Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG: Em şehîdên xwe yên Xakurkê û Avaşînê bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên li herêmên Xakurkê û Avaşînê şehîd bûn bi bîr anî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
07/06/2019 - 12:33
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
HPG: Em şehîdên xwe yên Xakurkê û Avaşînê bi rêzdarî bi bîr tînin
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

“Di daxuyaniya 3’ê Hezîranê de me ragihandibûn, ku hêzên me li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta TC a dagirker, li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Derwêş çalakiyek pêk anîne û di encamê de 9 leşker hatine kuştin. Her wiha me ji raya giştî re ragihandibûn ku di çalakiyê de hevrêyên me Brûsk û Mizgîn ên bi ruhê berxwedana fedayî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Hevrêyên me Brûsk (Veysel Amaç) û Mizgîn (Medîne Çîftçî) li Xakurkê li dijî êrîşa dagirkeriyê, bi taktîk û rêbaza serdema nû yekîneyên dijmin ji hev xistin, li dijî dewleta TC a faşîst destana lehengiyê nivîsandin û gihîştin asta şehadetê.

Di êrîşa balafirên şer ên artêşa TC a dagirker de ya 2’ê Hezîranê ya li Herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevrêyên me Azad (Serhat Kartal), Çiya (Cebraîl Bûlût) û Reşît (Mehmet Îrtegun) dema li dijî dewleta TC a dagirker têdikoşiyan şehîd bûn.

Agahiyên li ser sicîla şehîdan:

 

Nasnav: Brûsk Denîz

Nav paşnav: Veysel Amaç

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Lîman-Hîkmet

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Mizgîn Pîr

Nav paşnav: Medîne Çîftçî

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Sabîha-Ramazan

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Xakurkê

 

Nasnav: Azad Sîser

Nav paşnav: Serhat Kartal

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Erdem-Hanîfî

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Avaşîn

 

Nasnav: Çiya Riha

Nav paşnav. Cebraîl Bûlût

Cihê jidayikbûnê: Riha

Dayik-Bav: Saîde-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Avaşîn

 

Nasnav: Reşît Serdar

Nav paşnav: Mehmet Îrtegun

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Meryem-Enver

Dem û cihê şehadetê: 2’ê Hezîrana 2019’an / Avaşîn

Li dijî êrîşa dagirkeriyê ya artêşa TC a faşîst a li herêma me ya Xakurkê, hêzên me yên gerîla bi rengekî dîrokî li ber xwe didin. Hevalên me bi taktîk û teknîkên nû hêzên dagirker dixin nava şoqê, rê nadin hêzên faşîst ku hezar sal in dixwazin Kurdistanê dagir bikin û bi lêdana derbên giran biryardariya ‘destûr ji dagirkeriyê re nîne’ bi îradeya mezin a Apoyî nîşan didin. Hevrêyên me Mizgîn û Brûsk ku tevlî vê berxwedana dîrokî bûn derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me Brûsk Denîz û Mizgîn Pîr ên di demên cuda de tevlî tevgera me bûn, bi ciwantî, taybetmendiyên xwe yên dînamîk û zîrek li herêma Xakurkê bûn gerîlayên profesyonel. Hevrêyên me ku bi fedakarî û dilsoziya xwe dihatin naskirin, dema ku li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dijmin şer dikirin, li çiyayên azad ên li Xakurkê bûn sembola fedakarî û lehengiyê û gihîştin asta şehadetê.

Hevalên me Reşît, Azad û Çiya yên li eyaleta Avaşînê, ji ber êrîşa hewayî ya hêzên dijmin gihîştin şehadetê. Hevrêyên me Reşît Serdar, Azad Sîser û Çiya Riha ku hestên Kurdistanî ji kûrahî ve hîs kirin û mêtingeriya dewleta Tirk red kirin, bûn şervanên rastî yên heqîqetê û di demên cuda de tevlî nava refên tevgera me bûn. Ji roja ku tevlî bûn û pê ve navên fermandarên efsanewî yên tevger û gelê me li xwe kirin û bûn şervanên tolhildanê yên bi rûmet ên van fermandarên me yên mezin. Bi fedakarî, dîsîplîn û piştrastiyê li her qadê bûn çavkaniya moralê.

Hevrêyên me Mizgîn, Brûsk, Reşît, Azad û Çiya li ser vê bingehê tevlî karwanê nemiran ê Kurdistanê bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya me ji hevrêyên xwe wergirtine bi azadiya Rêbertî û azadiya Kurdistanê bi ser bixînin. Bila serê malbatên welatparêz ên hevrêyên me yên hêja û gelê Kurdistanê sax be.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET- “Em ê tu carî ji bîr nekin, em ê tu carî effu nekin”

Nivîsa Pêş

Rêberê Gelan Ocalan: Dewleta Tirk, bi polîtikayên tunekirin û şerê encam nagire

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Rêberê Gelan Ocalan: Dewleta Tirk, bi polîtikayên tunekirin û şerê encam nagire

Rêberê Gelan Ocalan: Dewleta Tirk, bi polîtikayên tunekirin û şerê encam nagire

FLASH – Gerîla TV dîmenê çalakiya li Barzanê weşand

FLASH - Gerîla TV dîmenê çalakiya li Barzanê weşand

Manşet

  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan
  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîdên Komkujiya Parîsê li Hesekê hatin bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.