Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Pênûsa Gerîlla: Li pişt Tîrmehan Tebax heye

"Bi piştgiriya biharê re, havîn hêdî hêdî xwe dide hîskirinê. Dar bişkuvîn û şitlên salê kok berdane axê. Digel hênikahiya şevên tarî, roj tîrîjên xwe tûjtir dike. Ev jî xwezayê dikelîne û pê re jî rojevên siyasî û leşkerî jî germ dibe."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/08/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Ji Pênûsa Gerîlla: Li pişt Tîrmehan Tebax heye
ParvekeTweet

Rûbar Andok

“Bi piştgiriya biharê re, havîn hêdî hêdî xwe dide hîskirinê. Dar bişkuvîn û şitlên salê kok berdane axê. Digel hênikahiya şevên tarî, roj tîrîjên xwe tûjtir dike. Ev jî xwezayê dikelîne û pê re jî rojevên siyasî û leşkerî jî germ dibe.

Li warên azadiyê, bi gerîlayan re, bihar û havîn jî di nav hev de rê digirin. Siya daran, bayê hinek ê şevên tarî û ava kaniyên cemedî her dem bi me re ne.

Ev dîmen û ev xweşikbûn, bang li me dike ku tola sedan salan ji dijminê xweza û mirovantiyê bigirin. Di berbanga sibehan de dengê çûkan, bilbilan û kêzikên rengorengo rojbaş ji me re dikşînin, da ku liv û tevger destpê bike.

Di van mehan de, xwezaya dayîk ji bona me dibe xêliyeke hevrîşimî, da ku me ji wan çavên hesinî û sar biparêze.

Di van mehan de, xwezaya dayîk bi dar, ber, taht û latên xwe ji me re dibe çeper, da ku em derbên giran li zebaniyan bidin û govendên azadiyê li dar bixin.

Di van mehan de, xwezaya dayîk axa xwe nerm dike û ji me re dibe dergûş, da ku em bi dilekî aram nîgaşen rojên azad li ser bircên Amedê nîgar bikin.

Dîsa careke din lêgerîna pêkanîna jiyaneke azad û rûmet a qewmên çiyayî ku zarokên wan mîna her carê li warên azadiyê ji bona gelê xwe têdikoşin, ji bona di şûna tavanên biharî de xwîna ciwanan li ser vê axê nerijê, bangên aştiyê dikin.

Her cara ku navê aştî û biratî tê bihîstin, ew zebaniyên bi apolet har dibin, cînîkên wan pîj dibin. Çavsorî dibin, zindî nezindî berê xwe didin her tiştî.

Ew diminên xweza û mirovantiyê, ku ev bi sedan salane li hember qewmên çiyayî bi ser nakevin, niha jî bi hovîtî êrîş dibin ser xwezayê. Dar û ber, lat û zinar, kanî û rûbar, şalûl û bilbil, heyv û stêrk birîndar in û pê re ew zarokên ku di hembêza wê de mezin bûne, bi hêrs in û mîna pozitên agirî ne.

Nahêlên ku kanî û rûbar bi dilê xwe biherikin.

Nahêlin ku dar û ber bi hemdê xwe pelên xwe mezin bikin.

Nahêlin ku şalûl û bilbil bi dilê xwe hêlînên xwe çêbikin.

Nahêlin ku pezkovî bi dilekî rihet biçêrin û li ser zinar û latan lotikan bavêjin.

Nahêlin ku giya û pûş bi dilê xwe hişk bibin ji bona ku ji bi hezaran tibatî re bibin dergûş.

Nahêlin ku ew agirê pîroz di şevên tarî de bi stêrkan re şevînî bike.

Vaye ku ji bona ku careke din di şûna avên kaniyên cemidî de xwîna germ a ciwanan neherike, ji ew zebaniyên bi apolet re şalûl û bilbil, kanî û robar û ew agirê pîroz bang dikin, da ku bajar û gund, deşt û çiya bi gul û kulîlkan bixemilin.

Lê hemberî wê zebaniyên bi apolet, diqîrin û diqajin û dibêjin; “Em ê we tune bikin”

Li ser vê Roja Giravan ji banga şalûl û bilbil, kanî û rûbar û agir re re bû bersiv, tirîjên xwe li bajar û gundan û li deşt û çiyayan belav kir.

Xweza ji zarokên çiyayî re, ji hevalbendên dar û beran re, ji hevalbendên stêrkan re û ji rêhevalên Rojê re dibişire û dibê; “Hûn qet xem nekin. Ku ev zebanî nesekinin, li pey rojê şev hene, li pey biharan havîn hene, li pişt tîrmehan tebax hene û li pişt her bêdengiyekê bahoz hene.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Nêzîkatiya çewt ji zayendîtiyê re û mezintirîn bêçaretiya civakê

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Salvegera qirkirina êzidiyan

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Salvegera qirkirina êzidiyan

ANALÎZ - Salvegera qirkirina êzidiyan

TAYBET – “2’ê Tebaxê” şeva Komkujî û Xiyanetê ya PDK’ê

TAYBET - "2'ê Tebaxê" şeva Komkujî û Xiyanetê ya PDK'ê

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.