Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Besê Erzîncan: “Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê”

Besê Erzîncan: Bêguman di serkeftina vê pêngavê de têkoşîna hevpar a jinê girîng e, yek ji armanca vê pêngavê jî ew e ku ev hevkarî were avakirin. Ji ber ku sedsala 21’ê herî pir jî wê bibe sedsala azadiya jinê.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
25/08/2019 - 13:21
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 9 mins read
A A
Besê Erzîncan: “Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan têkilî pêngava ‘’Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan’’ ji ANF’ê re axivî.

Erzîncan got,’’Têkoşîna me ya sala 2019’an pir dijwar e. Rêbertiya me, tevgera me ya azadiyê, gelê me, dostên me, hemû eniya azadî û demokrasiyê di nav berxwedaniyeke mezin de ye. Ev berxwedan bi berdêlekê mezin, bi biryardarî didome.’’’

Erzîncan bi domdarî got, ‘’Îdîaya me ya Tevgera Azadiya Jinê ye ku pêşengiya têkoşîna jinê ya gerdûnî bikin. Di serî de li Bakur û Rojavayê Kurdistanê li hemû deverên cîhanê xebatên ku em rê ve dibin û berxwedaniya ku tê kirin, ji bo ku pratîkbûna îdîaya me ya azadiyê hêvî û baweriyeke girîng derxistiye hole. Bingehên sereke yên vê hêvî û baweriyê, paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û bi azadîxwaziya jinê û îdeolojiya rizgariyê ye.’’

‘TÊKOŞÎNA ME XWEDÎ XISLETEKÎ GERDÛNÎ YE’

Erzîncan bi domdarî got, ‘’Dema ku mirov rastiya cîhanî û herêmî bide ber çavan Têkoşîna me ya Azadiyê ya Jinê û Tekoşîna Azadiya Kurdistanê bi qasî xwecihbûnê her wiha xwedî xisletê gerdûnî ye jî. Ji ber vê rasteqîniyê hewceyî bi pêngaveke wiha berfireh hatiye dîtin ku armanc dike hemû pirsgirêken civakî çareser bike.  Pêngava ‘’Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’’ ku li Kurdistanê bi dirûşmên curbecur tê domandin, divê bi vê çarçoweyê were dîtin û fêhmkirin.’’

Erzîncan got,’’Beriya niha jî Tevera Jinê pêşengî ji gelek kampanya û pêvajoyên pêngavê re kirine, têkoşîna vê dane. Di encama vê de, bandoreke zêde li ser civakê çêbû, ji      bo şikandina têgihiştinên zayendîparêz destkeftiyên xwe çêbûn. Ji bo geşbûna têkoşîna jinê keda xwe çêbû. Ev pêvajoya pêngavê ya ku me dest pê kiriye wêrekî da ku armancên bi îdîayên mezintir û berfirehtir werin pêkanîn, zemîn li vê vekir.’’

TÊKOŞÎNA JINÊ KIR KU PEYAMÊN OCALAN BIGIHIN CIVAKÊ

Erzîncan bal kişande ser bandora berxwedana bi pêşengiya jinan û got, ‘’Mirov nikare bibêje tecrîd bi temamî hate şikandin lê belê pir zor lê kir û em dikarin bibêjin, qelşekî mezin li dîwarê tecrîdê vekir, ya li ser Rêbertiya me û civaka me hatî ferzkirin. A girîngtir jî, peyamên Rêbertî yên nirxandinên pêvajoyê û bi berspektîfan gihane ber destê civakê. Perspektîfên Rêbertî moral û motîvasyoneke girîng da civakê. Careke dî derxiste hole ku di çareseriya pirsa Kurd de û hemû herêmê de Rêbertiya me tekane muxatab e û tekane hêza çareseriyê ye.

Ji bo şikandina faşîzmê û tecrîd bi temamî bişike hewceyî bi têkoşîneke berfirehtir û mezintir heye. Yek ji armanca vê pêngava ku hatî destpêkirin jî ev e. Ji ber vê jî, di her xebatê ya ku jinên Kurd dikin, di her çalakiyê de, di hemû kêliyên jiyanê de, rakirina tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêbertiya me, hê bi giringiya stratejîk e. Tecrîdda li ser Rêbertiya me her wiha tecrîda li ser gelên Kurd û Tirk, li ser dilxwazên demokrasiyê ye. Pêngava ku hatî destpêkirin ji bingeh ve her çendî ji bo problemên azadiya jinê bersiv be jî, ji hêla çarçowe û armaancên xwe ve berfirehtir e.’’

TENÊ BI KAMPANYAYAN NABE

Erzîncan diyar kir tenê bi kampanyayan pirsa azadiya jinê nikare were vegotin, bi kampanyayê armanc ew e ku pirsgirêk tim di rojevê de were hiştin û bihistiyariyek were çêkirin, kampanya keda xwe li hayjêçêbûnê, guherîn û veguherînê dike lê pêngav potansiyela tevgerên jinan ên rêxistinî bi her hawî derdixîne hole û plansaziyan pêk tine.

Erzîncan pirsgirêkên berfireh ên jinê destnîşan kir û got, ‘’Pêngava ‘’Ji bo guherîn û azadiyê tu jî rabe ser piyan’’ xebateke berfireh û s tratejîk e ku bersivê dide van hemû pirsgirêkan û çareseriyê hildiberîne. Asta îdeolojîk, civakî û rêxistinî ya Tevgera Jinê ne tenê bi tespîta pirsgirêkan dimîne, xwedî wê potansiyel û îdîayê ye ku çareseriyê bîne. Ango, paşxana dîrokî ya kûr ya vê pêngavê heye, perspektîfa wê ya jinê û cihêtiya wê heye.’’

TÊKOŞÎNA HEVPAR GIRÎNG E

Bêguman di serkeftina vê pêngavê de têkoşîna hevpar a jinê girîng e, yek ji armanca vê pêngavê jî ew e ku ev hevkarî were avakirin. Ji ber ku sedsala 21’ê herî pir jî wê bibe sedsala azadiya jinê.  Sedsaleke wiha ye ku li cîhanê têkoşîna azadiya jinê geş dibe.  Jin ji her demê zêdetir behsa yekîtiya jinan, enternasynalîzmê, hevkariya jinan, piştevahiya jinan dikin. Ji ber vê jî, têkoşîna hevpar a jinê, bi rêya tifaqên demokratîk, platformên jinan û tora jinan, bi têkoşîneke wiha em dikarin rizgariya xwe pêk bînin.  Ji hêla dîrokî ve jî em di serdemek wiha de ne ku têkoşîn û tecrûbeya jinan, tecrbeyan wan pir bi ser dixe, perspektîfên têkoşînê yên bi hêza resen a jinan pir geş dibe û pratîk dibe. Ji ber vê jî, hewceyî pê heye ku  îro jin bi ramaneke kûrtir, bi plansazî û armanc û bernameyan bixebitin. Em bawer dikin ku pêngava ku hatî destpêkirin, li ser mijara têkoşîna hevpar a jinan, li hemû Kurdistanê, li Rojhilata Navîn û cîhanê wê tevgereke xurt bîne.

Her ku rêxistiniya tevgera azadiya jinê geş dibe, her ku pergala jinê geş dibe, jin her ku bi nasnameya jinê tevdigerin û têdikoşin, guherîn û veguherîna mêran û civakê jî dikare pêk were. Bi nasnameya jina rêxistinî, sosyalîteyeke nû, geşedanek dikare were afirandin. Civak her ku xwedî li xeta azadiya jinê û li têkoşîna wê derdikeve, wê meseleyên civakî kêm bibin û bingehê jiyaneke xweş were avakirin.’’

‘XEBATÊN AZADIYA JINÊ XEBATÊN BAWERIYÊ NE’

Erzîncan her wiha got, ‘’Em KJK ji bo afirandina hişmendî û rihê azadiyê, ji bo afirandina coşî û moralê pir girîng dibînin. Xebatên azadiya jinê pêşî xebatên baweriyê ne. Qebûlnekirina pergala berdest a mêr û derketina ji nav vê ne. Ji ber vê jî, ji bo geşkirina hişmenidya azadiyê girîng e. Motîvasyoneke giyanî ku wê bike ku hişmendiya jinê, têkoşîna cinsî ya jinê, li hev xwedîderketina jinê bîne, girîng e. Jin divê li pirsa ,’’divê mirov çawa bijî’’ jî pir kûr bibin.

‘TENÊ BI DAXUYANIYAN NABE’

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan herî dawî got ew bawer dikin pêngava, ‘’Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan’’ û kapmanyayên din ên jinan 2019’an wê geş bibin û got, ‘’Tenê bi daxuyaniyan û hin çalakiyan heke mirov qîma xwe bîne ne pêkan e ku mirov bi ser bikeve. Yek bi yek divê mirov bi jinan re biaxive. Bikeve nav taxan, perwerdehiyan bide. Ne ji jor ve, ji jêr ve divê mirov xebatan bike. Divê geşkirina rêxistiniyê mirov bide ber xwe. Jin di çi rewşê de ne ew bi xwe dizanin. Heke nizanibin jî di rewşê de ne ku ji her demê zûtir dikarin fêhmbikin. Li şûna vegotina rewşa berdest, xebatên ji bo çareseriyê wê rêbaza rast be. Divê bala me li ser çareseriyê be. Li Tirkiyê, Sûriyê, ji bo destûreke demokratîk jin dikarin çi bikin? Divê destûra bingehîn bi nerîna jinê were çêkirin. Xebatên pêngavê divê weke tevgereke mezin a demokrasiyê were dîtin. Weke ku destpêkê jî me diyar kirî, xebatên xwecih ên vê qadê girîng in. Her bajar, her tax, divê bide ber xwe ku rêxistiniya jiyana xwe bike. Mînak xebatên aborjiya jinê pir girîng in. Li ser hîmê aboriyê xebatên rêxistinyê dikarin werin kirin. Divê projeyên ji bo yekîtiya jinê, ji bo ku jin bi xwe bawer bin werin avakirin. Jin bi çarçoweya vê pêngavê di rêveberiyên xwecih de, qadên hiqûq, ked, çapemeniyê, dîplomasî, çand, huner û spore pir baş bi kar bînin. Xebatên ji bo rêxistinî û perwerdehiya jinê divê baş werin kirin. Her wiha girîng e ku ev hemû xebat bi hişmendiya hişmendiya neteweya demokratîk werin kirin. Divê em bi jinên gelên cuda, baweriyên cuda re bi hev re bixebitin. Li Tirkiyê jinên feminist ên girîng, derdor û têkoşîna wan hene. Em jî ji van hêzên digirin. Tirk, Kurd, Ermen, Çeçen, Rûm, Laz, Ereb, Fars, Acem, Sûryan, Roman, Elewî, Êzîdî, Yarsan, Misilman, Xiristiyan, Yahûdî têkoşîna azadiyê ya hevpar a hemû derdoran li ser hîmê rojeva vê pêngavê dikare were rêvebirin.

TÊKOŞÎNEKE HEVPAR DIKARE WERE GEŞKIRIN

Dîsa bi vê pêngavê re beşdariya li kampanyayên cuda jî dikare were pêkanîn. Mirov dikare hêzê bide û bistîne. Li Stenbole, Amedê jin divê xebateke pir aktîf bikin. Bi hemû jinên Tirkiyê re mirov dikare pêşengiya vê pêngavê bike. Bi tevgerên jinan ên Tirkiyêre, têkoşîna hevpar bi hev re dikare were geşkirin û ev ê ji bo demokratîkbûn û azadiya Rojhilata Navîn roleke girîng bilîze. Bi vê çarçoweyê bi çarçoweya armanca azadiya jinê, bi îdîaya rêxistiniya jinê, bi vê biryardariyê heke mirov xwe bide ser xebatan dikare serkeftî bibe û encamên azadiyê mirov dikare jê bigire.

Ji bo me jinan sedsala 21’ê dibe sedsala şer û berxwedana mezin. Ji ber vê jî divê em cîhana xwe ya ramanê û rih berfireh bikin û geş bikin. Bi vê çarçoweyê, li ser hîmê vîna jinê, aqiê jinê û rêxistiniya jinê divê em têkoşîna xwe domdar bikin û bijdînin. Divê em hemû bi vê çarçoweyê bixebitin. Azadî, têkoşîn e û di vê rêyê de tim meş û rev e. Pêngava ‘’Ji bo guherînê û azadiyê tu jî rabe ser piyan’’ ya ku jinan dest pê ikriye, ji vî alî ve wê geşedanên girîng bîne û bi biryardarî û îdîayan bigihije hedefa xwe.’’

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NPG’ê ‘operasyona şoreşgerî’ ya li Cûdî pîroz kir

Nivîsa Pêş

Polîsên Tirk ên dagirker li Mêrdînê êrîşî xwepêşandêran kirin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Polîsên Tirk ên dagirker li Mêrdînê êrîşî xwepêşandêran kirin

Polîsên Tirk ên dagirker li Mêrdînê êrîşî xwepêşandêran kirin

LEZGÎN- Li Geverê: 13 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin

LEZGÎN - Ji HPG'ê Çalakî: 7 polîsên tevgera taybet ên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 26’Ê GULANA 2018 AN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.