Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gelê Mexmûrê nameyek ji Leyla Guven re şand

Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi nameyekê piştevaniya xwe ji bo pêşenga greva birçîbûnê Leyla Guven nîşan da û got: “Çalakiya we ya bi giyanê fedayane hatî destpêkirin wê bigihe armanca xwe û berxwedana we, wê zincîrên koledariyê bişkîne.”

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
11/05/2019 - 18:32
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 4 mins read
A A
Gelê Mexmûrê nameyek ji Leyla Guven re şand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Welatiyên Penaber a Wargaha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûrê) bi rêya nameyekê piştevaniya xwe ji bo pêşenga berxwedana grevên birçîbûnê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 185 roj in di grevê de ye, diyar kirin û gotin: “Em, gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bawerin ku ev çalakiya we ya bi awayê giyanê fedayane hatî destpêkirin û berdewam dibe, wê bigihe armanca xwe û berxwedana we, wê zincîrên koledariyê bişkîne.”

Nameya Mexmûriyan wiha ye:

“Hevala berxwedêr;

Em dizanin, ev bi sedan salan e bi rêyên cûr be cûr neyar dixwazin gelê me bê vîn bihêlin û ji holê rakin. Ev armanca wan, bi derketina Tevgera Azadiya Kurdistan re nîvço ma. Dema ku dîtin Tevgera Azadiyê rê nade bişaftinekî di asta tinekirinê ya li ser gelê Kurd pêk bê, vê carê hewildan di kesayeta Tevgera Azadiyê de gelê Kurd tine bikin. Ji ber wê, êrîşên tinekirinê li ser gelê Kurd û bi taybet li ser Tevgera Azadiyê û Rêber Apo dan destpêkirin. Li hemberî vê pêvajoya bitirsnak, lehengên gelê Kurd yên weke Mazlûm Dogan, Kemal Pîr, M. Xeyrî Durmuş û Sakîneyan ji zindanan bersivek xurt dan û pêla bişaftin û tinekirinê dan rawestandin. Her çiqas berdelên wê gelek giran jî bin, lê di berxwedana xwe de bi ser ketin û li neyaran dan pejirandin ku gelê Kurd tine nabe.

Ji ber wê yekê, di salên 90’an de xwestin bi rêbazên cudatir Tevgera Azadiyê ji gel dûr bixin û bi tinekirina wê armancên xwe bidin pêkanîn. Ev jî bi berxwedana lehengan a li her çar aliyên Kurdistanê hat valederxistin. Vê carê xwestin gelê me bê vîn bikin. Lê bi hebûna Rêber Apo re, bêvîn hiştina gelê Kurd nepêkan bû. Lewra, bi hemû hêz û derftên xwe ketin hewildana tinekirin û bêbandorkirina Rêber Apo. Ji ber wê, tevayî hevalbendên xwe xistin dewrê û bi komployekê navneteweyî Rêber Apo dîl girtin.

Bi dîl girtina Rêber Apo xwestin bi me bidin pejirandin ku em neçarî bindestiyê ne. Yan ne, em ê bi awayekî fîzîkî ji holê rabin. Dema dîtin ku Rêber Apo ji zindanê jî dikare me li ser piyan bigire û bi rêya zana û rewşenbîrên Kurd me bide rêvebirin, vê carê xwestin bi tecrîdkirina Rêber Apo, desteserkirina zana û pêşengên Kurd û tinekirina şervanên azadiyê gelê me bê vîn bihêlin. Her çiqas nekarîn gelê me bê vîn bikin, lê bi zordariya xwe çewisandinek mezin pêk anîn.

We mîna pêşengeke Kurd, ev metirsiya heyî dît û ala Mazlûm, Kemal,Xeyrî û Sarayan da ser milê xwe, bilind kir. Bi pêşengiya we, bi hezaran kesan dest bi çalakiya rojiya birçîbûnê kirin. Heta, hinek lehengên me ji bo şkandina vê tecrîdê, çalakiya fedaî pêk anîn, canê xwe kirin mertal û gihan şehadetê.

Hevala hêja;

Me jî, ji bo destekdayîna vê lehengiya we, bi pêşengiya Fadîle Tok, çalakiya piştgiriyê rojiya birçîbûnê daye destpêkirin û em soz didin em ji pey vê armanc û vîna we dayî nîşandan venagerin.

Dîsa, em gelê Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi bawerin ku ev çalakiya we ya bi awayê giyanê fedayane hatî destpê kirin û berdewam dibe, wê bigihe armanca xwe û berxwedana we, wê zincîrên koledariyê bişkênin.

Bi vê baweriyê, em berxwedana we silav dikin û soza şopandina rêya pakrewanan dubare dikin. Hêviya me ew e ku ji beriya şehîdên nû çêbibin, tecrîd bê rakirin û ev berxwedana we rê li ber azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd veke.

Bi vê bûneyê, em silav û heskirinên xwe ji we re rêdikin û serkeftinê dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Ulaş Bayraktaroglu li Rojava hat bibîranîn

Nivîsa Pêş

Li Amed’ê Jinan Hozan Mizgîn bi bîr anîn

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Li Amed’ê Jinan Hozan Mizgîn bi bîr anîn

Li Amed'ê Jinan Hozan Mizgîn bi bîr anîn

Artêşa Tirk a dagirker ciwanek din li Girê Spî birindar kirin

Artêşa Tirk a dagirker ciwanek din li Girê Spî birindar kirin

Manşet

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî
  • Çalakvanên Siwêdayê doza mafê çarenûsî kirin
  • Li Helebê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO hat kirin

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Koordînasyona Komalên Ciwan banga ‘vegera li welat’ li ciwanan kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Bejahiya Siwêdayê şer

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Pêşengiya Ciwanan Li Wan ê Platforma Şiyar Be Hat Avakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.