Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Vegera krîza Sûriyeyê ya li ser Tahran û Enqereyê

Rêveberiyên Tahran û Enqere bi kiryarên xwe yên 8 salan erdnîgariya Sûriyeyê kirin çolistan. Kirin cihê pêkola xwe. Êdî dem hatiye ku civak ji kiryarên vana re bibêjin êdî bes e û vegerin ser xeta xwe ya esasî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/07/2019 - 0:04
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
ANALÎZ – Vegera krîza Sûriyeyê ya li ser Tahran û Enqereyê
ParvekeTweet

“Sûriyeya ku tê pênasekirin navenda gelek şaristaniyên dîrokî ye îro veguheriye qada serjêkirina hemwelatiyên Sûriyeyê. Ji 8 salan û vir ve bi hemû cihêrengî cihênêrînên xwe piştî her rojekî ku di ser aloziya Sûriyeyê re derbas dibe pirsgirêka Sûriyeyê girantir dike. Gelek hêzên cîhaniyên ku ji bo berjewendiyên xwe li Sûriyeyê xebatan dikin dijberên hevûdu ne û armancên wan ji hev cuda ne.

“Şoreş” a Suriyeyê li ser hîma pêkanîna hemwelatiya azad ji bo rûmet, azadî û avakirina welat dest pê kiribû. Mixabin dû re veguherî nivîsgeha parastin û birêvebirina berjewendiyên hêzên herêmî û naveteweyî. Jibîrkirin ku ew bûn xwediyê şoreşa ku doza lihevkirina civakî dikir. Beriya serkeftina leşkerî ya girîng avkirina hişmendiya demokrate, avakirina mirov û civaka azad e. Dema ku şoreş ji van pîvanan dûr ket wekî ku em di komkujiyên rewşa sûrî de dibînin şoreşger dibe cerdevan û dibe çete û dibe kujerê civaka xwe.

Îran kaşo bi hinceta parastina rêjîma sûrî xwe avêt nava sûrî, lê bi rastiya xwe ji bo berjewendiyên xwe yên taybet daket qada Sûriyeyê. Armanc û projeye wê ew e ku bi navê projeya “hilala şî” “şîayê” li herêmê belavbike û serweriya xwe heta derya sipî ber fireh bike.

Her wiha ji hêla din ve bi armanca hilweşîna rêjîma Sûriyeyê qaşo dewleta tirk piştgirî dida hêzên muxalîf. Erdogan ji bo derbasbûna cerdevan, çete û terorîstan axa Tirkiyeyê kiribû korîdor. Armanca wî jî ji nû ve vejîna dewleta Osmanî û li heremê pêk anîna serweriya dewleta tirk bû.

Di navbera kêşekêşa şiî ya farisî û sinî ya osmanî de armancên şoreşa Sûriyeyê winda bûn. Her du alî jî dikujin, didin koçkirin, dişewitînin û talan û wêrankerî dikin. Nîvê gelên Sûriyeyê hatin koçkirin û Sûriyeyê ji hemû hêlên xwe de hate rûxandin. Kargeh, fîrma û fabrîka hatin dizîn û talankirin. Sûriyê veguherandin çoleke zilût. Niha êwîstiya axa wê bi ajotinek nû heye.

Rêveberiyên Tahran û Enqere bi kiryarên xwe yên 8 salan erdnîgariya Sûriyeyê kirin çolistan. Kirin cihê pêkola xwe. Êdî dem hatiye ku civak ji kiryarên vana re bibêjin êdî bes e û vegerin ser xeta xwe ya esasî. Ji bo wê hewce ye ev her du hêz ji axa Sûriyeyê bên derxistin. Hetanî îran û tirk li wê derê bin dê pirsgirêk çareser nebe.

Pêkutiyên ku li ser Tahranê pêk tên ji bo jêkirina pençeyên wê û bisînorkirina destwerdanên wê ne. Heman pêkutî li ser Erdogan jî pêk tên. Erdogan ê ku dixwest rûxînî û talanî û wêranî li sûriyê belav bike. Lê niha encamên kirayarên wan li wan vedigerin. Qeyrana aboriya ku Tahran û Enqere tê de dijîn encamê siyaseta wan a li Sûriyeyê ne. Dibe ku ev hêj destpêk be û pêş de bi hilweşînên mezin re rûbirû bimînin. Aloziya Sûriyeyê weke nexweşînekî girankî nêz bibe wî dikuje.

Peymana nûklerî û kêşekêşa ku di navbeyna Tahran û welatên rojavayî de çêdibin, her wiha aloziya mûşekên rûsî S400 û balafirên F35, dibe ku bahaneyên belavkirina kaos û aloziyê di nava îran û tirkiyê de wan bi aqûbeta Iraq û Lîbyayê re rûbirû bihêle. Wisa xuya dike ku ev her du dewlet di hedefa plansaziya Rojhilata Navîn ya nû de ne.

Gelê kurd wê bi felsefeya xwe ya nûjen û demokratîk di xeta xwe sêyemîn de bimeşe. Li ser hîm û rêgezên avakirina netewa demokratîk û welatê azad her tim dê hevkarên hêzên demokrat yên aydê vê axê bin. Belkî berdêlên herî giran bidin lê serkeftin dê her tim ya xeta sêyemîn be.”

ÇAVKANÎ: e-rojname – Şiyar Zaxo

Parve Bikin15TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Mexmûr sembola berxwedan û serhildanê ye!

Nivîsa Pêş

TAYBET – ‘Ciwan û Gelê Kobanê rê nadin êrîşên dagirker’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – ‘Ciwan û Gelê Kobanê rê nadin êrîşên dagirker’

TAYBET - 'Ciwan û Gelê Kobanê rê nadin êrîşên dagirker'

Di nêzîkbûna salvegera fermana 73’an de YCÊ semîner lidar xist

Di nêzîkbûna salvegera fermana 73’an de YCÊ semîner lidar xist

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.