Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye – 4

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
22/07/2019 - 0:02
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 10 mins read
A A
NIRXANDIN – Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye – 4
ParvekeTweet

RÊBERÊ GELAN ABDULLAH OCALAN

“Ji wir pê de divê hûn girîngî bidin xebata demoqratîk. Ji bo jin û ciwaniyê ku herî zêde pêdiviya wan bi aştî û azadiyê heye, bi her milî yekîtiyên jin û ciwanan, saziyên civaka sivîl yên herî serekî ne. Rêxistinên ku rast bûye bersiva merca dîrok û şênber û armancên wan yên siyasî, ji aliyekî ve astengiyên civaka kevneperest û dewleta zordar wê derbas bike, ji aliyê din ve wê rola pergalên civaka sivîl yên bingehîn bilîzin, tevahî civak wê wan bişopînin. Bi rêxistinekî ku di çawanî (nîtelîk) û çendahî (nîcelîk) de baş hatiye armanckirin û bawerî daye vê. Yekîtiyên ciwanî û jinê garantiya bingehîn ya serfiraziya civaka sivîl in. Projeya qada siyemîn wê bi pêşketina tevgera azad ya jinê ve jindar bibe. Demokratîkbûna jinê, di heman demê de partî û siyasetê jî dike demokratîk. Navendên herêmî ava bikin. Bila cihên we yên serbixwe hebin. Jin li dijî zorê ye. Pêdiviya herêmê jî bilezî ji vê yekê re heye. Di banê Rojhilata Navîn de Îran, Tirkiye, Suriye, Iraq dikeve pêvajoyekî dîrokî. Tirkiye neçar e xwe biguhere. Ev yek Rojhilata Navîn jî bibandor dike. Di vir de jin di xalekî krîtîk de ye. Wateya wê ew e ku ez her gav qala jinê dikim. Peyva Marxê ya “asta azadiya jinê, asta azadiya civakê ye” rast e. Ger hûn vejena (enerjî) xwe rast bidin xebatê, ger li her derê perwerdeyekî kûr, rêxistinekî kûr biafirînin, ewê her derê pêş bixe. Têgihînek kûr pêwîst dike. Rastiyekî civakî ye. Nû-nû tê nasîn, her ku biçe wê derkeve pêş. Wek gelek ked da. Di bingeh de min nekarî di mijara jinê de nameyekî dagirtî û tera xwe binivîsim. İncax di van hevdîtinan de min diyarkirinên kurt bes dît. Dixwazim divê mijarê de binivîsim.

Di jinê de hinek hişyarî heye. Ez di azadiya jinê de biisrar im. Zanedar jî ji bo sedsala 21.’ê dibejin; “wê bibe sedsala jinê”. Meseleya jinê meseleya civakî ye. Ne tenê meseleya cinsî ye. Li gorî min jî meseleyekî ya zilam e. Şaristanî, afirîna zilam ya 5 hezar salî ye, qirêj e. Zilam di vê qirêjbûnê de perçe perçe hildiweşe. Ezê li ser vê hûr bibim. Niha li ser meseleya zilamê radiwestim. Ezê vê yekê vebikim, bi xiroş li bendê bin.

Jin hinek asta azadiyê girt. Ez jî bi zimanê pêxember diaxivim, wisa dijîm. Bi zimanê xudayan axaftin, wisa ne hêsanî ye. Divê meseleya jinê baş têbigihîjin. Emê jinê têxin şûna mirov. Bi şêweyek rûmet bê jiyandin. Wê demê wê bi jinê re bişeref bê jiyandin. Ezê vê yekê bixim warê rêgezê (îlke). Derxistina jina wiha mezin, dikare cîhan û civakê rizgar bike. Li ser vî bingehî ez hêzdar im. Divê hûn jî hêzdar bibin.

Ji bo zilam jî wê dibêjim. Partiya Jina Azad vegotina şoreşê ye. Pêwîst e rêz jê re bê girtin. Nêzîkatiya li ser bingeha zayendiya teng ne rast e. Jiyana bi jinê re divê weke hestên welatparêzî were nirxandin. Divê bi jinê azadbûyî re jiyandin rûmetê bide we. Lênêrîna min bi jinê re jiyandin, ne jiyanekî cins e, jiyandina jiyana li derdora jinê, jiyandina çanda li derdora jinê pêk hatî girîng e. Jiyana li derdora jinê, zivirandin çolê. Divê jiyana li derdora jinê were watedar kirin. Di xeta jiyanê de bimînin. Têkîlî gelek hêsan in, wisa weke vexwarina devê pêwendî datînin, nabe! Meseleya şerefê cewaz e. Azadî, rizgarkirina jiyana xweşik û şerefê girîng e. Ger şeref nebe, wê te bigirin, têxin malê giştî an go taybet. Namûsa Kurdan hatiye xistin çi rewşê? Namûs ne ev e. Namûs parastina nasname, parastina hebûna xwe ya cewher e. Heskirin jî ji wir diafire. Ez di wateya kesî de dibêjim “divê Kurd çawa bijî”. Heskirin, namûs, wek kes ez ketime pay vê ku ka divê Kurdekî binamûs çawa bijî? Ez hewl didim ku ji keçan re vê yekê bidim nasîn. Ez çima dibêjim heskirin, jin?. Divê dildarî, hezkirin hebe. Em kêm nez nakin, em mezin hez dikin. Ji bo dildariyê şer dikin. Ger hûn dixwazin hezkirin, şeref, rûmet pê bixin, ez ji bo vê çil Şoreşa Jinê Şoreşa Gulêye 8 sal xerîk bûm, hîn li vê derê me. Ez di bin sêdara îdamê de mam. Ger hêza we hebe hûnê bixwînin. Hûnê afirandina hezkirin, hêrsê, afirandina hêvî, êşê, ji nû ve afirandina xwe, bi vî awayî mirovbûnê, gelê azad bûyînê serbixin. Hûnê wê demê xwe binasin. Keçekî ciwan bi zilam re bibe,ev yek mirov ditirsîne. Zilam jî bi jina kole re bibe, ez vê jî kîret dibînim.

Berxwedana we baş e, di vê de kûr bibin, hûn dikarin xwe bigirin. Ger hûn destê xwe bidin zilamekî, hûn kûlîlk jî bibin, we diperçiqîne û diavêje. Girêdana jinê bi min re cewaz e. Min her tişt ji bo jinê heta dawî li ser bingeha berpirsiyariyê kir. Ger zilamê we bêhêz be, nebaş e. Ku zordar, derewîn be, heta dawî li dijî vê yekê derbikevin. Zilam kîrêtiyekî tirsnak e, ev çandekî çawa ye. Heya dawî min wê jî da. Jin ne wisa bû, ev çand piştre kifş bûn. Divê em çanda xwedawendê biafirînin, em nikarin li gorî xwe hez bikin. Weke yasayên şer, yasayên dildariyê jî hene. Em nikarin li gorî têgihînên xwe wisa hez bikin. Ez gelek, gelek girîng dibînim. Yên ku dibêjin “em bi te re ne” pir in. Parêznameya min pêşiya we vedike. Nebin du beş û neyên beramberê hev. Ez li vir tenê me, lê bi jinê re cîhanekî xweşik dijîm. Giraniya giştî li ser taybet nîne. Tiştekî wiha nabe, ev mantiqekî çawa ye? Her du jî tiştekî nava hev in. Ne gengaz e ku ji hev ben qut kirin. Yekbûna we girîng e. Bi tenê xwe jî be, em dibînin jina azad bûyerek mezin e û em nirx jî didin. Divê rêz jê re were girtin, divê nêzîkatiyekî dostane û rêhevaltî bibe desthilat.

Tu wê hem ji bo jinekî xiyanet li erkên herî pîroz bikî û weke protestovan bijî, hem jî ji bo rêhevaltiya jinê tiştê dikeve şer milê te, tuyê pêk neynî. Ev yek nayê pejirandin! Qasî jina ku jê re rêz bê girtin, pêwîst e zilamê ku jê re rêz bê girtin jî were afirandin. Divê kesayetên bêsînor biafirînin. Zilamê azad jî ketiye pêvajoyê afirandinê. Divê hûn biryariya veguhertina xwe biparêzin. Gava partîbûnê dîrokî ye. Ji jina hatî tawanbarkirin, di çûna ber bi jina azad de meşa mezin e. Gihîştina jina azad şeref e. Şaş nêzîkatî lê, bêşerefî ye. Gava bi navê partî hatî avêtin, gava bidestxistina şerefê ye. Di cîhanê de destpêk e. Pêwîst e bi vê zanebûna deynin holê. Ev yek erkekî gelek dîrokî ye. Min jî xwest li ser navê xwe bibim alîkar. Di serî de PKK, ji tevayî derdorên têkîldar re min xwest bidim nîşandan ku, aliyekî vê yê hêsan bê girtin nîne. Bi rêgezî û bi cîdiyet, heya dawî min xwest nîşa bidim û li ser ferz bikim ku herî kêm qasî xudayên zilam yên zordar û derewîn, cîhana xwedawend jî ku hêza rastî û dildariyê ye were nasîn, rêzdarî û hezkirina pêwîst jidil were nîşandan. Di vê mijarê de hûn dikarin heya dawî kesayeta min binirxînin.

Tenê veguhertina jinê têrê nake. Divê hûn weke Partiya jinê, pirsgirêka veguhertina zilam jî bigirin dest. Di nav hêzên xwe de perwerdekirina zilam watedar e. Bawerim kûrbûna we pêş ketiye. Li ser zilam pêşxistina xebatekî wiha watedar e. Yekîtî girîng e. Dikarin endamên zilam jî bigirin partiya xwe. İncax divê hîn pîvanên vê hebin, divê hûn van pîvanan bixwe deynîn.

Divê ez diyar bikim ku ez cih didim rêgeza moral û estetîk, weke rêbaza jiyanê, hezkirin û rêzdarî. Girêdana min bi rêgeza “yan jiyan bi azadiyane bibe, yan wê hîç nebe” re ji dayîkbûnê heya mirinê ye an go heya dawînî ye. Hezkirin û rêzdarî, bi estetîk û exlaqa azad ve gengaz e. Tiştekî rast e ku ez jinê li navendê didim rûniştandin. Ez neketim gumanan ku jina azad ya bi çalakiya azadiyê ve roj bibe û jiyan ku li derdora wê pêş bikeve, wê herî xweşîk û dostane bibe. Ez neketim kompleksê. Şûna ol û civaka serdestiya zilam, min wateya mezin da têgihîna ol û civaka serdestiya xwedawend ku herî kêm wekheviya jinê pêşçav digire. Ji bo sazbûna vê, min karkeriya azadî û dildariya jinêkî mezin rêve bir. Min tu carî bi çavê milk li tu jinê, ti tu mirovê nenêrî, min nenêrand. Encamekî xwezayiya taybetmendiya (karaktera) min e ku, bê ku tawîz ji rastîbûna vê rêya xwe û ji nirxa, exlaqî û estetîk bidim, heya dawî ez meşiyam.

Ber bi çûna Kongra Jina Azad ezê nirxandinan pêş bixim. Ez bawer im nîqaşên kongrê, bi van nirxandinan wê bi hêz bibe. Ji navê we bigire heya cewhera we, ez hêvîdar û bawer im ku, hûnê li gorî ahenga rengên xwezayê bi awayek afirîner her mijarê nîqaş bikin, rê vekin biryar û sazbûnên ku nirxên wan yên herî payîdar û pêkanînbar bin. Ez ji bo jinê dîroka 5 hezar salî analîz dikim. Ez dibêjim netewa herî kevn, çîna herî kevn. Ez bixwe kedkar û karkerekî mezin yê jinê me. Ji bo azadiya jinan, ji bo heskirinê hûn dikarin min weke karkerekî danasînin. Hûn dikarin wiha bibînin. Ez xwe weke karkerê hezkirinê dinasînim, mezinbûna we daxwaz dikim. vî bingehî bigihîn çanda jinan, çanda xwedawendan. Ji ola zilam re, ji xwedêyê zilam re bêjin “na”. Me wan xwedayên derxist eşkerebûnê. Emê çanda xwedawend biafirînin. Berxwe bidin, li xwe bigirin, bixwe bawer bin. Hin keç xwe qîjeqîj şewitandin. Tiştekî tirsnak e. Ez tevayî van ji bo bîranîna wan dibêjim.

Cîhanekî azad ku bê serxistin heye, jiyana azad ku bê serxistin heye. Ez ji bo vê dibêjim, bi we re me. Em dev ji xebata jinê bernadin. Xebata jinê herî kêm qasî xebata PKK’ê girîng e, ji bo aştiyê bixebitin. Ez ji bo we dijîm.”

https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/19/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-1/

https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/20/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-2/

https://www.nuceciwan-kurdi.com/2019/07/21/nirxandin-soresa-jine-soresa-guleye-3/

Parve Bikin97TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 22’Ê TÎRMEHÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

ANALÎZ – Xet ango îdeolojiya Akp li hember Jin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Xet ango îdeolojiya Akp li hember Jin

ANALÎZ - Xet ango îdeolojiya Akp li hember Jin

ANALÎZ – TSK li sînor bi cih dibe: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike

ANALÎZ - TSK li sînor bi cih dibe: DYA dixwaze rageşiyê zêde bike û xeta xwe ferz bike

Manşet

  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin
  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna Şehîd Lewend Qamişlo

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.