Enter your email Address

Pazartesi, Haziran 23, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
nuceciwan2@gmail.com
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Parçekirina Kurdistanê bê îmze, bê peyman!’

"Îro Kurdistan dîsa tê parçekirin. Di hemû parçekirinên li Kurdistanê de peymanek di navbera du alî yan jî çend aliyan de hatiye îmzekirin. Lê îro ne peyman di holê de hene, ne jî aliyên mijarê; lê Kurdistan ji bo cara çendê tê parçekirin. Dîwarê Efrînê ji xaka Sûriyê dibirre, ev lêkirina sînorekî nû li Kurdistanê ye."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
03/05/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
Dewleta dagirker a tirk li Efrînê lêkirina dîwaran didomine
ParvekeTweet

“Kurdistan ji bo cara yekê, 17’ê Gulana sala 1639´an bi Peymana Qesrê Şîrîn a di navbera dewleta Osmanî û şahên Sefewî yên Îranê de hat parçekirin. Ji wir û şûn ve, bi taybet piştî şerên cihanê yên yekê û duyê, sînorên heyî li Kurdistanê teşeya dawî bi xwe girt û heta roja îro ma. Parçekirina Kurdistanê bêguman gelek parçekirinên din jî bi xwe re anîn. Li derveyî hêzên dagirker, gelek hêzên Kurdî bixwe jî di vê parçekirinê de xwedî rol bûne. Ew rola kirêt mixabin îro jî bi awayekî didome. Dema sala 2015´an Şengal ji destê DAIŞ’ê rizgar bû, li ser korîdora mirovî ya di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo cara yekê piştî salên dirêj du parçeyên Kurdistanê gihiştin hev. Wê demê ji xwe artêşa Iraqê ji ber êrişa DAIŞ’ê reviyabû û şopa wê jî nemabû. Hêzên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şengal radest kiribûn û heta Dihok û Hewlêrê li pişt xwe temaşe nekiribûn û çûbûn. Rastiyên dîrokî di bin navê hevsengiyên siyasî de nabe di bin xweliyê de veşartî bimînin. Çawa em niha behsa parçekirina Kurdistanê dikin û li sedemên wê digerin. Ew neqeba di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de ji bo cara yekê bi xwîna şervan û gerîlayan gihişte hev û du parçeyên Kurdistanê li hev hatin. Israra hikûmeta Iraqê û hewldanên faşizan ên hikûmeta Erdogan ji ber vê rastiyê ye ku nabe li dijî peymanên hatine îmzekirin, Kurdistan yek bibe û ji bo ew wek netewe dewletên sextekar li ser piyan bimîne, divê Kurdistan parçe be. Yên Kurdistanê dixwazin jî ji bo çavê wan têr bikin, di herêmeke biçûk de ji wan re sînorekî bi dilê xwe xêz kirine. Bi înkara tevahiya Kurdistanê, destûr ji Kurdistaneke biçûk re dane.

Îro Kurdistan dîsa tê parçekirin. Di hemû parçekirinên li Kurdistanê de peymanek di navbera du alî yan jî çend aliyan de hatiye îmzekirin. Lê îro ne peyman di holê de hene, ne jî aliyên mijarê; lê Kurdistan ji bo cara çendê tê parçekirin. Dîwarê Efrînê ji xaka Sûriyê dibirre, ev lêkirina sînorekî nû li Kurdistanê ye. Îmzeya kê li bin vê parçekirinê heye, xuya nake û kê ev yek erê kiriye, ne diyar e. Yên her roj hewar û qêrîn dikirin ku divê yekparebûna xaka Sûriyê were parastin, îro dema dewleta faşîzan a Tirk parçe dike û sûcê şer dike, kes dengê xwe nake. Ya sosret dîsa erêkirina hinek Kurdan e. Ji bo parastina berjewendiyên xwe yên petrolê hikûmeta herêma Kurdistanê, îmzeya destpêkê avêtiye bin peymana veşartî ya parçekirina Kurdistanê, ango veqetîna Efrînê. Piştî vê, hewldana şermane ya dewleta Tirk, qaşo wezîrê derve yê Tirk bi lez û bez xwe gihande Başûrê Kurdistanê. Mesele pere û petrol nîne. Ev tenê aliyekî mijarê ye. Kurdistan ji nû ve tê parçekirin û amadekariyên wê tên kirin. Efrîn wek bajarekî Kurdistanê tê parçekirin û wezîrê Tirk ji ber vê li Hewlêrê bi gulan û li ser xaliya sor tê pêşwazîkirin. Kurd wê heta kengê bisekinin û ji xwe re temaşeyî vê rewşê bikin. Hikûmetek wiha, bi taybetî partiyeke wek PDK’ê wê çepikan ji dagirkeriyê re lêbide û navê xwe jî bike partiya Kurdistanê. Her Kurdê bi rûmet gelo dikare vê rewşê qebûl bike! Heger em ê îro tenê temaşeyî parçekirina Efrînê bikin, sibê wê hewşa me jî parçe bikin û bidin hinekên din ku em wan nas jî nakin.

Jixwe, Başûrê Kurdistanê hatiye parçekirin. Heger em baregehên eskerî yên dewleta Tirk li ser xaka Başûr bihejmêrin, wê demê em ê fêm bikin, ew Kurdistana serbixwe bûye xeyalek û li aliyekî maye. Li Başûr îro şerê li dijî tevgera azadiya Kurdistanê tê koordînekirin. Ez ji we re bibêjim, êdî balafirên şer û yên keşfê ji baregehên artêşa Tirk li Tirkiyeyê ranabin. Li deşta Herîr û li Hewlêrê balafirên şer radibin û rojane çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin. Çawa Efrîn ji Kurdistanê tê veqetandin, êdî bajarên Başûrê Kurdistanê jî bûne perçeyek ji Tirkiyeyê. Heger dewleta Tirk dikare destê xwe bihejîne û di nava Diyana û Ranya de bigere, wê demê Kurdistan li ku ma gelo. Belê, bi taybetî du bajarên min behsa wan kir, Diyana û Ranya bi erêkirina her du partiyên sereke yên Başûr, ji dewleta Tirk re hatine hiştin. Her cure xebatên eskerî bi taybetî îstîxbarî li ser van her du bajaran li dijî tevgera azadiyê tên meşandin. Di serî de Ranya ku wek keleha raperînê ye, divê tevahiya bajarên Başûrê Kurdistanê wek serhildana Qeladizê vê dagirkeriya eşkere qebûl nekin. Êdî em tenê nikarin bibêjin dagirker Kurdistanê parçe dikin, yên Kurdistanê bi destê xwe û bi zanebûn pêşkêş dikin jî Kurdên xayîn in.


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gelawêj EWRÎN

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Encam Bû Berxwedan!

Nivîsa Pêş

Ji Pênûsa Gêrîlla: ‘Bi gêrîllatiyeke nûjen re wê serkeftin misoger be’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Ji Pênûsa Gêrîlla: ‘Bi gêrîllatiyeke nûjen re wê serkeftin misoger be’

Ji Pênûsa Gêrîlla: 'Bi gêrîllatiyeke nûjen re wê serkeftin misoger be'

ANALÎZ – Li dîrokê, Jineolojîk temaşe kirin

ANALÎZ - Li dîrokê, Jineolojîk temaşe kirin

Manşet

  • (başlıksız)
  • Ciwanan li Tişrînê “Em ji mirinê mezintir in”
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê
  • (başlıksız)
  • Banga û Wêneyê dîrokî yê Rêber APO
  • (başlıksız)
  • HPG’ê bîlançoya çalakiyên beriya banga Rêber APO eşkere kir

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    HPG-NRÇ’ê 4 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên PYD’ê: Hesab ji sûcdaran bixwazin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mexmûrê Turnuvaya Voleybolê bi navê Şehîd Rıza û Şehîd Fuat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Serlêdanên ji bo ezmûnên dibistana amadehî dest pêkir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 5’êmin Festîvala Şehîd Zîlan ya jinên ciwan tê li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Portre: Ji Bo Bîranîna Şehîd Vejîn Jîyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Heseke Jinên Ciwan amadekariya Festîvala Şehîd Zîlan dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi pêşengehekê çand û mîrateya Jjinên DêraZorê hat nîşandan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 13emîn Festîvala Şehîd Hesen Kızıler li Zurîhê bi coşeke mezin dest pê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG: Li Serhedê tiştek bi gerîlayan nehat, di zivistanê de 13 dagirker hatin cezakirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.