Enter your email Address

Pazar, Aralık 7, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

NIRXANDIN – ‘Şehîd hêza gel a manewî ne’

Gelê ku ciwanên wî ji bo azadiyê bedena xwe bidin ber mirinê wê tu demê bin nekeve. Tevgera Azadiya Kurdistanê li çar perçeyê Kurdistanê û derveyî welat ev çand di nav civaka xwe de daye avakirin. Lewma baweriya gel bi têkoşîna azadiyê ewqas xurt û zêde ye.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/05/2019 - 0:03
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 5 mins read
A A
NIRXANDIN – ‘Şehîd hêza gel a manewî ne’
ParvekeTweet

“Di kevneşopiya kurdayetî de meha Gulanê ji bo gelê kurd mehek bi wate ye. Bi taybet piştî Tevgera Azadiyê dest bi têkoşînê kir û şûn ve, ji bo gelê kurd wate û girîngiya vê mehê hîn zêdetir bû. Bêguman ev meh tenê ne ji bo gelê kurd an jî Tekoşîna Azadiya Kurdistanê, ji bo kedkarên cîhanê û kesên xwedî kevneşopiya çepgir jî bi wate û girîng e. Ji ber vê yekê bûyerên ku di vê mehê de tên dijîn jî bi wate ne.

Di hemû civakan de mertebeya Şehîd cihekî xwe yê pîroz û bi wate heye. Bi taybet dema ev şahadet di dîrokek nêz û di nav tekoşînek dijdar de be bêguman ji bo gelan dibe hêza berxwedanê. Tevgera Azadiyê ku yekem şehîdê xwe di vê meha wisa pîroz de daye û dîsa di vê mehê de gelek cangoriyên di nav rafên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî rol û mîsyonekî girîng in, di vê mehê de tev li kerwanên şehîda bûne û wate dane navê meha Gulanê.

Tekoşîna Azadiyê pir aliye. Ji ber ku pir aliye ji gelek deverên cuda kes xwe di nav vê têkoşînê de dibînin. Ev jî dibe sedem ku aligirên Tevgera Azadiyê, ne ji nav sînorê Kurdistanê tenê ji gelek deverên cuda jî hebin. Lewma kesên xwe di nav vê têkoşînê de dîtibin û dil dane vê têkoşînê, beriya her tiştî xwedî li nirxê vê têkoşînê jî derdikevin. Bêguman di nav civakên têkoşer de nirxên herî pîroz û bi wate jî Şehîd in. Lewma di vê mehê de li hemû cihên ku kurd lê dijîn di meha Gulanê de Şehîdên Têkoşîna Azadiyê bi bîr anîn. Yek ji van cihan jî Federasyona Rûsyayê bû.

Li Federasyona Rûsyayê di 15’ê Sibata 1999’an de piştî li hemberî Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Komploya Navnetewî pêk hat û şûn ve, du şoreşgerên kurd ên bi navê Ahmet Yildirim (Tayhan) û Remzî Akkûş (Jîhat) ji bo vê komployê şermezar bikin û balê bikişînin ser rola Rûsyayê ya di nav komployê de li pêş meclisa Rûsyayê Dûma bedena xwe dan ber agir. Wê demê ev çalakî di nav kurdan de û bi taybet jî di nav kurdên ku li Federasyona Rûsyayê dijîn de, bandoreke mezin da avakirin. Piştî her du şoreşger tev li rafên şehîda bûn û şûn ve gel wan hembêz kir û xwedî li nirxên wan derketin. Ji bo xwedî li çalakiya wan derkevin û her tim îdaya wan a têkoşînê li ser van axa bê jiyandin, kurdên li Rûsyayê nehiştin cenazeyên van cangoriyan derkeve derveyî welat.

Çawa li her çar perçeyê Kurdistanê û Herêmê Parastina Medyayê şehîdgehên cangoriyên Kurdistanê her sal di meha Şehîdan de bi girseyî ji hêla gel ve tên ziyaretkirin, li Rûsyayê jî şehîdgeha li Gundê Kurda hatiye ava kirin ji hêla gel ve tê ziyaretkirin. Her sal di roja Şehîdan de ji gelek deverên cuda serdana vê goristanê tê kirin. Di van bîst salên derbasbûyî de ev êdî bûye wek kevneşopiyek vê herêmê. Di wê rojê gel bi awayekî kolektîf derdora şehîtgehê paqij dikin, gulên cûr be cûr diçînin û bi derfetên xwe ji bo xwedî li nirxên cangoriyên xwe derkevin xêrê didin. Çalakiya Tayhan û Jîhat di heman demê de bûye sembola yekitiya kurdên li Rûsyayê jî, ji ber ku di vê rojê de gel tê cemhev û bi hev re vê rojê derbas dikin. Ev jî rola û bandora şehîd di nav civakê de radixe ber çavan.

Gelê ku ciwanên wî ji bo azadiyê bedena xwe bidin ber mirinê wê tu demê bin nekeve. Tevgera Azadiya Kurdistanê li çar perçeyê Kurdistanê û derveyî welat ev çand di nav civaka xwe de daye avakirin. Lewma baweriya gel bi têkoşîna azadiyê ewqas xurt û zêde ye. Lewma ji bo azadiya netewa xwe ewqas keç û xortên vî gelî bi îradeyek mezin dest bi grêvên birçîbûnê û rojiya mirinê kirine. Kesên ku vê hêza manewî nizanibin wê nikaribin wateyek xurt bidin van çalakiyan jî. Hêza gel hêza herî zinde û bi wate ye. Hemû tevger û têkoşînên hêza xwe ji gelê xwe nagirin her tim mehkûmî windakirinên mezin in. Tişta ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ewqas xurt dike û dihêle di hemû pêvajoyên xeter de bi hêz derkeve hêza gel a ji vê tevgerê ye. Ji ber ku ev tevger tevgera şehîdan e û gel li şehîdê xwe xwedî derdikeve, hêza heyî her roja diçe xurttir dibe. Civakên nirxên xwe yê herî pîroz şehîdên xwe ji bîr kiribin ango winda kiribin wê tu demê nikaribin ji bo azadiya xwe jî têkoşînek xurt bidin meşandin. Lewma meha Gulanê ji bo gelê kurd wisa pîroz û bi wate ye. Di vê mehê de gelê kurd bawerî û girêdana xwe xurt dike. Ev jî bi xwe re têkoşînek hîn xurttir û mezintir derdixe holê.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ji Pênûsa Jin: Jina azad kiya, çawa dijî? (2)

Nivîsa Pêş

Topbarana balafirên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Kurdistanê zêde dibe!

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Topbarana balafirên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Kurdistanê zêde dibe!

Topbarana balafirên dewleta tirk a dagirker li ser herêma Kurdistanê zêde dibe!

Ciwanên Silêmanî berxwedanê silav kir, dagirkeriyê şermezar kir

Ciwanên Silêmanî berxwedanê silav kir, dagirkeriyê şermezar kir

Manşet

  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin
  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    Ji Desteya Hundirîn biryarnameyeke ji bo 7 û 8’ê Kanûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo; Bi Avakirina Civaka Demokrtîk Em ê Sosyalîzmê Ji Nû Ve Bi Dest Bixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî’ Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtîya Xwendekarên li hev civîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.