Enter your email Address

Pazar, Şubat 1, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Karayilan: Kurd li Stenbolê hêza diyarker e

Karayilan: Kî dixwaze Kobanê jî mîna Efrînê bê qirkirinê bila dengê xwe bide Bînalî Yildirim. Eger wijdanê we vê yekê qebûl nake wê demê divê hûn deng nedin Yildirim. Ji ber ku guneh e.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
21/06/2019 - 9:44
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
Karayilan: Kurd li Stenbolê hêza diyarker e
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan, hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê ku wê 23’ê Hezîranê ji nû ve bên kirin nirxand û got, “Mirovên me yên Kurd, Kurd, Tirk û her civata alîgirê demokrasiyê wê li vê rastiyê bifikirin, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan di beşa duyemîn a hevpeyvînê de hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê nirxand.

Hilbijartinên xwecihî yên Stenbolê 23’ê Hezîranê tên dubarekirin. Bi dîtina we divê helwesta hilbijêrên Kurd di vê hilbijartinê de çawa be?

Ya rast hilbijartinên Stenbolê veguheriye referandûmê. Bêguman gelê Kurdistanê, mirovên dost û demokratîk wê li vê bifikirin û bi vî rengî nêzî hilbijartinê bibin. Yanî pêwîstî pê nîne ku di vê mijarê de em bangeke taybet bikin. Ji xwe HDP’ê û saziyên din ên demokratîk û civaka sivîl di vê mijarê de biryara xwe dane. Li dijî faşîzmê wê alternatîfa demokratîk ji bo xwe esas bibînin. Bi xwe eşkere kirin ku wê di çarçoveya dirûşma ‘Em dawî li faşîzmê bînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ tevbigerin. Em vê yekê weke stratejiyeke rast dibînin.

Li Tirkiyeyê jî rejîma AKP-MHP û Ergenekon metirsî ye. Di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de jî eşkere bû ku hêza vê metirsiyê ji holê rake Kurd û dostên wan e. Kurd li Stenbolê hêza diyarker e. Ev yek ji bo Kurdan hemûyan cihê serbilindiyê ye.

Em di serdema bilindbûn û azadbûna gelê Kurdistanê yê bindest de ne. MHP an jî zîhniyetên din ên mejiyê wan bi jehra neteweperestiyê kor bûye vê yekê nabînin, lê belê neçar in vê rastiyê qebûl bikin. Ji we nehat ku hûn Kurdan bitepisînin. Ji we nehat ku hûn Kurdan biqedînin. Kurd rastiyek e. Çawa roj û heyv hene, Kurd jî neteweyek e û heye. Ne koleyê we ne. Eger hûn dixwazin bi hev re bijîn hingî hûn ê jiyana wekhev û azad bipejirînin. Rêyeke din nîne.

Yên ku beriya hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê ji bo kesên digotin ‘Kurdistan’ digotin ‘bila bicehimin biçin’, niha dibêjin Kurdistan. Gelo çi bi van hatiye?

Bînalî Yildirim hatiye Amedê û qala Kurdistanê kiriye. Bi çend gotinan bi Kurdî axiviye. Tu yê her roj koka Kurdîtiyê tine bike, piştre bêje ‘Kurdistan’. Heman Bînalî Yildirim sala 2016’an dema ku li dijî gelê Kurd operasyonên qirkirinê dest pê kir hat Çelê û got, “Ev yek ji bo me şerê serxwebûnê ye”. Yek ji serkêşên şerê komkujiyê yê li dijî Kurdan e.

Ji xwe beriya çend rojan di paneleke hevpar de ya bi Îmamoglû re wî bi xwe xwe deşîfre kir. Got, “Ji xwe wê demê ez serokwezîr bûm, me Efrîn paqij kir, me hezar ji pênc sed hezar penaberên li gel me ne li wir bi cih kir.” Bala xwe bidin wî, dibêje; me paqijiya etnîkî kiriye. Bi rengekî vekirî li vê mikur tê. Di ser de dibêje, “Ji niha û pê ve em ê li rojhilatê Firatê qada ku dirêjahiya wê heft sed û pêncî kîlometre, firehiya wê pêncî kîlometre ye paqij bikin û penaberên din ên li Tirkiyeyê li wir bi cih bikin.” Yanî dibêje, “Em ê mîna Efrînê li Kobanê û Qamişloyê jî bikin.”

Kurd wê bi çi rengî dengê xwe bidin kesekî bi vî rengî diaxive?

Kurdên ku vê dixwazin bila dengê xwe bidin Bînalî Yildirim. Kîjan Kurdê bi rûmet vê yekê dixwaze? Ez bang li Kurdên hêja yên Misilman ên oldar û samîmî dikim. Dibe ku heta niha hûn nêzî AKP’ê bûn, dibe ku we deng dabûn AKP’ê jî. Dibe ku hûn ne CHP’î, ne HDP’î ne, lê belê rewşeke cuda heye. Bînalî Yildirim bi xwe bi rengekî vekirî mikur hat. Dema ku hewl da pesnê xwe bide li sûcê xwe mikur hat. Di rewşeke wiha de eger yek dixwaze mîna Efrînê li Kobanê jî qirkirin pêk were hingî dikare dengê xwe bide Bînalî Yildirim. Eger wijdanê we vê qebûl nake wê demê deng nedin Yildirim. Ji ber ku guneh e. Dengdana ji bo wan tê wateya hevkariya van komkujiyan. Bi taybetî mirovên me yên oldar ên li Stenbolê divê li vê rastiyê bifikirin û deng nedin van zaliman. Divê li Stenbolê careke din wan têk bibin û dersê bidin wan.

Mirovên me yên Kurd hemû, Kurd, Tirk û civatên alîgirê demokrasiyê wê li vê rastiyê bifikirin, destê xwe deynin ser wijdanê xwe û AKP-MHP’ê careke din li Stenbolê têk bibin.

Pêngava berxwedanê ya ‘Em ê dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin, Tirkiyeyê demokratîk bikin’ wê bi çi rengî bidome?

Divê pêngav li qada civakî û di asta berxwedana gerîla de bidome. Di serî de ciwan divê Kurdistanî hemû di vê dema dîrokî de bi berpirsyarî tevbigerin. Eger dayikên me yên hêja, dayikên laçik spî bi mehan li kolanan li dijî êrîşên bi çoyan li ber xwe dan, hingî ev yek ji bo ciwanan peyamek e. Divê em bi rengekî rast nêzî vê qonaxa dîrokî bibin. Bi rengekî hîn bi bandor divê em tevlî meşa Rêberê azad, Kurdistana azad bibin. Haya me jê heye ku wezîfeyên girîng dikevin ser milê hêzên gerîla. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya dîrokî de her kes bi berpirsyarî tevbigere û wezîfeyên xwe bi cih bîne.

Parve Bikin30TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Bi pêşengtiya Ciwanan li Şengalê îxaneta PDK’ê û dagirkeriya dewleta tirk hatin şermezar kirin

Nivîsa Pêş

Buroya Hiqûqêya Asrinê detayên hevdîtina bi Rêberê Gelan Ocalan re eşkere kirin – NÛ BÛ

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rêberê Gelan Ocalan: Dewleta Tirk, bi polîtikayên tunekirin û şerê encam nagire

Buroya Hiqûqêya Asrinê detayên hevdîtina bi Rêberê Gelan Ocalan re eşkere kirin - NÛ BÛ

Bayik: AKP têk biçe wê serdemeke nû dest pê bike

Bayik: AKP têk biçe wê serdemeke nû dest pê bike

Manşet

  • Moralê Berxwedana Hesekê Bilind Dibe: Gel û Ciwan Bi Coş Daketin Qadan
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava
  • Rêxistinên Ciwanan Li Enqerê Ji Bo Rojava Çalakiyek Li Dar Xistin
  • Meşa Meşaleyî Ji Bo Rojava Bi Pêşengiya Ciwanên Welatparêz Li Şemzînanê
  • Bi Hezaran Kes Li Bernê Meşiyan: Heta Ku Statuya Rojava Were Misogerkirin, Têkoşîn Wê Berdewam Bike
  • Dem Genç Li Amed Banga Meşa Ber Bi Rojava Ve Kir
  • Kurdên Li Munsterê Bênavber Li Kolanan In

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    QSD’ê Nasnameyên 13 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Li Berlînê Bi Berdevka TCŞ û TekoJIN: “Em ê Têkoşîna Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Berfirehtir Bikin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • LEZGÎN- Li Hannoverê Beriya Meşê Serdegirtina Polîsan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Jibo Her Jin, Odeyekê Ya Xwe Pewiste”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Keliyên Berwedana Rojava

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Banga Berdevkê Çapemeniyê Yê YPG’ê Siyabend Elî Ji Bo Ciwanan: “Dîrok Ewên Ku Berpirsiyariyê Negirin, Nabaxşîne”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wanê Ciwanek Hat Revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gel Banga Seferberiya Navneteweyî Ji Bo Rojava Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Partiya DEM ê Sêwereg Ji Bo “Roja Hevkarîya Bi Rojavayê” Bangawazî Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.