Enter your email Address

Cuma, Ocak 30, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

PKK: ‘Denîz di têkoşîna me de dijîn’

PKK: Bîranîna pêşengên şoreşger ên wekî Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya di pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ de dijîn.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
06/05/2019 - 9:05
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
PKK: ‘Denîz di têkoşîna me de dijîn’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Rêveber a PKK’ê derbarê salvegera darvekirina Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Pêşengên THKO Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yûsûf Aslan yên ku di 6’ê Gulana 1972’an de hatin darvekirin, 47 sal ji ser darvekirina wan derbas bû. Di salvegera darvekirina wan de em van her sê pêşengên ciwanên Tirkiye û Kurdistanê û yên gelan bi bîr tînin û em soza bicihanîna bîranîna wan di pêngava ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ de bi cih tînin. Me 47 salan ev pêşengên şoreşger di têkoşîna xwe ya azadiyê ya Kurdistanê de dan jiyîn, em niha jî bîranîna wan di pêngava berxwedanê ya li dijî tecrîdê de ber bi serfiraziyê ve dibin.

Em gel û tevger baş dizanin ku di warê pêşketin û cesaretê de Rêber Abdullah Ocalan van pêşengên şoreşger kirine. Rêber Apo ev rastî her dem anî ziman û diyar kiribû ku meşa wî ji bo bibîranîna Mahîr Çayan, Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya ye. Him bandora wan bi hurmet bi bîr anî û him jî diyar kir ku wê şopdarê armanca wan be. Meşa Rêbertî ya 47 salan a li Kurdistanê li ser vî esasî pêk hat.

Berxwedana şoreşger a li dijî derbeya faşîst û leşkerî ya 12’ê Adarê, bû berxwedana hevpar a ciwanên Tirkiye û Kurdistanê. Yekîtiya Denîz, Yûsûf û Huseyîn ev rastî bi awayê herî şênber anî ziman. Yekîtiya Rêber Abdullah Ocalan, Hakî Karer û Kemal Pîr a di nav refên PKK’ê de wisa domand. Qîrîna Denîz, Yûsûf Huseyîn a di dema darvekirinê de yên ku digotin ‘Bijî yekîtiya gelên Tirkiye û Kurdistanê û têkoşîna wan’ li ser vî esasî pêk hat.

Niha jî yekîtî û têkoşîna hevpar a gel û şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê ya di nav refên HBDH’ê pişta xwe dispêre rabirdûyeke wisa. Têkoşîna ‘Tirkiyeya demokratîk û Kurdistana azad’ a li dijî vê faşîzma AKP û MHP’ê li ser vî esasî pêk tê. Vê pêngava berxwedanê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven û Berxwedêrên Rojiya Mirinê pêk tê, wê geş bibe û ew ê bigihêje serfiraziya dîrokî.

Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bi vî awayî xwedî li bîranîna Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan û Huseyîn Înan derdikeve. Di meha Gulanê de ya ku meha şehîdan e, em pêngava berxwedanê li ser xeta serfiraziyê bi pêş ve dibin. Karwanê şehîdan ê li ser şopa rêheval Hakî Karer dimeşe, geş dibe. Rêheval Rûbar-Huseyîn Poyraz- ê ku di 3’ê Gulanê de me şehadeta wî ragihandibû di bin bandora darvekirina Huseyîn Înan maye û tevlî nav tevgera me ya azadiyê bûye.

Li ser vî esasî em careke din rêheval Rûbar –Huseyîn Poyraz- û rêheval Xelîl û Mûrat bi bîr tînin. Rêheval Rûbar çil salên xwe, rêheval Xelîl sî salên xwe û rêheval Mûrat jî bîst salên xwe di nav berxwedana PKK’ê de derbas kirin. Tu hêza maddî û jiyana hatiye cîlakirin nekariye van rêhevalan ji têkoşînê dûr bixîne. Ev rêhevalên şehîd her dem pêşiya me ronî dikin û pêşengiyê ji pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ re dikin. Em diyar dikin ku rêheval Rûbar, Xelîl û Mûrat wê her dem di têkoşîna Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk de bijîn.

Di heman demê de em rêheval Şîrîn Elemhûlî û 4 rêhevalên ku ku di 9’ê Gulana 2009’an de li Îranê hatiye darvekirin, Ozan Mizgîn (Gûrbet Aydin) a ku di 11’ê Gulana 1992’an de li Tetwanê şehîd bûye û Pêşengê DKP’ê Ûlaş Bayraktaroglû yê ku di 9’ê Gulana 2017’an de li Reqayê di şerê li dijî DAÎŞ’ê de şehîd bûye, bi hurmet bi bîr tînin. Em diyar dikin ku ev rêhevalên me, wê di pêngava berxwedanê ya ‘Em tecrîdê bişkînin û faşîzmê hilweşînin’ de bijîn û em ê armancên wan pêk bînin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

TAYBET – Rûpelên reş yên dîroka Tirkiye, 6’e Gulana 1972’an

Nivîsa Pêş

KCK: ‘Her çalakiyeke gelê Kurd ê berxwedêr, mîna rojiyê xêr e’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: ‘Her çalakiyeke gelê Kurd ê berxwedêr, mîna rojiyê xêr e’

KCK: 'Her çalakiyeke gelê Kurd ê berxwedêr, mîna rojiyê xêr e'

DGH û DGKH li dijî deverên ku madeyên narkotîkê dihatin bikaranîn û firotin çalakî kir

DGH û DGKH li dijî deverên ku madeyên narkotîkê dihatin bikaranîn û firotin çalakî kir

Manşet

  • Xwepêşandana Ciwanan Li Ber Avahiya Spiegel Hamburgê
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan
  • Ayten Dersîm: Divê Eem Li Dora Berxwedana Gelê Rojava Bibin Yek
  • Bi Hezaran Kes Li Frankfurtê Daketin Kolanan û Êrîşên Li Ser Rojava Şermezar Kirin
  • Li Berlînê Li Dijî Êrîşên Li Ser Rojava Xwepêşandan Hatin Lidarxistin: Heta Ku Bombardiman Raweste, Têkoşîn Wê Berdewam Bike!

Herî zêde hatine xwendin

  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina  Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê nasnameyên 2 şervanan ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • YPJˊê Nasnameyên 2 Şehîdan Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Komîteya Seferberiya Rojava: Şehîd Ehmed Bû Pira Yekîtiya Neteweyî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Enternasyonal Ji Bo Şikandina Dorpeç ê Li Ser Rojavaye Bi Karwanê Gelan Diçin Kobanê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger li Hesekê Merasîmek Bîranînê ji bo Şehîdên Şoreşger Lidarixistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 4 Şehîd Hatin Oxir Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.