Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YRK’ê 4 gerîlayên li Ciwanro şehîd bûn bi bîr anî

YRK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di Tîrmehê de li herêma Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê 4 gerîla şehîd bûne.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/08/2019 - 12:12
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
YRK’ê 4 gerîlayên li Ciwanro şehîd bûn bi bîr anî
ParvekeTweet

ŞAHO – Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) der barê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li herêma Ciwanro ya Şaho ya Rojhilatê Kurdistanê komek ji hevalên wan dema ku bi erka xwe radibûn ketin kemîna hêzên paramîlîter û kontra yên Îranê.

YRK’ê diyar kir, di vê bûyera 8-10’ê Tîrmehê de şer derket û bi qasî ku di çapemeniya rejîma Îranê de hate ragihandin, yek ji hêzên paramîlîter hatiye kuştin 2 jî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, piştî vê bûyerê dewleta mêtinger a Îranê qad bi giştî ji hatin û çûnê re qedexe kir, ji Kirmanşanê hêzên xwe yên taybet anî herêmê û li herêma Ciwanro dest bi operasyonê kir.

YRK’ê diyar kir, di operasyonê de 4 hevalên wan; Ersalan Hasanî bi nasnav Botan Sipîran, Mûhammed Mûhammedî bi nasnav Ferhad Zirêbar, Rehber Odungît bi nasnav Memyan Hezro û Îdrîs Şefîî bi nasnav Rizgar Zerneî bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî dijmin bi rojan qada Ciwanro, ji her cûre hatin çûnê re qedexe dike, lewma me derbarê operasyona heyî de nekariye encamên zelal bi dest bixin. Ji ber vê yekê, di serî de ji gelê me yê welatparêz û malbatên şehîdên me lêborîn dixwazin û em ê têkoşîna wan bilind bikin û soza tolhildana şehîdên xwe didin.”

BOTAN SIPÎRAN

Di daxuyaniyê de derbarê gerîlayên şehîd ketin wiha hate gotin:

Hevrêyê me Botan Spîran di sala 1982’an de li Ûrmiyê li nava malbateke welatparêz hatiye dinê, di temenê xwe yê ciwan de, tevlî têkoşîna azadiyê dibe û di gelek qadên têkoşînê de cih digire. Bi dil û can û fedakarî tevlî xebatên rêxistinê dibe. Hevrêyê me Botan Sîpîran, li ku derê partiya me erk dabê, bêdudilî û bi fedakariyeke mezin, çûye ser erkê xwe û bi serkeftî encam daye. Hevrê Botan serpêhatiya xwe ya ji Xinêre heta Heftanîn, ji Merîvan heta Ciwanro di gelek qadên têkoşîna azadiyê de têkoşîn dimeşîne. Bi girêdanbûna xwe ya Serokatî û şehîdan, her tim bûye pêşengekî mezin. Tevî ku hevrê Botan di asta rêveberiya eyaletê de ye, ji bo xebateke rêxistinî bi fedakariyeke mezin derbasî qada Ciwanro dibe. Hevrê Botan Sîpîran heta roja şehadeta xwe bi qehremanî têkoşîn meşandiye û gihaştiye şehadetê.

FERHAD ZIRÊBAR

Hevrêyê me yê din Ferhad Zirêbar di sala 1993’an de li gundê Lêncawa girêdayî Merîwanê, tê dinyayê. Di temenê xwe yê biçûk de tevlî tevgera azadiyê dibe û di demeke kin de erka pêşengtîkirina hevalên xwe digire ser milê xwe û berê xwe dide qada têkoşînê. Heval Ferhad Zirêbar, bi sekna xwe ya Apoyî û bi tevlîbûna xwe ya fedakar, hem di nav hevalên xwe de hem jî di nav gel de tê hezkirin. Ferhad Zirêbar nimûneya paqijî û dirûstbûnê bû, her tim xeta Rêber APO ji xwe re esas girtiye û heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîn meşand û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

MEMYAN HEZRO

Hevalê me yê Memyan Hezro di sala 1993’an de ji malbateke welatparêz, ji navçeya Hezro, girêdayî Amedê tê dinê, ew jî di temenê xwe yê biçûk de rêxistinê nas dike û tevlî xebatan dibe. Girêdanbûn û baweriya xwe ya Serokatî û bi têkoşîna xwe ya bêhempa, di demeke kin de pêş dikeve. Dibe gerîlayekî mînak. Ji ber kirinên dijminên dagirker, hevrê Memyan beramberê dijmin xwedî kîn û nefreteke mezin bû, lewma her tim dixwest di eniya herî pêş de cih bigire û têkoşîn bimeşîne. Lewma di sala 2014’an de berê xwe dide qada Rojhilatê Kurdistanê û demekî dirêj li vir kar û xebat dimeşîne. Hevrê Memyan bi sekna xwe ya tolhildêr, her tim beramberê dijmin bi serbilindî têkoşîn meşandiye û tevlî karwanên şehîdên nemir bû.

RIZGAR ZIRNEÎ

Hevalê me yê Rizgar Zirneî di sala 1992’an de li bajarê Îlamê yê Rojhilatê Kurdistanê tê dinê. Dijminê dagirker li perçeyê me yê Rojhilatê Kurdistanê li Kirmanşan, Îlamê herî zêde kiryarên xwe yên qirêj û polîtîkayên xwe yên asîmîlîsyonê dimeşîne. Li vir beramberê gencên Kurd, ji bo xwe nas nekin û ji nasnameya xwe dûr bikevin, her cûre qirêjî û xerabkirinê dimeşîne. Hevalê me Rizgar, di temenê xwe yê ciwan de li beramberê van kiryar û polîtîkayên dijmin serî radike û dikeve nav lêgerînan. Bi safbûn û paqijbûna xwe û sekna xwe ya serîhildêr, bêdudilî tevlî Tevgera Azadiyê dibe û ji bo bibe hevrê û mîlîtanekî Serokatî yê rast, bi dil û can tevlî xebatên partî dibe. Bi rûkenî û zindîbûna xwe, di nav hevalên xwe de pir zû tê hezkirin, xwestek û înada hevrê Rizgar her tim di qada Rojhilatê Kurdistanê de li beramberê dijminê dagirker şer bike ye, li ser vî esasî piştî demekî kin, derbasî qada Rojhilatê Kurdistanê dibe û li vir heta dawî bi sekneke Apoyî, li beramber dijmin têkoşîn dimeşîne û şehîd dikeve.

Her çar hevalên me, bi dirûstbûn û fedakariya xwe, her tim pêşengayetî kirin, di wê ferqê de bûn ku heta dijminên dagirker li Kurdistanê hebin, ew ê jiyaneke azad û bi wate nejîn. Lewma berê xwe dan Tevgera Azadiyê û çiyayên Kurdistanê. Ji bo nirx û manewiyata gelê xwe biparêzin, xwe di asta herî jor de berpirsiyar dîtîne, lewma tu carî di sekna van çar hevalên me de dudiliyek nehatiye dîtin, berovajî her tim bi israr çûn qadên herî dijwar, li vir fikr û felsefeya Rêber APO ji gelê xwe re birin. Van hevalên me, li beramber kiryar û dagirkeriya dijmin li Ciwanro heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer kirine û gihaştine şehadetê.

Di serî de em ji malbatên van hevalên me yên şehîd û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî dixwazin. Em baş zanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo tola şehîdên me yên qehreman hilînin wê şopdarên şehîdên xwe bin. Em jî weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li ked û nirxên van hevalên me ava kirine, derkevin, ala ku teslîmê me kirine heta dawî em ê berz û bilind bikin.”

Parve Bikin117TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Gerîla TV bi riya dîmenên çalakiyan şerê taybet yê dijmin vala derxist

Nivîsa Pêş

Li Ezazê teqîn: Serçeteyek mir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Ezazê teqîn: Serçeteyek mir

Li Ezazê teqîn: Serçeteyek mir

YRK: Îran bi propagandaya derew rastiyan berevajî dike

YRK: Li ser sînorê Rojhilat-Başûr li ser Çiyayê Asosê tevgera balafirên keşfê zêde bûye

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.