Enter your email Address

Salı, Aralık 9, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

KJK: Em li ser rêya dayikên berxwedêr in

KJK: Em tên destên pîroz ên hemû dayikan ên bi berxwedanê jiyanê diparêzin û dibêjin; em ê li ser rêya wan heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê geş bikin."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
12/05/2019 - 11:00
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 5 mins read
A A
KJK: Em li ser rêya dayikên berxwedêr in
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya Roja Dayikan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de, çanda dayiktiyê weke çanda ked û hilberînê hate binavkirin û hate gotin, “Çanda bi pêşengiya dayikê afiriye, rûyê ronî yê mirovahiyê ye, afirandina hişmendiya destpêkê ye, pêşketina kolektîf a fikir û îradeyê ye û hêza xwe ya veguherîner heta vê serdemê parastiye. Jin-dayik weke hêzeke kolektîf ji bo birêxistinkirina jiyanê û diyarkirina rengê civakî, hebûna hevpariya nirxên baş, bedew û rast e ku bi kêrî her kesî tê. Vê çandê li dijî her şêwe êrîşan hebûna xwe heta niha parastiye. Kombûna van nirxên demokratîk li dora dayikê, pêwendiya xwe bi mîsyona pêşengiyê ya dayik-jinê heye.

Çanda dayiktiyê ku nirxên demokratîk ji bo civaka wekhev, azad û kolektîf diparêze, di nava sîstemên serdest û dewletperest de bûye hedefa êrîşan. Dîroka şaristaniyê û karakterê desthilatdariyê yê civaka çînî, ji ber ku têkbirina civakîbûnê ava bûye, bi giranî êrîş biriye ser çanda dayiktiyê ku pêşeng û hêza parastinê ya nirxên civakî ye. Li dijî vê yekê, hestê parastina van nirxan bi jin-dayikê re veguheriye karakterekî bingehîn. Ji ber ku dayik-jinê ku çavdêr, parêzvan, hilberîner û hişê kolektîf ê civakê ye, li dijî her şêwe êrîşan hebûna xwe heta niha parastiye.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, li Tirkiyeya bi serkêşiya AKP-Erdogan, dayiktî û çanda dayiktiyê weke saziyeke ku xizmetê ji dewletê re dike, ji bo vê jî zarokan tîne dinyayê û ‘destê pîroz ê dewletê’ di ser civakê re dihêle, tê dîtin.

KJK’ê diyar kir, di nava rejîma Erdogan ê faşîst de dayik-jin li gorî berjewendiyan hatine parçekirin, ji hev hatine cudakirin, îradeya wan hatiye têkbirin û destnîşan kir, “Erdogan ku şefê şerê taybet e, rûyê xwe yê rast di vê mijarê de jî vedişêre û nêzîkatiyeke pragmatîk nîşan dide. Erdogan bi durûtî tevdigere ku ji aliyekî ve dibêje; bihuşt li bin lingê dayikan e, ez dikarim bin lingê dayika xwe maçî bikin, lê li aliyê din dibêje; jin jî be zarok jî be ya pêwîst çi be wê li dijî wan bê kirin.”

Di daxuyaniyê de ji bo eşkerekirina vê rastiyê jî çend mînak hatin dayin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku cenazeyê dayika Taybet bi hefteyan li naverastê hate hiştin, dayikên ku bi salan e li zarokên xwe yên windakirî digerin hatin kaşkirin, di şexsê Ûgûr Kaymaz ê 12 salî de ku bi 13 fîşekan hate kuştin çavê dayikan ditirsîne, cezayan lê dibire, dayikên 90 salî ji ber ku daxwaza edalet û rastiyê dikin hatin girtin.

EM ŞOPDARÊN MEŞA DAYIKÊN ŞEMIYÊ NE

KJK’ê bal kişand ser çalakiyên Dayikên Şemiyê ku bi rengekî bê navber didome û veguheriye sembola roja dayikan. KJK’ê destnîşan kir, çalakiyên Dayikên Şemiyê mîna eynikekê rastiya faşîzmê û hovîtiya wê nîşan dide û li gel rûyê qirêj ê dewletê û zext û zordariyan jî her didomin.

Di daxuyaniyê de dayikên ku tevlî pêvajoya têkoşînê dibin bi rêzdarî hatin silavkirin û hate gotin, “Em dixwazin bêjin; em şopdarên meşa rûyê ronî yê dayikan e.”

DAYIKÊN XAVIK SPÎ TIRS BERDAYE DILÊ FAŞÎZMÊ

KJK’ê dayikên ku ji bo parastina jiyana zarokên xwe û xwedîderketina li grevên birçîbûnê li dijî rejîma AKP-Erdogan li ber xwe didin, weke ‘entellektûelên bi xavikên spî’ bi nav kir û ragihand, “Dayik wijdan, exlaq, bîr û parêzvan-afirînerê nirxên demokratîk in. Çalakiyên dayikên me, dengê ku derdixin û rêya ronî ya ku nîşan didin, tirs berdaye dilê faşîzmê. Ji ber ku faşîzm mîna şevşevokekê ye, ji deng û ronahiyê ditirse. Dayik ew pêşeng in ku vê faşîzmê eşkere dikin, lewma bi erdê re tên kaşkirin, êşkence li wan tê kirin û hewl tê dayin ku rûmet û îradeya wan bê şikandin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Dayik ne tenê ji bo zarokên xwe li ber xwe didin. Ew hiş û bîra azad û wekhev a civakê ne, lewma ji bo vê serdemê û siberojê, ji bo kêliyên azad li ber xwe didin û bûne hêvî û meşale.”

DAYIK DIVÊ TI CARÎ BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN

KJK’ê destnîşan kir, fedakarî û keda dayikan wê ti carî belasebep nebin û diyar kir, “Sekna wan ku li ser rêya şaredariya demokratîk nirx li nirxan zêde kir, ew kirine pêşeng. Berxwedana bi rûmet û serbilind a dayikan bi tenê nîne. Îrade, hêvî û baweriya bi milyonan mirovî li pey wan e. Dayik pêşengên civakê ne û bi rola xwe tevdigerin. Hişê civakî zindî ye. Ev bîra civakî mîna dareke çinarê reh berdaye nava civakê û bang li her kesî dike ku li dora vê darê bicivin û rabin ser piyan. Keç û xortên dayikên me yên hêzeke mezin ji vê berxwedanê werdigirin, divê ti carî wan bi tenê nehêlin û berxwedana civakî geş bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, “Bersiva herî mezin a ku em dikarin bidin roja dayikan; hûnandina jiyana azad, mezinkirina berxwedanê û xurtkirina hêza rêxistinbûnê ye. Li se vê bingehê divê em çanda dayiktiyê weke nirxekî civakî pîroz bibînin û nirxên li dora jin-dayikê afirîne li ser bingeha wekhevî û azadiyê ji nû ve ava bikin û biparêzin. Li ser vê bingehê em tên destên pîroz ên hemû dayikan ên bi berxwedanê jiyanê diparêzin û dibêjin; em ê li ser rêya wan heta dawiyê têbikoşin û têkoşînê geş bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Dewleta dagirker a Tirk xirabiyên wek fuhuş û maddeyên hişbir dixe nav ciwanan

Nivîsa Pêş

Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: ‘Serkeftina mezin nêzîk e’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: ‘Serkeftina mezin nêzîk e’

Çalakgerên Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê: 'Serkeftina mezin nêzîk e'

Berxwedana li Mexmûrê di roja 148’an de didome!

Berxwedana li Mexmûrê di roja 148'an de didome!

Manşet

  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bersiva banga QSD’ê ya ciwanên Çelêbi yên Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Sêyemîn a Orkeşê di Roja Xwe ya Yekem de bi Coşeke Mezin Destpêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 4’ê Nîsanê li qadên gerîla hate pîrozkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.