, “Ji ber ku pênaseya demokrasiyê li Tirkiyeyê xera bûye divê mirov wê bi wateya xwe ya gerdûnî binirxînin. Sînorên destûra bingehîn a qirker a li Tirkiyeyê jê nayê ku demokrasiyê pênase bike. Divê ev yek neyê jibîrkirin, divê mirov li gorî qanûnên ku dewlet bi xwe jî pêk nîne tevnegerin. Dema ku çalakiyên li dijî desteserkirina mafên mirovan ên li dijî dewleta faşîst li tevahiya Tirkiyeyê belav bû wê hingî demokratîk bibe. Tenê çalakiyên Kurdan ên li Kurdistanê an jî hin serdanên temsîlî têra demokratîkbûnê nakin. Her wiha mûxatabê van êrîşan HDP ye. Ji ber vê yekê divê HDP ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiyeyê jî pêşengiyê ji çalakiyan re bike. Divê HDP hemû endamên xwe, her kesên ku deng dane wan bixe nava çalakiyan.”

‘ÊRÎŞ HERÎ ZÊDE LI DIJÎ JINÊ TÊ KIRIN, LEWMA HERÎ ZÊDE JIN XWEDÎ LI BERXWEDANÊ DERDIKEVIN’

Dîlok diyar kir ku êrîş herî zêde li dijî jinan tê kirin, herî zêde jin xwedî li berxwedanê derdikevin û got, “Pêngava ‘ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ ji bo pêkanîna berxwedaneke topyekûn gelekî girîng e. Jin ên ciwan divê pêşengiyê ji van çalakiyan re bikin û di nava çalakiyên aktîf de bin.”

Dîlok destnîşan kir, dema ku çalakî mezin bûn, girseyî bûn û berxwedaneke topyekûn rû da hingî wê çeka demagojiyê ya di destê faşîstan de bê wergirtin û got, “Pêşengiya Kurdan girîng û watedar e. Lê belê li dijî aqlê dewleta kontra ne tenê Kurd hene. Dema ku faşîzm têk çû wê her kes bi ser bikeve.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken: Bi aqilê şer pirsgirêk çareser nabin

Nivîsa Pêş

Li Cindirêsê 7 sivîl hatin revandin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Cindirêsê 7 sivîl hatin revandin

Li Cindirêsê 7 sivîl hatin revandin

Karayilan: Gerîlla di roja 2’yan de Pençe 3 şikand û avêt

Karayilan: Gerîlla di roja 2'yan de Pençe 3 şikand û avêt

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.