Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Sipahê Pasdaran dixwaze civaka Rojhilat birizîne

"Ji bo çand, huner û cil û bergên kurdî bênirx bike, çanda ku bixwe çêkiriye bi rêka van saziyên ajankirinê bi civakê dide xwarin. Herî zêde jî dixwaze civaka Îranê bêparastin bihêle û bi xwe ve girêbide da ku nikaribe li dijî derkeve. Sipah dixwaze civaka Kurdistanê jî ji hundir ve birizîne û bê parastin bihêle."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
04/08/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Sipahê Pasdaran dixwaze civaka Rojhilat birizîne
ParvekeTweet

Nivîskara rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê Gelawêj Ewrîn di nivîsa xwe de balkişand ser polîtîkayên rejîma Îranê û da zanîn ku rejîm bi cihkirina sîxûr û ajanan civaka rojhilatê Kurdistanê dirizîne.

Tevahiya nivîsa Ewrîn wiha ye;

“Yek ji rêbaza ku herî zêde rejîma Îranê li dijî hêzên muxalif bi taybetî kurdan bi kar tîne, bicihkirina sazî û rêxistinên ajan û sîxûrên girêdayî Sipahê Pasdaran di nava civakê de ye. Rejîmê di pêvajoyên destpêkê de wê dest danî ser nirxên şoreşa gelan a sala 1979´an û ji hingê ve saziya ku herî zêde girîngî pê hatiye dayîn û xwe bi her awayî mayînde kiriye, Besîc û saziyên bi armanca milîtarîzekirina civakê ne. Di destpêkê de bi rêbazên leşkerî hewl didan tevahiya civakê çavtirsandî bikin û di bin navê parastina qaşo berjewendiyên neteweyî de rêbaza ajankirinê rewa dikin. Roja Îro, Sipahê Pasdaran di bin navê parastina berjewendiyên sîstemê de her ku diçe bi şêwazên gelekî zirav xwe berdide nava jiyana civakê û hema bêje di her saziyê de xwe di bin navên cuda de bi cih kiriye. Ev yek xetereke mezin e ji bo civaka Îran û bi taybetî rojhilatê Kurdistanê. Bi gotineke din civakê ber bi milîtarîzekirinê ve dibe. Milîtarîzekirin tenê di warê leşkerî de nîne bêguman. Êrişeke heralî li ser çand û huner, jiyana civakî û siyasî ya gelan heye. Ji bo xwe rewa bike, kirasek medenî li xwe dike û di bin navê saziyên civaka sivîl de civakê dixapîne. Lê esas, ya tê armanckirin ji sedî 80, civakê bi hişmendiya xwe ya faşîzan û neteweperest perwerde bike.

Di halê hazir de Sipahê Pasdaran hem di warê leşkerî de hem jî di warê civakî û siyasî de li Îranê xwedî gotin e. Tevahiya aboriya Îranê girtiye bin desthilatdariya xwe, herî zêde polîtîkaya birçîkirina civakê bi rêka saziyên girêdayî Sipahê tên meşandin. Wek saziyeke îdeolojîk rêbazên gelekî nerm ji bo ku rejîmê li ser piyan bihêle dide meşandin û bi kar tîne. Sipah hewl dide li Kurdistanê çand û tevna civakî xira bike û nirxên civakî yên tevahiya gelan bê bandor bike. Sipah di van demên dawî de kurdan û hêzên demokratîk û azadîxwaz herî zêde ji bo xwe wek xetere dibîne. Ji bo wê jî êrişeke berfireh li ser rêxistin û saziyên civaka sivîl û her wiha kesayetên azadîxwaz heye û didome. Gelek kes hatin girtin, destgîrkirin û gef li wan tê xwarin. Tirsa têkçûn û serîrakirina muxalefetan wek kabûseke Sipahê ye û ji bo vê yekê ketiye dewrê. Bi taybetî Kurdistanê wek potansiyela herî bi xeter ji bo xwe dibîne. Êrişa bi sîstematîk a li ser kolberan raste rast bi hişmendiya Sipahê re elaqedar e ya ku dixwaze civaka Kurdistanê feqîr bike û paşê bi xwe ve bide girêdan û bi rê ve bibe. Çêkirina bendavan li Kurdistanê û texrîb û wêrankirina jîngehê dîsa wek rêbazek herî esasî ye ji bo wan herêman vala bike û hêza xwe ya eskerî bi cih bike. Di halê hazir de dest bi çêkirina gelek navend û qereqolên eskerî li Kurdistanê kiriye, gelek hêzan ji derve tîne û li wan navendan bi cih dike. Her wiha hêzên noker û xwefiroş jî di van demên dawî de bi çek dike û hewl dide di rewşa mudaxeleyeke muhtemel de qaşo sînorên xwe biparêze. Herî zêde Îran xwe li beramberî kurdan diparêze û ji hêza kurdan ditirse. Em li bajarên wek Xûzistan û Ehwazê ku bajarên ereban in, her wiha li Belûçistanê jî dibine şahidê van kiryarên Sipahê Pasdaran. Lê belê ya Sipah li Kurdistanê dimeşîne, êrişeke heralî ya siyasî, aborî û çandî ye. Jixwe, di despêka sala 1979´an de di serî de hêza xwe ya leşkerî li Kurdistanê bi cih kir. Bi Besîckirina civakê hewl dide hestên welatparêzî û kurdbûnê ji holê rake, ferdên noker û beko li Kurdistanê ava bike. Gelek saziyên Besîcan ku çend sal beriya niha li Kurdistanê ji aliyê gel ve dihatin qewitandin û nedihatin qebûlkirin, îro bi rûpûşeke din xwe berdane nava civaka Kurdistanê. Ji bo vê mebestê jî gelek civîn, semîner û perwerde tên organîzekirin.

Dîsa herî zêde êrişa li ser jinan, bi taybetî çalakvanên jin zêdetir bûye. Jixwe, Sipahê wek rêbaza xwe ya herî sereke hewl daye jiyana tevahiya neteweyên li Îranê bixe bin kontrola xwe û li gorî meyla xwe şekil bidiyê. Lê belê herî zêde vê destdirêjiyê li ser jiyana jinan dike. Bi bipêşxistina saziya sîxûrtiyê ya bi navê Xaheranê Zeyneb (Xûşkên Zeyneb) jinan ji nirxên civakî yên Kurdistanê qut dike. Ev saziyên bi vî rengî, roleke wan a esasî heye, ew jî qirrkirina çandî ye ku di van salên dawî de pirr zêde bûye. Gelek jinên çalakvan bi rêka van saziyan tên teşhîrkirin, kesayeta wan tê biçûkxistin û heta li ser medya şerê taybet wek kesayetên bêexlaq tên nîşandan. Yan jî ji bo çand, huner û cil û bergên kurdî bênirx bike, çanda ku bixwe çêkiriye bi rêka van saziyên ajankirinê bi civakê dide xwarin. Zêdebûna bikaranîna van rêbazên kirêt tê wê wateyê ku rejîm li kêleka rêbaza leşkerî ya milîtarîzekirina civakê, dixwaze di her alî de civakê bîne astekê ku hêza berxwedan û têkoşînê tê de nehêle û wê bêtaqet bike. Herî zêde jî dixwaze civaka Îranê bêparastin bihêle û bi xwe ve girêbide da ku nikaribe li dijî derkeve. Sipah dixwaze civaka Kurdistanê jî ji hundir ve birizîne û bê parastin bihêle.”


ÇAVKANÎ: Yenî Ozgur Polîtîka – Gelawêj Ewrîn

Parve Bikin14TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Propagandaya reş

Nivîsa Pêş

TAYBET – Gerîla TV bi riya dîmenên çalakiyan şerê taybet yê dijmin vala derxist

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Gerîla TV bi riya dîmenên çalakiyan şerê taybet yê dijmin vala derxist

TAYBET - Gerîla TV bi riya dîmenên çalakiyan şerê taybet yê dijmin vala derxist

YRK’ê 4 gerîlayên li Ciwanro şehîd bûn bi bîr anî

YRK'ê 4 gerîlayên li Ciwanro şehîd bûn bi bîr anî

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • CenazeyênʺŞehîdgeha Garzanêʺhatin revandinGarzan’da şehit cenazeleri kaçırıldı

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.