Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – ‘Îran û Tirkiye Kurdistanê kavil dikin!’

Rejîma Îranê bi taybetî li ser avên ku tên Rojhilatê Kurdistanê, bendav çêkirine. Li ser avên wek Sîrwan, Zapa biçûk, Zîmkan û Elwend bendavên mezin hatine çêkirin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
19/04/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ANALÎZ – ‘Îran û Tirkiye Kurdistanê kavil dikin!’
ParvekeTweet

“Şer û aloziya li ser avê ya di navbera dewletên wek Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê de bûye sedem ku ew dest bi wêrankirina jîngehê bikin. Bi taybetî jîngeha Kurdistanê wek parçeyek ji politikaya qirrkirina li ser Kurdan bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Welatê bi xêr û ber ê Mezopotamyayê ji ber her du avên Dîcle û Firatê bi salan mirovahî xwedî kiriye. Li ber van her du avan jiyan watedar bûye. Lê tişta îro tê kirin, wêrankirina çanda qedîm a mirovahiyê ye, kuştina çanda jiyanê ye. Herî zêde bi destê dewletên dagirker li ser Kurdistanê, dergûşa mirovahiyê tine dibe û ji nav diçe. Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê lehî hat û bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da, ji cih û warên xwe bûn û mexdûr bûn. Gelek mal, kuçe, kolan, bajar û gund di bin avê de man. Heger em hatina lehiyê tenê wek karesateke xwezayê bi nav bikin û di ser re derbas bibin, wê demê, ti caran rola dewletan a di wêrankirina jîngehê û dijminahiya wan a bi xwezayê re nayê zanîn û famkirin. Lehî li bajarên başûr rojava, bakûrê Îranê û li bajarên Rojhilatê Kurdistanê rabûn. Cihên em behsa wan dikin, sînorê Iraq û Başûrê Kurdistanê ye. Her wiha bakûrê Îranê li kêleka ava Xezerê ye. Heger em behsa sedema rabûna lehiyê bi taybetî li van herêman bikin, em ê fam bikin ka bê dewletên dagirker li ser Kurdistanê çawa hewl didin Kurdistanê bikin çol, bi wêrankirina jîngehê Kurdistanê bê mirov û kavil bikin. Bi taybetî rejîmên Îran û Tirkiyê wek ku tola xwe ji vê dîrokê bistînin, hewl didin ava Dîcle û Firatê zuwa bikin.

Îran piştî Çîn û Tirkiyeyê, di rêza sêyemîn a çêkirina bendavan li ser asta cîhanê de ye. Şerê avê di navbera dewletên dagirkerên Kurdistanê de êdî bûye mijara herî esasî. Sedema esasî ya ku başûr rojavayê Îranê û bajarê Kirmaşan û Îlam jî di navê de zuwa dibin, ew e ku xaka aliyê din ê sînor ango Iraq û Başûrê Kurdistanê zuwa dibe. Her sal kirîza hatina toz û axa sor li Îranê rojevên cuda çêdike. Herêmên me behsa wan kirî, di nava tozê de hema bêje difetisin. Sedema zuwabûna bajarên li dora Dîcle û Firatê jî çêkirina bendava Ataturk a ku dewleta dagirker a Tirk li ser ava Dîcle û Firatê li Bakûrê Kurdistanê çêkiriye. Bendava Ataturk a li nêzî bajarê Semsûrê yê Bakûrê Kurdistanê, Bakûr di bin avê de dihêle, çavkaniyên avê li Başûr û Rojhilat jî zuwa dike. Ji aliye din ve bendavên ku rejîmên Sûriye û Iraqê li ser van her dû avan çêkirine, her ku diçe tevahiya herêma Mezopotamya ber bi hişkahî û bêaviyê ve dibe. Sedema rabûna lehiya dawî jî xelekek ji vê politikaya qirrkirinê ya van dewletan e.

Rejîma Îranê bi taybetî li ser avên ku tên Rojhilatê Kurdistanê, bendav çêkirine. Li ser avên wek Sîrwan, Zapa biçûk, Zîmkan û Elwend bendavên mezin hatine çêkirin. Her wiha li Xûzistanê jî li ser avên wek Kerxe, Diz û Karûn bendav hatine çêkirin. Projeyên heyî yên çêkirina bendavan hê jî dewam dikin. Îran jî wek dewleta Tirk bi çend armancan van bendavan çêdike. Ya esasî ew e ku avê ji başûr rojava her wiha ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî navend û rojhilatê Îranê bike ku zuwa ne, yan jî hatine zuwakirin. Her wiha xak û ava Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwe bi kar bîne û bi armancên sinayî, Rojhilat feqîr bihêle û navenda desthilatdariya xwe bi hêz û avadan bike. Jîngeha Rojhilatê Kurdistanê ji ber çêkirina bendavan li ber mirinê ye. Herwiha xaka Başûrê Kurdistanê jî bi vî awayî tê talankirin. Li kêleka van polîtîkayan, birrîna daristanên Zagrosê di van salên dawî de zêdetir bûye. Gelek daristanên bakûrê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê bi armancên cur bi cur hatin birrîn û wêrankirin. 26 bendav tenê li Kurdistanê hatine çêkirin ku pirraniya wan li bajarê Îlamê ne ku îro bi karesata lehiyê re rû bi rû maye. Nakokiyên li ser avê yên di navbera van dewletan de û bi taybetî zêdexweziya dagirkeriyên Îran û Tirkiyeyê îro gelên hejar û feqîr ên bajarên Rojhihlatê Kurdistanê û başûr rojavayê Îranê di halekî perîşan de hêlaye. Ew dixwazin bi vî awayî herêmeke tampon ava bikin. Kurdistanê vala bikin û leşker û çeteyên xwe li van herêman bi cih bikin. Çawa ku dagirkeriya Tirk dike, Îranê jî hema piştî lehiyê hêzên xwe li Kurdistanê zêde kirin. Di bin navê alîkariya ji xelkê re li bajarên Ehwaz û Xûzistanê hêzên Heşd El Şebî hatine bicihkirin. Gelo encama heyî dikare wek tabloyeke bêguneh were dîtin. Ya ku Îran û Tirkiye dikin, sûcê li dijî mirovahiyê ye, welat û dîrokekê qirr dikin.”


ÇAVKANÎ: Yeni Özgür Politika – Gelawêj EWRÎN

Parve Bikin11TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 19’Ê NÎSANÊ 2019’AN

Nivîsa Pêş

NIRXANDIN – ‘Di aliyê fikir û rih de bi armanc bin’

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
NIRXANDIN – ‘Di aliyê fikir û rih de bi armanc bin’

NIRXANDIN - 'Di aliyê fikir û rih de bi armanc bin'

TAYBET – Îsmet Şêx Hesen: ‘Tecrîd şermeke ji bo me, li dijî tecrîdê rabin serpiyan’

TAYBET - Îsmet Şêx Hesen: 'Tecrîd şermeke ji bo me, li dijî tecrîdê rabin serpiyan'

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.