Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 6, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan Çalakî

LEZGÎN – 26 leşkerên dagirker hatin kuştin, helikopterekê derb xwar!

Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 26 leşker hatine kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin û derb li helîkopterekê hatiye xistin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/06/2019 - 15:22
di nav Çalakî, Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe Lezgîn
Reading Time: 6 mins read
A A
LEZGÎN – 26 leşkerên dagirker hatin kuştin, helikopterekê derb xwar!
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de derbarê çalakiyên HPG’ê ev tişt hatin diyarkirin

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên hêzên me didome. Hêzên me derbên giran li dagirkeran xistin. Kitekitên çalakiyan wisa ne;

LI ŞEKÎFÊ SABOTAJ

Di 24’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de hêzên me li Girê Şekîf ê herêma Xakurkê li dijî yekîneyên operasyonê yên artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşker jî birîndar bûne. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

2 WESAYÎTÊN ZIRXÎ HATIN ÎMHAKIRIN 23 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Di heman rojê de êvarî artêşa Tirk a dagirker li xwestiye li qada Derava Xezalkê ya di navbera Colemêrg û Çelê de operasyonekê bide destpêkirin. Yekîneyên dijmin ên ku hatine qadê ketine bin kontrola hêzên me. Yekîneyên dijmin demeke dirêj hatine şopandin û saet di 20.30’an de bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de hêzên me ji du milan ve li wesayîta zirxî ya Kîrpî dane û vê wesayîta zirxî îmha bûye. Piştî çalakiyê de wesayîta zirxî ya Kobra jî hatiye qadê û hêzên me dîsa ji 2 milan ve li vê wesayîtê dane û ev wesayît jî îmha bûye. Wesayîtên zirxî yên li qadê jî bûne hedefa hêzên me û gelek wesayît ji qadê reviyane. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî îmha bûne û 23 leşkerên dijmin hatine kuştin. Hêzên dijmin heta şev bi alîkariya firfirokên hewayî yên bêmirov leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye û sibehê jî enkaza wesayîtan ji qadê rakiriye.

LI GEVERÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 25’ê Hezîranê de saet di 08.30’an de hêzên me li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Gevera Colemêrgê çalakiyek li dar xistine. Hêzên me li çeper û stargehên leşkeran dane û li vê derê 2 leşker hatine kuştin.

DERB LI KOBRAYÊ HATE XISTIN

Di heman rojê de saet di 12.30’an de hêzên me du helîkopterên Kobra yên ku ji Çelê diçûn Colemêrgê kirine hedef. Hêzên me li helîkopterekê dane û vê helîkopterê derb xwariye û xwe ji qadê vekişandiye.

LI ŞEMZÎNANÊ ÇALAKIYA SÛÎKASTÊ

Di heman rojê de saet di 13.00’an de hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên dagirker ên li qada Deriye Pen a Govendê ya Şemzînanê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Bi vê çalakiyê re hêzên me saet di 13.15’an de li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker ên li Tepê Xwedê ya li Avaşînê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye tespîtkirin.

JI BER BOMBERDÛMANÊ AGIR BI DARISTANÊ KET

Piştî van çalakiyan artêşa Tirk a dagirker bi obus û hawanan li qadê dane. Ji ber vê bomberdûmanê agir bi daristanan ketiye. Yekîneyên me yên ku ev çalakî li dar xistine, bi selametî vegeriyane baregehên xwe.

LI HEREKOLÊ OPERASYON

Di 20’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Herekolê ya Sêrtê operasyoneke dagirkeriyê daye destpêkirin. Di 21’ê Hezîranê de saet di 10.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker û helîkopteran qadên Bêmereşê, Şehîd Canxort, Şaşik û Kunavê bomberdûman kirine. Piştî vê bomberdûmanê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopteran leşker bera nav qadê daye. Hêzên dijmin ên ku li qadê geriyane, di 22’ê Hezîranê saet di 12.00’an de bêyî ku encamekê bi dest bixin, ji qadê vekişiyane. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe diyar kiriye ku 6 gerîla şehîd bûne. Ev nûçe derew in û di çarçoveya şerê taybet de hatine amadekirin. Divê gelê me û raya giştî guh nedin van nûçeyên derew. Di operasyonê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

DI ÊRÎŞA HEWAYÎ DE 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 22’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li herêma gundê Qenca yê navçeya Tetwan a Bedlîsê operasyon da destpêkirin. Heman rojê balafirên şer ên artêşa Tirk ya dagirker saet 21:30’an bi giranî herêm bombebaran kir. Di vê bombebaranê de 3 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

LI QADA ÇEMÇEYÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Roja 22’ê Hezîranê hêzên me li herêma Çemçê ya navçeya Qagizman a Qersê kontrayê bi navê Suleyman Guldere ceza kirine. Ev şexsê han bi dewleta Tirk a dagirker re kar dikir, di sala 2010’an li navçeya Qaxizman a Qersê di şehadeta hevreyên me Firat Mûnzûr (Gokmen Akpolat) û Harûn Şiyar (Alî Cîlo) rol girtiye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danîn û cenazeyê kontra ji herêmê rakir. Çapemeniya Tirk a dagirker nûçeyên ku vî şexsî weke şivanekê dide nîşandan parve dike û vî şexsî weke kesekî masûm dide nîşandan, ev ne rast e. Kesên mîna vî ku di şehadeta hevrêyên me de rol bileyzin li ku derê bin wê cezayê pêwîst were dayîn.

BALEFIRÊN ŞER HERÊMÊN PARASTINÊ YÊN MEDYAYÊ BOMBERDÛMAN KIRIN

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de;

Roja 24’ê Hezîranê balafirên şer di navbera saet 23:00 û 00:00’an de bombe li Deşta Kafya ya herêma Gare barandin.

Roja 25’ê Hezîranê saet 08:00’an balafirên şer bombe li herêma Xinêrê ya Xakûrkê, saet 08:30’an û 12:00’an de jî bombe li Tepê Hakkkarî yê herêma Metînayê barandin.

Roja 26’ê Hezîranê (Îro) saet 07:30’an balefirên şer herêma Kelaşîn a herêma Xakûrkê bombebaran kirine.

Di van bombebaranan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”

Parve Bikin93TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

HPG’ê nasnameya du gerîllayên ku li Êlkê şehîd bûbûn eşker kir

Nivîsa Pêş

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker xaniyan dişewitîne

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker xaniyan dişewitîne

Li Efrînê dewleta Tirk a dagirker xaniyan dişewitîne

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker carek din herêma Biradost bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker carek din herêma Biradost bombebaran kir

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komxebata Ciwanên Şengalê bi encamnameyekê dawî bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kampên Manîfestoyê li Şengal bi Pêşengtiya Komîteya Ragihandina Ciwanên Êzidî dest pê kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.