Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PAJK: ‘Berxwedêran têkoşîna me ya azadiyê ji zindanê gihandin çiyê’

Koordînasyona PAJK'ê: Bi berxwedana bi pêşengiya Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd serketina xwe ragihandiye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
14/07/2019 - 12:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
PAJK: “Em bang dikin ku meşaleya ku Sema Yuce pêxistî bigihînin hemû jinan”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 37’an a berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê daxuyaniyek weşand û diyar kir, “Agirê Newrozê yê ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin bi agirê Çaran geş bû û bi çalakiya hevrêyên me yên bedena xwe dan ber birçîbûnê têkoşîna me ya azadiyê ji zindanê gihaşt çiyê.”

Di daxuyaniya nivîskî ya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, “Di salvegera 37’an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de di şexsê Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz de em şehîdên xwe yên nemir hemûyan bi rêzdarî û minet bi bîr tînin, çalakiyên wan ên ku bi berxwedanê rêya serketinê nîşan dan silav dikin.

Di nava şert û mercên faşîzmê û darbeyê de ku teslîmiyet û nokerî dihate ferzkirin, di rewşekê de ku xiyaneta li nirxên şoreşgerî û têkoşînê dihate ferzkirin, berxwedana rojiya mirinê bersiveke mezin e ku bi biryardariyeke mezin û berpirsyariyeke dîrokî hate nîşandan. Çalakiyeke ku îradeya mirovan hatiye destnîşankirin û asta rasteqîn a şoreşgeriyê hatiye nîşandan. Berxwedana 14’ê Tîrmehê serketina fedayîtiyê ye, serketina dilsoziya bi dozê re ye, serketina xeta ku dibêje ‘li ser gora min binivîsînin ku deyndar e’ ya bi berpirsyariya gel e. Agirê Newrozê yê ji aliyê Mazlûm Dogan ve hate vêxistin bi agirê Çaran geş bû û bi çalakiya hevrêyên me yên bedena xwe dan ber birçîbûnê têkoşîna me ya azadiyê ji zindanê gihaşt çiyê. Bi berxwedana bi pêşengiya Kemal Pîr, M. Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd serketina xwe ragihandiye.

Têkoşîna me ku di nava 37 salan de mezin bû li Rojhilata Navîn û dinyayê belav bû, bi pêşengiya xeta berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê bi pêş ket. Ev xeta fedayîtiyê ew xet e ku li çiyayên Kurdistanê têkoşîna gerîla, şerê azadiya jinê û feraseta neteweya demokratîk afirand. Xeta berxwedanê ku di şopa Kemalan de bi Leyla Guven dom kir, li dijî heman dewleta TC a faşîst, qirker, înkarker û kujer bi grevên birçîbûnê serketina îradeyê ragihand. Ev îrade ew îrade ye ku wê azadiya Rêberê me misoger bike, faşîzmê hilweşîne û jiyana azad biafirîne. Têkoşîna berxwedanê ku mohra xwe li sala 2019’an xist nîşan da ku ruhê PKK’ê yê ku bi qasî ku di ber de bimire ji Kurdîtiya azad û jiyana azad hez dike teqez wê bi ser bikeve.

Têkoşîna me ya azadiyê ku nêzî nîv sed sal e didome di demeke giran û zehmet de ye. Tevgera me ku di navenda Şerê Dinyayê yê Sêyemîn de ye û xwedî alternatîfekê ye, di hedefa sîstemên mêtinger, qirker ên navdewletî de ye. Di vê qonaxê de ku gelê Kurd nirxên xwe, derfetên xwe, sîstema xwe ya azadiyê û têkoşîna civakî afirandiye, her şêwe êrîşên dagirkerî, kujer ên ji derve tên kirin neçar in têk biçin. Xeta berxwedanê ya ku bi ruhê 14’ê Tîrmehê derkete holê rastiya gelekî şoreşger û milîtaniyê afirandiye ku dikarin li dijî her êrîş û konseptê rawestin.

Artêşa TC a faşîst ku bi dagirkirina Başûrê Kurdistanê êrîşî yekîtî û hebûna neteweyî ya Kurdan dike û şoreşgerê pêşeng û leheng ê vî gelê hevrê Helmet qetil kir, neçar e ku li çiyayên Başûrê Kurdistanê têk biçe. Di serî de jinên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê em bang li jinên azadîxwaz ên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin dikin ku yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd biafirînin û li dijî hêzên mêtinger û dagirker her qadê veguherînin qada berxwedanê. Ji bo pêkanîna pêşengiya yekîtiya neteweyî ya Kurd em bang dikin. Em bang li hêzên welatparêz, şoreşger û demokratîk jî dikin ku li dijî faşîzmê bi têkoşîneke hîn radîkal û bi ruhê 14’ê Tîrmehê li her qadê li ber xwe bidin.

Gelê me û jinên xwedî biryardariya serketina xeta berxwedanê û têkoşîna azadiyê ne divê bi ruhê 14’ê Tîrmehê rabin ser piyan, li Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê, li Bakurê Kurdistanê û gelemperiya Kurdistanê li dijî qirkirin û kiryarên serweriya mêr serî hildin. Dem dema azadî û jinê ye. Azadiya jinê bi xeta berxwedanê ya ji ruhê PKK-PAJK’ê derketiye holê. Em şehîdên xwe yên mezin bi rêz û minet bi bîr tînin û diyar dikin ku bi bîranîna wan em ê azadiya Rêberê xwe û şoreşa jinê teqez biafirînin.”

Parve Bikin38TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Lîstoka Mezin a Parastin û MÎT’ê!

Nivîsa Pêş

Lîstokê MÎT-Parastin vala derket: PDK’ê kir nekir nekarî gel li dijî PKK’ê sor bike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Lîstokê MÎT-Parastin vala derket: PDK’ê kir nekir nekarî gel li dijî PKK’ê sor bike

Lîstokê MÎT-Parastin vala derket: PDK'ê kir nekir nekarî gel li dijî PKK'ê sor bike

Artêşa a dagirker Tirk li gundên Pîranê dest bi operasyonê kir

Artêşa a dagirker Tirk li gundên Pîranê dest bi operasyonê kir

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.