Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018'an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/08/2019 - 13:43
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 3 mins read
A A
HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir
HPG’ê nasnameya gerîlayekî Elman ku şehîd bibû eşkere kir
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018’an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Artêşa TC a dagirker di 14’ê Kanûna 2018’an de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşeke hewayî pêk anî. Di encama êrîşê de hevrêyê me yê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bû. Agahiyên der barê hevrêyê me Bager Nûjiyan wiha ne:

Nasnav: Bager Nûjiyan
Nav paşnav: Michael Panser
Cihê jidayikbûnê: Elmanya
Dayik-Bav: Bettina-Hans Ulrich
Dem û cihê şehadetê: 14’ê Kanûna 2018’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

JI ZAPATÎSTAYAN HETA HPG’Ê PÊŞENGEKÎ SOSYALÎST

Hevrê Bager Nûjiyan sala 1988’an li Elmanyayê ji dayik bû û li wê deverê mezin bû. Hevrê Bager di nava malbateke ji kevneşopiya sosyalîst mezin bû û bi hişmendiya xwe ya sosyalîst kete nava lêgerîna li rastiyê. Hevrê Bager baş zanîbû ku jiyaneke bi wate bi têkoşîneke rast dibe. Bi vê têgihiştinê ji Elmanyayê heta Meksîka, Kolombiya, Venezûela û Nîkaragûayê bû xwedî rabirdûyeke têkoşînê. Hevrê Bager ku kesekî enternasyonalîst bû bi gerîlayên Zapatîsta re têkoşiya û bû pêşengekî rasteqîn ê sosyalîzmê. Hevrê Bager di lêgerîna xwe ya felsefîk û îdeolojîk de felsefeya Rêber Apo nas kir, bi xwendina parêznameya Rêbertî re ji bo têkoşîna azadiyê ya gelên Rojhilata Navîn û gelê Kurd di sala 2017’an de tevlî nava refên PKK’ê bû. Bi taybetî piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Kurdistanê kir, bêteredût berê xwe da Kurdistanê.

DI DEMEKE KURT DE XWEŞ HÎNÎ KURDÎ BÛ

Hevrê Bager bi kelecaneke mezin xwe di felsefeya Rêbertî de şareza kir û di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû. Hevrê Bager ji aliyekî ve hewl da nêrîna xwe ya enternasyonalîst di hîmên qewîn de xurt bike, li aliyê din xwe di gerîlatî, ziman, çand û hunerê de bi pêş ve bir. Bi jiyana xwe ya bi dîsîplîn, bi moral, dilnizm û bi biryar re hêz da hevrêyên xwe hemûyan, di demeke kurt de bi qasî ku xweş bixwîne û binivîsîne hînî Kurdî bû û bû milîtanekî bi mînak.

Mîna hevrê Hakî Karer, Kemal Pîr, Andrea Wolf (Ronahî), Uta Schneiderbagner (Nûdem), Jacob Riemer (Şiyar), Sarah Handelmann (Sara) û gelek cangoriyên me yên enternasyonalîst hevrê Bager beşdarî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Bû mînakek ji piştevaniya gelan û bi nirxên ku di nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de afirandî bû xwedî cihekî taybet.

Malbata hêja ya Panser çiqasî bi hevrê Bager Nûjiyan serbilind be hêja ye. Em sersaxiyê ji malbata Panser a hêja re dixwazin û di şexsê hevrê Bager Nûjiyan de şehîdên xwe yên enternasyonalîst ên di nava refên têkoşîna azadiyê de tevlî karwanê şehîdan bûn careke din bi bîr tînin û soz didin, ku em ê nirxên şehîdên xwe bigihînin asta serketinê.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Noxteyên çavderiyê yên leşkerên dagirker ên tirk dibin dorpêçê de ne

Nivîsa Pêş

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û Cerablûsê bi hev ketine!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û Cerablûsê bi hev ketine!

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn û Cerablûsê bi hev ketine!

Li Wanê 38 kes derxistin dadgehê!

Li Wanê 38 kes derxistin dadgehê!

Manşet

  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di pîrozbahiyên li Şamê de zarokek mir û 265 kes birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Newroz li Kobanê bi meşaleyan hat pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn li ser geşedanên Sûriyê civîya û li hemberî dagirkeriyê helwest nîşan da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.