Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Siya Zerdeşt ya li ser Îsa û Muhamed

"Em dizanin gelek mîtolojiyên li ser xaka Kurdistanê reng vedane tevahiya çandên wê erdzemînê daye ber xwe. Pişt re her kesî hewl daye ku bi dek û dolaban, bi rûpoşkirin û xapandinan mitolojiyên Kurdistanê ji xwe re têkin mal. Lê her diyarde û mîtolojî hin reng, yan jî kodên civaka ku ew diyarde afirandiye di xwe de werdigire, kengê jî hebe, ew reng wek tîrêjê rojê dibiriqe û xwediyê xwe destnîşan dike."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
10/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Siya Zerdeşt ya li ser Îsa û Muhamed
ParvekeTweet

“Bila kes ji neştera serhişkiya dîrokê dilê xwe negire, biyanî bi şûrê tirsê, bi betonkirinan hewl bidin rastiyên dirokê veşêrin, ezmanê Rojhilata Navîn bi qetrana neftê jî tarî bikin, dîrok wan guhdarî nake, rojeke ji rojan ew hêza rastiyê, wê şûrê dişkênê, ewrên reşqetranî bela dike, betonê diterikîne û wek kulîlkeke nû vedide. Belê, her dem rastî wisa bi rik e.

Em dizanin gelek mîtolojiyên li ser xaka Kurdistanê reng vedane tevahiya çandên wê erdzemînê daye ber xwe. Pişt re her kesî hewl daye ku bi dek û dolaban, bi rûpoşkirin û xapandinan mitolojiyên Kurdistanê ji xwe re têkin mal. Lê her diyarde û mîtolojî hin reng, yan jî kodên civaka ku ew diyarde afirandiye di xwe de werdigire, kengê jî hebe, ew reng wek tîrêjê rojê dibiriqe û xwediyê xwe destnîşan dike. Em di ronahiya van şiroveyên kurt de werin mijara xwe.

Li ser dema jiyana Zerdeştê Roştî hin gengeşî hebin jî li gor daneyên cidî ew di sedsala 7. berê Mîladê de jiyaye. Li gor daneyan li Raga (Rey) di nava êla Magan /Magiyan de ku eşîreke xwenda, bi raz, hunermendên demjiyanê ne û yek ji eşîrên Konfederasyona Med e, hatiye dunê. Her wisa dirokzanên demê malbata serwerên Med jî digîhîne vê eşîra ku li gor demê pir pêşketî û bi razên mîtolojîk dagirtiye.

Mîtolojiya bûyîna Zerdeşt taybet e, li gor wê mîtolojiyê gilokek agir yan jî şewle /roşt ji roja Giyana Pîroz diqete, tê, di malzaroka diya Zerdeşt a hê nezewiciye, destê mêran lê negeryayî de bi cih dibe. Dayîka hê keçeke xama ye, ditirse. Di wê bîstê de Ameşa Spenta (Xizir) di destan de tîrêjê birûskê nêzîkê wê dibe û ji wê re dibêje: “Metirse ti peyamnêrekî ji xasê Ahûra Mazda di malzaroka xwe de dihewînî! Tu dayîka herî pîroz û bi bext î!“ Ev mîtolojî êdî di gelek kovarên cidî û lêkolînerî wek P. M. de jî cih digire. Li gor hin daneyan Zerdeştê Roştî tê kuştin, lê Ameşa Spenta tê bi destê wî digire û herdu bi hev re wenda dibin. Rêzdar Îsayê Meyremê 600-700 sal piştî Zerdeştê roştî tê cihanê. Em dibînin ku hem mitolojiya bûyînê û hem jî dema kirasguhertina Zerdeştê Roştî ji Îsa re jî kirine mal, yan jî ji bo pîroztir nîşandanê ew mînak girtine. Herkes vê qopya ji Îsa re kirine mal wek tenê taybet ji bo Îsa be, dizane û ti car nake ber pirsiyariyan, lê kêm kesên hay ji neştera dîrokê hene, dizanin ku ev mîtolojiya Zerdeştê Roştî ye û hatiye dizîn.

Ew siya Zerdeştê roştî li ser Muhammedê ku 1200 sal dû wî re hatî dunê û dînê îslamê jî heye. Minak: Zerdeşt bi alîkariya Ameşa Spenta derdikeve qatê heftan, li wir bi rêya ferîşte Vonumenah bi Ahûra Mazda re diyalogê datîne. Em di jiyana Muhammed de jî dibînin ku ew jî derketiye Mîhracê, bi rêya Ferişte Cebraîl bi Allah re axivîye, yanê qopya heman çîrokê. Her wisa mijara yek Xwida, bihuşt û dojehê cara yekem bi aliyê Zerdeştê Roştî ve tê venivîsandin û ragihandin. Di dînê Zerdeştî de berê giyana mirov biçe bihuştê, tê ber pira çarenûsê Cinvata Pretûm. Ev bê guhertin derbasê Quranê jî dibe. Dîsa mijara destmêj û pênc dan nimêjê jî di Zerdeştiyê de heye, ew jî bê guhertin derbasê îslamê bûye. Heta hin zanyarên îslamê vê venaşêrin û bi aşîkarî dibêjin. Li aliyê din baş tê zanîn ku Muhammed bi karwanan re geryaye û tîcaret kiriye, di dema Omer ibn Xatab de gelek pirtûkxaneyên Zerdeştî tên talankirin û Qurana yekem piştî Omer di dema Osman de tê civandin û nivîsandin.

Li gel baweriyên olî êdi hemû zanyar bi zelalî radigîhînin ku bê karlêka felsefeya baweriya Zerdeştî felsefeya Grêkan jî nedikanî zêde bi pêş biketa. Ev jî tê zanîn ku Kalikê Herakleitosê ku têgîhîştina diyalektîkê bi pêşxistiye, Herakles dema generalên Medan tên qesra Altemîsa serwerê Lidya Alyattes. II. ku bûka Medan Alyanîsê bibin, ew di wê qesrê de mamostetiya kurê Alyattesê II. dike, Alyattes II diyalogek di navbera wan de datîne. Talesê Mîlatî û Kalikî Herekleitos Herakles bi rêya wan generalan fêrê fîlozofiya Zerdeştî dibin, vê bi kurê xwe û neviyê xwe dide fêrkirin. Neviyê wi jî li ser wê bingehî mijara dîalektîkê derdixe pêş.

Min sî yan jî karlêka baweriya Zerdeştî ya li ser baweriyen Samiyan tenê bi çend mînakan vekir, lê karlêk gelek berfireh e, dema mirov bi kûrahî binirxîne, dibîne ku gelek tişt ji baweriya bav û kalên me girtine, anane û kevneşopiyên xwe yên qirêj û genî lê zêdekirine. Bi şûr û tirsê ew wek yên xwe bi me dane pejirandin. Rastiyeke me kurdan jî heye, em ne bi rastî û zanayên xwe bi yên biyanî bawer dikin. Heta di jiyana rojane de dema kolomnîstek, nivîskarek yan jî ramanwerek Kurd tiştekî derxe rojevê, ne zana, ne çapemeniya Kurd, ne Kurd bi giştî wê ciddî digirin. Lê mehekê dû re nivîskar, kolomnîst, yan jî ramanwerek, Tirk, Ereb, yan jî biyanî heman dîtinê binivîse, her kes dibêje; “Weh!! Çi miroveke zana û baqil yan jî çi dîtin û nirxandineke rast.“ Ji ber ku van baweriyan şûr û tirs jî bikaranîne. Tiştê wan gotine xistina berpirsiyariyê, wek tewana herî kirêt bi wan dane pejirandin, êdî ti kes newêre mijaran têke ber pirsînê. Lê dîsa jî rastî kesî guhdarî nake. Ezberê bi qirêjiyan lewitî parçe dike.”


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Parve Bikin28TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – ‘Herêma Ewle’

Nivîsa Pêş

Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê bi meşekê hamleya ‘Rabin ser piya’ silav kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê bi meşekê hamleya ‘Rabin ser piya’ silav kir

Yekîtiya Jinên Ciwan li Kobanê bi meşekê hamleya 'Rabin ser piya' silav kir

HRE’yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

HRE'yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Zîlan a Jinên Ciwan ên Cizîrê were li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.