Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê sê gerîlayên ku li Cûdî, Heftanînê şehîd bûne bi bîr anî

Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê (NPG-HPG) agahiyên 3 gerîlayên ku li Cûdî û Heftanînê, 24'ê Tebaxê bi êrîşên hewayî şehîd bûne, ragihand û ew bi bîr anîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/08/2019 - 13:47
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG’ê sê gerîlayên ku li Cûdî, Heftanînê şehîd bûne bi bîr anî
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Li gorî daxuyaniya NPG-HPG’ê du gerîla li herêma Çiyayê Cûdî di şerê giran de derbên giran li artêşa Tirk dane û piştî çalakiyê bi êrîşa hewayî şehîd bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin yek ji gerîlayan jî di êrîşa hewayî de ya li ser Heftanînê şehîd bûye.

NPG-HPG’ê têkilî şerê li Cûdiyê got, ”Di daxuyaniya xwe de ya 24’ê Tebaxê, me bi raya giştî re par ve kiribû ku 21’ê Tebaxê li Çiyayê Cûdî ya Şirnexê, li Girê Çolya hêzên me çalakiyek li ser yekîneyên operasyonê kirine, çûne ser gelek cenazeyên leşekran, derbên giran li dijmin dane, piştî çalakiyê berêvarkî bi erîşa hewayî ya artêşa TC’ê ya dagirker 2 hevrêyên me yên fedayî şehîd bûne. Hevrêyê me Adil û Serhat ku şehîd bûne, di çalakiya Girê Çolya de li dijî dijmin bi rigê 15’ê Tebaxê şer kirine, çûn ser dijmin çekên li ser wan rakirine.”

Nasnameyên du gerîlayan wiha ne:

Nasnav: Adil Amed
Nav Paşnav: Metîn Deger
Cihê Bûyinê: Şirnex
Anne – Baba Reyhan – Abdullah
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 21 Tebax 2019 / Cudî

Nasnav: Serhat Botan
Nav Paşnav: Mehmet Salîh Dalmiş
Cihê Bûyinê: Şirnex
Dê û Bav: Emine – Mehmet Emîn
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 21 Tebax 2019 / Cûdî

Di daxuyaniyê de têkilî du gerîlayan ev agahî hatin parvekirin:

”Heval Adil ku 1996’an li navçeya Silopya ya Şirnexê li nav derdoreke welatparêz hatî dinê, bi rêçeke wiha mezin bûbû ku li dijî hemû asîmîlasyona dijmin û polîtîkayên zextê serê xwe netewandiye û bi ciwanî Tevgera Azadiyê nas dike. 2013’an tevlî nav refên grîla dibe û li dijî dijminê faşîst tekoşîneke aktîf dide, di jiyana xwe ya gerîlatiyê de li gelek qadan bi aktîvî peywirê dike û di her şert  û mercî de bi fedekarî tevdigere û dibe xwedî kedekê. Hevalê me Adil li dijî faşîzma TC’ê ya dagirker tim berevaniyê ligel dike, bi dilsozî û bê fikar têdikoşe. Hevrê Adil ku bê kêmasî hemû peywir û berpirsyariyên xwe bi cih tîne, her wiha weke fermandarekî grîla, li ser hîmê helwesta dilnizm, tim hewl dide ku xwe bi pêş ve bibe. Heval Adil weke zarokê Cûdî li dijî dagirkeran dibe xwedî têkoşîneke mezin, heta kêliya ku şehîd dibe jî, bûye milîtanekî fedayî yê bi ser gel û Tevgera azadiyê ve.

Heval Serhat 1995’an li Cizîrê ya Şirnexê tê dinê û li nav malbateke welatparêz mezin dibe. Hevalê me Serhat ku bi gewhera nirxên civakî mezin dibe li dijî  polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê ya dijmin, hê bi ciwanî têdikoşe. Hevrê Serhat ku li  Cizîrê bi agirê şoreşê mezin bûyî 2013’an li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd ji bo ku têkoşîneke çalaktir bike tevlî nav gerîla dibe, ji roja ku tevlî nav refên gerîla dibe bi kelecaniya dilê xwe û hêla xwe ya têkoşer, bi helwesta xwe ya fedayî hevalên wî pir jê hez dikin û ji xwe re mînak distînin. Hevrêyê me Serhat ku bi gelek peywiran radibe, bûye yek ji wan milîtanên bi putepêdanî berpirsyariya xwe bi cih tîne. Hevrê Serhat di nav têkoşînê de ku bi azweriya azadiyê dimeşiya, bi dirûşma ”Azadî ji Rêber Apo û gelê Kurd re” berê xwe dide xakên ku li ser jidayik bûye, heta ku li Botanê têdikoşe li bara dijmin bi helwesteke wiha ya milîtanî ye ku qet serê xwe natewîne û tevlî nav karwanên nemiran dibe.

NPG- HPG’ê got, ”Di daxuyaniya xwe de ya 26’ê Tebaxê me ji raya giştî re ragihandibû ku 24’ê Tebaxê artêşa TC’ê ya dagirker êrîşa hewayî biriye ser qada Bektorya ya herêma Heftanînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û di encame de hevalekî me şehîd bûye” û agahiyên sicîlê yê gerîlayê ku şehîd bûye par ve kir:

Nasnav: Pîran Medya
Nav Paşnav: Muhyettîn Hisûyan
Cihê Bûyinê: Selmas
Dê û Bav: Cazi – Bado
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 24 Tebax 2019 / Heftanîn

NPG-HPG’ê got ”Hevalê me Pîran Medya 1993’yan li bajarê Selmasê ye Rojhilatê Kurdistanê, li nav malbateke kedkar û welatparêz hatiye dine” û wiha domand: ”Hevalê me Pîran li nav çandeke Kurdistanî bi nirxên xwe ve dilsoz hatiye dinê, li nav atmosfereke ku bîreweriya netewî geş û gur bû bi teşe dibe. Hevalê me Pîran hê bi ciwanî Tevgera Azadiyê nas dike, 2015’an tevlî nav Tevgera Azadiyê dibe. Ji roja ku tevlî nav gerîla dibe bi çoşiyeke zêde xwedî li jiyanê dertê û dibe zêrevanê nirxên ku hatine afirandin. Bi xisletê yê kedar û helwesta xwe ya fedekar ji derdora xwe re dibe mînak. Hevrêyê me Pîran ku xwe dayî azadiya gelê me, bi rengekî serkeftî peywir û berpirsyariyên ku dikeve ser milê wî bi cih tîne. Hevalê me Pîran di nav rihê hevpar ê çar parçeyê Kurdistanê de hewl daye ku bibe gerîlayekî têrkar û heta wê kêliya ku şehîd dibe, bêyî ku gavekê jî raweste li ser rêya şoreşê dimeşe. Hevrêyê me Pîran vîn û berxwedaniya ku milîtaniya fedayî ya Apoyî bi mirov re çêdike, bi xisletê xwe yê leheng nîşan dide, di nav rêça me ya berxwedanê ya dîroka me ya têkoşînê de cih digire, heta hilma xwe ya dawî jî dibe mîlîtanekî mînak ê dilsozê Rêbertî û têkoşînê.”
Di daxuyaniyê de ji bo sê gerîlayan sersaxî hate xwestin û hate gotin soz didin ku îdealên wan werin bicihanîn: ”Di serî de serê malbatên hêjê yên hevalên me yên ku li Cûdî û Heftanînê şehîd bûne, bila serê hemû gelê me yê welatparêz  sax be û em soz didin ku tola şehîdên me were stanin û bi mîsogerî wê îdealên wan werin bicihanîn.”

 

1 Ji 7
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê da

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir

Yekîtiya Jinên Ciwan a Helebê desteserkirina şaredariyên Bakurê Kurdistanê şermezar kir

Li Ezazê teqînek pêk hat: 2 çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn NÛ-BÛ

Li Ezazê teqînek pêk hat: 2 çeteyên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn NÛ-BÛ

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan li Dêrîkê Şehid Berçem Kobanê biranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.