Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mûsafa Karasû: 15’ê Tebaxê wê teqez Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûsafa Karasû diyar kir, ku Pêngava 15'ê Tebaxê ne tenê hewldaneke leşkerî bû, di heman demê de şoreşeke demokratîk pêk anî ku civak guhert.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/08/2019 - 10:51
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ- DAÎŞ çawa hat têkbirin!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûstafa Karasû beşdarî bernameya Dilistan a radyoya Dengê Welat bû û bersiv da pirsên rojnamevan Ciwan Tûnç.

AMADEKARIYA 15’Ê TEBAXÊ JÊ RE HATE RAGIHANDIN

Mûstafa Karasû ku di dema pêngava 15’ê Tebaxa sala 1984’an de li Girtîgeha Amedê dîlgirtî bû anî ziman, ku beriya pêngavê agahî jê re hatibû û qala wê demê kir: “Piştî ku rojiya mirinê di Çileya sala 1984’an de bi dawî bû em li nexweşxaneyê dihatin dermankirin û malbatên me dihatin dîtina me. Di hevdîtinekê de malbatek hat gel me û got, ‘ez ê tiştekî gelekî girîng ji we re bêjim’. Anî ziman ku heval derketine çiyê, amadekarî kirine û wê di demeke kurt de dest bi têkoşînê bikin. Got, ‘Ji min xwestin ku vê agahiyê bidim te, lê anîn ziman ku divê ji kesî re neyê gotin’. Bi rastî jî dema min bihîst kelecanî bûm. Bi taybetî di nava şert û mercên zindanê de, di rewşeke ku têkiliya me qet bi tevgerê re nebû, li devereke mîna zindana Amedê ku êşkence lê giran bû, li devereke ku gelek hevrêyên me yên hêja lê şehîd bûn wergirtina agahiyeke bi vî rengî êş bi me re nehiştibû.”

DEMA KU PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ BIHÎST

Karasû got, “Dema ku Pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat piştî rojek du rojan me bihîst. Nîqaşan dest pê kirin ku her kesî meraq dikir ku ji aliyê kê ve çawa hatiye kirin. Ji ber ku haya min ji amadekariyên wê hebû, min ji hevalan re got, ‘hevalên me kirine, wekî din ji kesî nayê ku bike’. Heval jî gelekî kêfxweş bûn. Di demekê de ku faşîzma 12’ê Îlonê li Kurdistanê û Tirkiyeyê teror dikir di nava şert û mercên zindanê yên 12’ê Îlonê de wergirtina agahiyeke bi vî rengî, destpêkirina pêngaveke bi vî rengî ne tenê ji bo dîroka Kurditsanê, her wiha ji bo dîroka Tirkiye û Rojhilata Navîn jî gelekî girîng bû. Bû sedema pêşketinên gelekî girîng.

EGER PÊNGAVA 15’Ê TEBAXÊ NEBÛYA

Eger Pêngava 15’ê Tebaxê ya dîrokî nebûya rewşa niha ya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn wê gelekî cuda bûya. Wê rejîmên gelekî paşverû û gelekî otorîter serdest bûna; li Rojihlata Navîn wê têkoşîn û hesreta azadî û demokrasiyê gelekî lawaz bûya. Mîna ku faşîzma 12’ê Îlonê plan kiribû wê li Tirkiyeyê hêzên demokrasiyê, gel û her kes bêdeng bûya, wê Tirkiye 50 salan bêdeng bûya. Ji xwe yên ku faşîzma 12’ê Îlonê pêk anîn û Destûra Bingehîn a 12’ê Îlonê amade kirin, plansaziyeke ji pêncî salî re amade kiribûn. Pêngava 15’ê Tebaxê derb li vê yekê xist, ew têk bir.”

ENCAMÊN PÊNGAVÊ YÊN LI KURDISTANÊ

Karasû diyar kir, ku Pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê encamên bêhempa afirand û got, “Eger Pêngava 15’ê Tebaxê nebûya wê piştî faşîzma 12’ê Îlonê li tevahiya Kurdistanê wê qirkirin bihata kirin û rastiyeke bi vî rengî ya civakî biafiriya. Eger îro li Rojhilata Navîn gel di nava lêgerîneke mezin de ne, ji bo azadiyê têdikoşin, li dijî mêtingerî û qirkeriyê têdikoşin, di nava vê rastiyê de para têkoşîna me ya azadiyê mezin e. Eger ev têkoşîna mezin nebûya, tevgerên gel ên jê re ‘Bihara Ereb’ tê gotin wê pêk nehatibûna. Wê ti civak li dijî hêzeke paşverû ranewestiyabûya. Gelê Kurd bi dehan sal in li ser piyan e. Bi dehan bi sedan bi hezaran tevgerên civakî dest bi têkoşînê kirin. Bajar, bajarok, gund, kolan, tax neman ku ranebûn ser piyan. Civak bi giranî tevlî vê têkoşînê bû.

NE TENÊ TEVGEREKE LEŞKERÎ YE

Lewma Pêngava 15’ê Tebaxê ne tenê tevgereke leşkerî bû, di heman demê de şoreşeke demokratîk afirand ku bi serhildanan civak guhert. Şoreşa ku Pêngava 15’ê Tebaxê afirand, şoreşeke siyasî û leşkerî ya ji rêzê nîne. Bandoreke ewqasî kûr û mezin li civakê kir, ewqasî guhert ku zext, zilm çiqasî bidome jî bi nirxên hatin afirandin her li ber xwe da, li ber xwe dide û wê li dijî hemû êrîşan her tim li ser piyan be. Wê teqez Kurdistanê azad bike û Rojhilata Navîn demokratîk bike. Rêber Apo ev êşketina mezin a şoreşgerî bi paradîgmaya nû kiriye ku ti carî têk neçe. Ji ber vê yekê di salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê de Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim, şehîdan bi rêzdarî û minet bi bîr tînim.”

Karasû di salvegera şehedata wan de Sari Îbrahîm, Huseyîn Mahîr û Atakan Mahîr bi bîr anî û got, “Her sê hevrê dema ciwan bûn tevlî têkoşînê bûn. Nabe ku ciwanên Kurd hinek ên li derveyî xwe ji xwe re bikin mînak. Divê felsefeya jiyanê, felsefeya têkoşînê ya ciwanên Kurd Alî Çîçek, Necmî Oner, Atakan Mahîr, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm bin. Ciwanên Kurd ciwanên ji rêzê nînin. Ciwanên gelekî ne ku tê qirkirin. Gelê Kurd tê qirkirin. Di rewşeke wiha de ku gelê Kurd tê qirkirin divê ciwanên Kurd ji bilî têkoşîna demokrasî û azadiyê, ji bilî têkoşîna hebûnê ya gelê Kurd nebin xwedî felsefe û jiyaneke cuda. Di vê çarçoveyê de bang li ciwanan dikim ku bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Welatperwerî û Welatparêziya Kûr

Nivîsa Pêş

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên cangoriyên azadiyê

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên cangoriyên azadiyê

Li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana goristanên cangoriyên azadiyê

LEZGÎN – Yekîneyên Tolhildanê yê HBDH’ê li Reyhanli cebilxaneya MÎT’ê teqand

LEZGÎN - Yekîneyên Tolhildanê yê HBDH'ê li Reyhanli cebilxaneya MÎT'ê teqand

Manşet

  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.