Enter your email Address

Perşembe, Aralık 11, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Lîstika mirinê

"Ji bo AKP û MHP’ê lêdana zengilên talûke û têkçûnê dest pê kiriye. Pir xwîn ji wan diçe. Di encama hilbijartinên 31’ê adarê û hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23’yê hezîrana 2019’an ev rastî pir aşkera derketiye holê. Niha di wê ferqê de ne ku ger hilbijartineke nû pêk were dê serdestî ji destê wan biçe. Niha ketine geremola ku dê çawa karibin îktîdara xwe biparêzin û ji bo emrê îktîdara xwe dirêj bikin dixwazin bi piştgiriya CHP û Îyî Partiyê başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
ANALÎZ – Lîstika mirinê
ParvekeTweet

“Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di rojên dawîn de êrîşên xwe zêdetir kirin û gefan dixwin. Jixwe diyar bû dê encameke wiha derkeve holê û ji ber vê yekê mirov matmayî namîne. Ger li dijî wê helwesteke nîşan bidana wê demê dê mirov matmayî bima.

Beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adara 2019’an diyar bû dê dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê piştî hilbijartinê helwesteke çawa nîşan bidin. Li gorî wan encam çi dibe bila bibe dê piştî hilbijartinê êrîşên li ser rojava û başûrê Kurdistanê zêdetir bikirana. Li gorî vê yekê encamên hilbijartinê nirxandin. Ji ber vê yekê êvara 31’ê adarê ji bo encamên hilbijartina şaredariya Stenbolê bi CHP’ê re bazarî kirin.

Li gorî daxuyaniyên Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu aşkera dibe ku CHP piştgiriyê dide êrîşên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê û her wiha CHP û dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê di vê mijarê li hev kirine.

Daxuyaniyên Kemal Kiliçdaroglu û hevdîtina li malê ya navbera R. T. Erdogan û Devlet Bahçelî nîşan dide ku lihevkirinek heye. Piştî vê hevdîtinê Devlet Bahçelî bang li Meral Akşener û endamên Îyî Partiyê kir ku pirsgirêkên xwe yên berê bidin aliyekê û beşdarî kongreya MHP’ê bibin. Bi vî avahî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê beriya hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê adarê dijminatiya kurdan sor kirin û ji bo di navbera partiyên pergalê de astengiyên li pêşiya ‘mutaqabata neteweyî’ ji holê rakin, gav avêtin.

Her çiqas ev partî bi navên cuda bên binavkirin jî AKP û MHP bûne tevgereke ku wan temsîl dike. Li gorî pênaseya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî êdî ew û R. T. Erdogan bûne ‘destebira’. Wekî cêwiyên heman sêvê girêdayî hev in û qedera wan bûye yek. Bêyî yekî ne mimkun e yê din bijî. Heman tişt ji bo partiyên din ku ji kurdan re dijminatiyê dikin jî derbasdar e.

Pêwîst e pir aşkera were ziman ku ev partiyên ku bûne dijminê kurdan û li ser navê wan dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê berdevkiyê dike û mîna dûpişka ku dor lê hatiya pêçan amedekariyan dike ku derziya xwe ya jehrê bi xwe ve vede. Faşîştên ku li erdnîgariyên din çawa tevdigerin, faşîstên li vê erdanîgariyê jî bi heman awahî tevdigerin. Êdî tiştek ji destê wan nayê û wekî qumarbazên xirab kartên di destê xwe de danîne ser maseyê û êdî şansê wan yê paşve vegerê jî nîne.

Dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê ji ber polîtîkayên dijminatiya li hemberî kurdan ketine vê rewşê. Li Bakur şerê qirêj taybet ku li hemberî kurdan tê meşandin hatiye asta komkujiyê û di heman demê de êrîşên dagirkeriyê yên li hemberî rojava û başûrê Kurdistanê zêde bûne. Partiyên pergalê yên din jî dane ligel xwe û ji bo êrîşên dagirkeriyê zêdetir bikin tevdigerin. Li hemberî başûrê Kurdistanê bi awayekî aşkera van polîtîkayan dimeşînin û heman polîtîkayan li hemberî rojavayê Kurdistanê jî dixin meriyetê û amadekariya êrîşan dikin. Di van rojên dawîn de li ser sînorê rojavayê Kurdistanê zêdebûna sewqiyatên leşkerî û li Rojava jî bi kar anîna hevkarên mîna ENKS’ê vê yekê piştrast dike.

Ev pêkanînên dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê plansaziyên nû nîn in û encama polîtîkayên dawîn nîn in. Demek e dirêj e amadekariyan dikin û ev polîtîka xistine meriyetê. Dewleta tirk a dagirker û mêtinger hatiye asta hilweşînê û ji bo dewletê li ser pêya bigirin ketine nav hewldanên vala. Ligel vê rastiyê li gorî wan wekî din rêya xilasbûnê nîne. Wisa hesab dikin ku ger sînorên xwe berfireh bikin, hinek deveran dagir bikin, dewlemendiyên sererd û binerdê wê erdnîgariyê bi dest bixin dê karibin ji krîza aborî, civakî û siyasî rizgar bibin.

Hewldanên dagirkirina başûr û rojavayê Kurdistanê û bi destxistina rojhilatê Behra Spî û Qibris û hinek giravan bi temamî bi van rastiyan re têkildar e. Komek dewlemend û xwedan sermaye dixwazin bi destxistina çavkaniyên enerjiyê xwe dewlementir bikin. Wisa hesab dikin ku dê bi vî rengî hilweşîna dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê asteng bikin. Çavê wan wisa kor bûye ku ji bilî bi destxistina van deran tiştekî nabînin, qûmar dilîzin û dibêjin dibe ku bi ser bikevin. Ji ber ku di destê wan de alternatîfên cûda û dem nemaye evqas çavsor tevdigerin. Ji ber vê yekê dişibin qûmarbazên xirab ku li ser maseyê tu hêviyên wan nemaye.

Hemû kes dizane ku çi tê serê qûmarbazên ku her tişt ji destê wan diçe. Ev mijar gelek caran bûye mijara fîlm û romanan. Her wiha gelek caran nûçeyên van qûmarbazên xirab hatine çêkirin. Çi di destê wan de hebûye di qumarê de ji dest çûye û her tiştê xwe derxistiye firotinê. Ger di destê de tiştekî ku bifroşe nemabe li holê dimîne û kesek li cenazeyê wan jî xwedî dernakeve. Rewşa dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê pir dişibe dawiya van qûmarbazên xirab û niha di wê erefeyê de ne.

Ji bo AKP û MHP’ê lêdana zengilên talûke û têkçûnê dest pê kiriye. Pir xwîn ji wan diçe. Di encama hilbijartinên 31’ê adarê û hilbijartina şaredariya Stenbolê ya 23’yê hezîrana 2019’an ev rastî pir aşkera derketiye holê. Niha di wê ferqê de ne ku ger hilbijartineke nû pêk were dê serdestî ji destê wan biçe. Niha ketine geremola ku dê çawa karibin îktîdara xwe biparêzin û ji bo emrê îktîdara xwe dirêj bikin dixwazin bi piştgiriya CHP û Îyî Partiyê başûr û rojavayê Kurdistanê dagir bikin. Wisa plan dikin ku ger van deveran dagir bikin dê karibin hinekî din jî li ser pêya bimînin. Ji bo pêkanîna van planan tu sûcê şer û sûcê mirovahiyê ku pêk neynin nîne. Lê ger bi ser bikevin jî ne mimkune xwe ji lîstika mirinê xilas bikin.

Lê divê tu kes wisa hesab neke ku ev tişt jixweber pêk nayê. Pêwîst e di serê gelê Kurdistanê û hemû hêzên azadî û demokrasiyê bi ruhê seferberiyê li hemberî dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê parastina xwe ya rewa pêk bînin û li hemû deverên ku lê dijîn di nav berxwedan û têkoşînê de bin. Lazim e civakên li Tirkiyeyê, hêzên şoreşger û demokratîk, ereb, ermenî, asûrî-suryanî-keldanî, çerkez, tirkmen hwd. hemû kesên li dijî DAIŞ’ê ne li hemberî şerê tunekirinê ku li ser kurdan tê meşandin wekî ku li ser wan tê meşandin tevbigerin. Her wiha ev hêz û gel li hemberî lîstika mirinê ya dîktatoriya faşîst a AKP-MHP’ê bi hev re tevbigerin û qedera xwe bikin yek.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan

Parve Bikin23TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Li Rûsyayê çi diqewime?

Nivîsa Pêş

TAYBET – Welatperwerî û Welatparêziya Kûr

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Welatperwerî û Welatparêziya Kûr

TAYBET - Welatperwerî û Welatparêziya Kûr

ANALÎZ- DAÎŞ çawa hat têkbirin!

Mûsafa Karasû: 15'ê Tebaxê wê teqez Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike

Manşet

  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr
  • Komîteyên Hişyarkirina Ciwanan a Li hember Hişbirê Hatin Avakirin
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin
  • “Divê Îmralî Êdî Ji Sembola Tecrîdê Were Derxistin”

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    Rêber Apo: Tundûtûjî Di Civakê De Gihîştiye Astek Awarte, Divê Tedbîr Bên Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê ewlehiya bajarê xwe diparêzin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn bi dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Dirbêsiyê şehîd Berçem Kobanê bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 3. Festîvala Orkêş a Mûzîk û Stranên Gelan di roja xwe ya 2. de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4. Rewşa Ciwanan di Serdema Dîjîtal de: Dîlgirtina Sanal û Berxwedana Rastîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.